Parlamento: Divê Tirkiye Biçe Lahey
HEWLÊR - Herêma Kurdistanê hewl dide helwestek nîşanî êrişên dewletên Tirk û Îranê bide. Parlementoya Herêmê duh ji ber banga Barzanî civiya û bal kişandin ku li hemberî Kurdan yekgirtina Tirk-Fars-Ereb hatiye avakirin. Her wiha bang li Hikûmeta Federal kirin ku li Dadgeha Ceza ya Navntewî ya Laheyê doz li dewleta Tirk vebike.
Piştî gotûbêjên di Mevlîsê de, Komîsyona Karên Navxweyî ya Meclîsê belavokek a şermezarkirinê amade kir, lê daxuyaniya belavokê di dawiyê de ji laiyê Serokê Meclîsê Kemal Kerkûkî ve hate rawestandin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku derbarê êrişê artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyên ji hev nagirin dide, ji bo gotûbêjkirina krîzê xwest ku Parlemento bi awayeke awerte bicive. Piştî bangawaziya Barzanî, duh parlemento civiya. Bi ya hinek çavdêran armanca PDK’ê ew bû ku êrişên li ser Başûrê Kurdistanê biavêje stûyê PKK û PJAK’ê, ji ber wê jî dixwaze vê yekê pêşî bi Parlementoyê û piştre jî bi gel bide qebûlkirin. Ger bikaribûya vê bike, dê ji gerîlayên PKK û PJAK’ê re bigotiba ‘Başûrê Kurdistanê biterikînin’.
Ji ber ku demek dirêj e ku PDK dixwaze li cihên ku gerîlayên PKK û PJAK lê ne, qereqolên xwe ava bikin. Lê gerîla jî dibêjin “ev herêm di bin çavdêriya me de ne, em sînor diparêzin, ji ber wê jî em nahêlin tu hêz di van herêman de bi cih bibin”.
Lê gotûbêjên di parlementoyê de ber bi aliyeke din ve çûn. Parlementeran bal kişand ser yekitiya Kurdan. Di civîna duh di Parlementoyê de hat lidarxistin de nerazîbûna herî tund Tevgera Komala Îslamî nîşanî êrişên artêşa Tirk da. Hinek ji têbiniyên gotûbêjên duh di parlementoyê de hatin kirin wiha ne:
‘MESELE NE PKK YE, ARMANC YEKITIYA KURDAN E’
Parlementerê Komala Îslamî got, “Divê hemû sînorên li Kurdistanê hatine danîn werin rakirin. Ji ber wê jî divê hemû Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê ber bi sînor ve bimeşin.”
Parlementerê Yekigirtûy Îslamî: “Niha Erdogan tenê behsa şer û kuştinan dike. Dewletên ku em dibêjin em Îslam in, berê topên xwe didin be. Divê em bersiv bidin vê yekê. Divê em destûr nedin ku me bi çekên xwe bifetisînin. Erdogan beriya hilbijartinê behsa aşitî û azadiyê dikir, niha jî behsa şer û kuştinan dike.”
Parlementerê YNK’ê: “Vîna gelê Kurd heye. Kîjan mirov wî mafî ji xwe re dibîne ku pêçekek şeş mehî bikuje? Iraq û Tirkiye li pêşiya yekitiya Kurdan dibin asteng. Divê ji niha û pêve sînor bêne rakirin. Ji ber ku Tirkiye dizane ku yekitî di navbera Kurdan de tun ye êrişê me dike. Ji ber wê jî divê em bibin yek. Mesele ne PKK ye, PKK’ê dike hincet û êrişê yekitya Kurdan dike. Bi vî awayî dixwazin Kurdan li herêmê bê statû bihêlin. Ji ber wê jî divê yekitiya netewî pêk were.”
Parlementerek ji Goran: “Ev şer bi hevkariya Tirkiye, Îran û hikûmeta Iraqê tê lidarxistin. Ereb, Fars û Tirk li dijî Kurdan di nava yekgirtinê de ne. Divê hikûmet ev bêndengî xira bike. Gel ji bêdengiya Hikûmetê ne razî ye.”
Parlementerek din ji Goran “Divê wêneyên mirovên me yên hatine qetilkirin li herê derê bêne daliqandin û ji her derê re werin şandin. Ev dewlet çima li pişt peymanên ku mor kirine ranawestin? Divê Tirkiye ji ber vê komkujiyê ji hemû Kurdan lêborînê bixwaze. Dema Îsraîl êrişê keştiya wan dikir, Tirkiye dixwest ku Îsraîl lêborînê bixwaze. Tu çima ji Kurdan lêborînê naxwazî?”
Parlementerek din ji Goran: “Gelo PKK’ê çend caran agirbest îlan kir? Lê hikûmeta Tirk di şer de pêdagiriyê dike. Em her tim li hemberî van welatna xwe biçûk dibînin. Dema Erdogan tê vir em her derê bi alên Tirkan dixemilînin.”
KERKÛKÎ BELAVOKA PROTESTOYÊ ASTENG KIR
Ji bilî parlementerek ji Partiya Sosyalîst a Tirkmen û Kurdistanê, hemû parlementeran xwest ku Tirkiye bi awayek tund were protestokirin. Civîn seat di 10.00 de li Meclîsê dest pê kir û heta 23.00’ berdewam kir. Komîsyona Karên Navxweyî ya Meclîsê di çarçoveya gotûbêjên di Parlementoyê de belavokek a protestokirinê amade kir û pêşkêş Serokê Parlementoya Herêma Kurdistanê Kemal Kerkûkî kir. Kerkûkî xwest ku xala ‘Bila yekîneyên leşkerî û sîxûrî yên welatên cîran ên di nava xaka Herêma Kurdistanê werin astengkirin’ derbixe. Lê muxalefetê vê yekê qebûl nekir. Her çendî gazî endamên çapemeniyê hate kirin, lê Kerkûk ji ber vê xalê belavokê îmze nekir. Hat zanîn ku civîna çapemeniyê hate betalkirin û krîza di Meclîsê de dom kir.
Li gor agahiyên ku me ji çavkaniyên nêzî parlementoyê girtine ev xal di belavokê de hene :
-Divê peywirdarên sîxûrî û leşkerî yên welatên cîran ên li Herêma Kurdistanê bêne astengkirin.
-Divê Tirkiye Îran dawî li êrişan bîne. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi riya Hikûmeta Iraqê zextan li NY’yê bike. Divê hewl bide NY ji bo vê mijarê bicive û helwest bigire.
- Divê Hikûmeta Fedaral li hemberî Tirkiyeyê li Dadgeha Ceza ya Navnetewî ya Laheyê doz vebike.
- Divê dewlet û hikûmeta Tirk bi awayeke fermî ji gelê Kurd û Hikûmeta Hêrama Kurdistanê lêborînê bixwaze. Divê berdêla ziyanên li xelkê Kurdistanê bûye bide.
-Di encama êrişên artêşa Tirk de ne heft, 12 kes hatine kuştin. 670 mirovên me ji ber êrişên Tirkiyeyê refiyan Sîdekan
-Nêzî 500 -600 hilberênerên hingîv, cih û warên xwe terikandin.
- 400 xanî, bax û baxçe hatin terikandin.
- 121 malbat koçberê Wertê bûn.
- Gelê li devera Navdêr a Pişderê neçar man ku cih û warên xwe biterkişînin.
Her çendî Serokê Parlementoyê Kemal Kerkûkî li hemberî xala yekemîn a belavokê rabû, lê cara yekem e ku gotûbêjek ewqas girîng û hevdeng di parlementoyê de tê meşandin. Her wiha bi taybet aliyên Îslamî û maxalîf helwesta xwe ya li hemberî Îran û Tirkiyeyê zelal kirin û ev yek ji aliyê PKK’ê ve jî bi teqdîrê tê pêşwazîkirin.
Yûsif ZIYAD / ANF