1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Parlemana Kurdistanê: Bûyerên wek yaKelaşînê nayê pejirandin
Parlemana Kurdistanê: Bûyerên wek yaKelaşînê nayê pejirandin,parlemana,kurdistanê,bûyerên,wek,yakelaşînê,nayê,pejirandin

Parlemana Kurdistanê: Bûyerên wek yaKelaşînê nayê pejirandin

Serokatiya Parlemana Herêma Başûrê Kurdistanê li ser bûyera Kelaşînê a di navabara gerîlayên HPG’ê û pêşmergeyên PDK-Î de daxuyaniyek da

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN Serokatiya Parlemana Herêma Başûrê Kurdistanê li ser bûyera Kelaşînê a di navabara gerîlayên HPG’ê û pêşmergeyên PDK-Î de daxuyaniyek da û bang li her dû aliya tê kirin ku, bi rêya diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Serokatiya Parlemana Herêma Başûrê Kurdistanê îro di demjimêr 11’an de li ser bûyera li Kelaşînê di navbara gerîlayên Hêzên Parastina Gel HPG’ê û pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê-Îranê de pêkhatî daxuyaniyek da û bang li her dû aliyan kir ku, bên di bin banê parlemenê de pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û çareser bikin.

Serokatiya Parlemena Hêrama Kurdistanê balê dikîşe li ger giringiya demê û wiha tê gotin: “Em li ser navê parlementoya Herêma Kurdistanê hişyariyekî tund didîn aliyên Kurdistanî. Di demekî gelê Kurd rastî metirsiyên terorê tên bi karanîn çekê di nava aliyên siyasî de rastî pirsgirêkên mezintir tê. Niha Rojhilata Navîn di nava gûherînekî mezin deye. Dinava yek netewê de li dijî hev dest batina çekê bi tewanê netewî tê pejirandin û wek bûyerî reş dikeve dîroka gelê Kurd de û gelê Kurd jî bûyerên wiha napejirîne.”

Serokatiya Parlemena Hêrama Kurdistanê di daxuyaniya xwe de bang li aliyan dike bi rêya diyalogê pirsgirêkên di nava xwe de heyîn çareser bikin û wiha tê ragihandin: “Bang li Serokatiya her dû partiyan dikîn bên li parlemana Kurdistanê rûnin û bi rêya diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

(ak)