Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Kantonên Rojava nas kir
HEWLÊR - ANF Parlamentoya Herêmê ya Başûrê Kurdistanê piştî 13 saet guftûgoyan, Kantonên Rojava Kurdistanê nas kir û daxwaz ji hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê kir ku bi awayekî fermî bi wan re bixebite.
Teksta biryara parlamentoya Herêma Kurdistanê bi vî awayî ye:
1-Parlamentoya Kurdistanê di her awayekî xwerêveberinê de piştgiriya vîna gelê Rojavayê Kurdistanê dike û pêwîst e hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê bi fermî xebatan li gel bike.
2-Pêwîst e hikûmet li gor karînên xwe alîkariya darayî hevkariya Rojava bike.
3-Aliyên peywendîdar vê biryarê bînin cih.
4-Kar bi ti tekst û biryarekê nayê kirin ku berevajî vê biryarê be.
5-Ev biryar piştî ku di ragihandina fermî ya parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê de hat belavkirin, wê bikeve pratîkê û kar bi wan re were kirin.