1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Parlamentoya Kurdistanê êrişên li dijî çalakvanên Bakûr şermezar kir
Parlamentoya Kurdistanê êrişên li dijî çalakvanên Bakûr şermezar kir,parlamentoya,kurdistanê,êrişên,li,dijî,çalakvanên,bakûr,şermezar,kir

Parlamentoya Kurdistanê êrişên li dijî çalakvanên Bakûr şermezar kir

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN/ROJ NEWS

Parlamentoya Herêma Kurdistanê êrişên li Tirkiye û bakûrê Kurdistanê yên li dijî xwepêşanderên kurd şermezar kir û piştgiriya xwe ya ji bo daxwazên wan anî ziman.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser çalakiyên ku ev bi heftiyanin li bakûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya Kobanê û rojavayê Kurdistanê tên lidarxistin daxuyaniyek nivîskî belav kir. Daxuyanî b navnîşana ‘Daxuyaniya serokatiya parlamentoya Kurdistanê bi armanca şehîdbûn û birîndarbûna xwepêşanderan li bakûrê Kurdistanê’ hat dayîn.

Di despêka daxuyaniya serokatiya parlamentoyê de wiha tê gotin: “Piştî êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê zêde bûn, gelê me li tevayî cîhanê piştgiriya wî bajarê berxwedêr kir û daketin ser cadeyan. Daxwaz ji civaka navneteweyî kirin ku pêşî li komkûjiya DAIŞ’ê li Kobanê encam bide, bigirin.”

Serokatiya parlamentoya Herêma Kurdistanê bal kişand ser çalakiyên li bakûrê Kurdistan û Tirkiyê ku di encamê de 39 kesan jiyana xwe ji dest dan, wiha got: “Gelê me li bakûrê Kurdistanê ligel gelên din ên Tirkiyê, wekî berpirsyartiyekî netewî û mirovatiyê, li bajar û bajarokan xwepêşandan lidarxistin. Xwepêşanderan daxwaz ji deshilatdarên Tirkiyê kirin ku pêşî li çûna alîkariyên mirovî û leşkerî yên ji bo Kobanê bigirin.”

Derbarê êrişên li dijî xwepêşanderan jî, serokatiya parlamentoyê wiha got: “Sazî û dezgehên Tirkiyê li beramberî van xwepêşandanane şiddetekî pir zêde û dij-mirovî hat bikaranîn. Di encamê de bi dehan kes şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn. Herwiha hêjmarekî zêde ya xwepêşanderan hatin binçavkirin.”

Serokatiya parlamentoya Herêma Kurdistanê êrişên li dijî xwepêşanderên kurd şermezar kir û wiha got: “Em wekî serokatiya parlamentoya Kurdistanê wan êrişan û bikaranîna şiddetê ya li dijî xwepêşanderan şermezar dikin. Em daxwazê ji deshilatdarên Tirkiyê dikin ku li cihê rûbirûn, kuştin û girtina xwepêşanderên sivîl, guh bidin daxwazên wan ên ligel daxwazên Neteweyên Yekbûyî û welatên hevpeyman ên li dijî DAIŞ’ê û ji bo li hewara şervanên qehreman ên Kobanê biçin.”

Serokatiya parlamentoya Herêma Kurdistanê piştgiriya daxwazên welatiyên kurd kir û di dawiya daxuyaniya wan de wiha tê gotin: “Serokatiya parlamentoya Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo daxwazên tevayî xwepêşanderan, piştgiriya wan a ji bo Kobanê û tevayî welatên cîhanê dûbare dike. Serbilindî ji bo şehîdên Kobanê, silav li berxwedana xwepêşanderan li her li kûderê be.”