1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Parlementerê CHP'ê Gok: AKP û serfermandarî Roboskiyê bincil dikin
Parlementerê CHP'ê Gok: AKP û serfermandarî Roboskiyê bincil dikin,parlementerê,chp,ê,gok,akp,û,serfermandarî,roboskiyê,bincil,dikin

Parlementerê CHP'ê Gok: AKP û serfermandarî Roboskiyê bincil dikin

Parlementerê CHP'ê yê Enqereyê û endamê komîsyona jêrîn Meclîsê Levent Gok, der barê komkujiya Roboskî de diyar kir ku ji ber helwesta AKP'ê û Serfermandariyê tu pêşketin pêk nehatiye.

A+ A-

Parlementerê CHP'ê yê Enqereyê û endamê komîsyona jêrîn Meclîsê Levent Gok, der barê komkujiya Roboskî de diyar kir ku ji ber helwesta AKP'ê û Serfermandariyê tu pêşketin pêk nehatiye. Gok, anî ziman ku AKP û Serfermandarî dixwazin rastiya Roboskiyê bincih bikin. Gok, da zanîn ku komîsyona hikûmeta AKP'ê bi hinceta “kêmasiyên koordinasyonê" dixwazin lêkolîn û xebatê bi dawî bikin.

Di 28'ê Kanûna 2011’an de balafirên şer ên tirk li gundê Roboskiyê bombe barandin û 19 jê zarok 34 welatiyên sivîl qetil kirin. Di ser komkujiyê re 11 meh derbas bûn, lê heta niha tu gav nehatin avêtin. Her çend komîsyona Parastina Mafên Mirovan a Meclîsê komîsyona Jêrîn a Qilabanê ava kir û xwest lêkolîn bê destpêkirin jî heta niha tu gavên şênber nehatin avêtin. Serokê Komîsyona Qilebanê û Parlementerê AKP'ê yê Sakaryayê Sefer Ustun, diyar kiribû ku dê lêkolîna wan di kanûnê de bi dawî bibe û dê tu sazî neyên tawanbarkirin. BDP û CHP'ê bertek nîşanî vê yekê dabûn û xwestibûn ku rast nêzî mijarê bibin. Endamê komîsyonê û Parlementerê CHP'ê yê Enqereyê Levent Gok geşedan û lêkolînên der barê komîsyonê de ji DÎHA'yê re vegot.

‘Belgeyên ku pirsgirêkan dînin holê nehatin'

Parlementerê CHP'ê Gok, diyar kir ku piştî komîsyon hate avakirin û şûnde ji bo bûyer bi berfirehî û pir alî bê lêkolînkirin delîl û belgeyên têkildarî komkujiyê negihiştin destê wan û AKP naxwaze rastî ronî bibe. Gok, da zanîn ku welatiyên herêmê ji ber pirsgirêka debarê ji neçarî serî li vê rêbaza mazota qaçax didin û leşkerî ji vê yekê agahdar e. Gok, da zanîn ku piştî komkujiyê wekî komîsyonê çûn li Roboskiyê lêkolîn kirin û wiha got: "Em bi malbatên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane re axivîn. Me dîmenên Heronan jî temaşe kirin. Me armanc dikir ku em raporê 2 meh piştî komkujiyê bidin. Lê Serokê komîsyonê Ayhan Sefer Ustun serdestî li ser komîsyonê kir û heta îro rapor nehat aşkerekrin. Mixabin heta niha tu agahî û delîlên ku em rastiyê ronî bikin negihişt destê komîsyonê.

‘Xebat ji ber helwesta hikûmet û serfermandariyê pêş neket'

Gok, da zanîn ku ji ber helwesta fermandariya leşkerî û hikûmetê yên ku xwestin bûyerê di nava demê de belav bikin û ser bûyerê veşêrin tu gavên erênî nehatin avêtin. Gok, destnîşan kir ku pir girîng e ku dîmenên Heronê ji aliyê kê ve hatiye temaşekirin. Bi zanebûn bersîva kê lê da, kê ferman da, kê araste kir? nayê dayîn.

‘Cemawerî kujeran nas dike'

Gok, destnîşan kir ku jer ji aliye gel û cemaweriyê ve baş tê zanîn, lê hikûmet û serfermandarî hewl dide ku vê rastiyê veşêre û ji bo ser komkujiyê binçil bike di nava hewldanan de ye. Gok, da zanîn ku belge û delîlên tên xwestin her tim tên taloqkirin û pirsên ku tên pirsîn nayên bersivandin û bi vê yekê dixwazin ser bûyerê bincil bikin.

‘Li herêmê tabûra leşerî heye û her tişt aşkere ye'

Levent Gok, destnîşan kir ku di dîmenên Heronê de karwanê ku raste rast ji Iraqê tên Tirkiyeyê tune. Karwanê ku ji Tirkiyeyê diçe Iraqê heye. Ger ku wekî PKK'e tê bi navkirin jî ji xwe heta niha PKK wisa bi komî û karwanan neketine rêyan. Ev rastî baş nehatiye lêkolînkirin.

‘Roboski şerma Tirkiyeyê ye'

Gok, destnîşan kir ku dema tevgera hewayî dest pê kir rayedar û peyvirdarên herêmê bihatina agahdarkirin wê bihata famkirin ku ev kom, koma welatiyana ku bazirganiyê dikin. Piştî koma bazirganiyê diçin mazotê ev tevgera hewayi hatiye destpêkirin. Ev bûyer ji bo Tirkiyeyê rûreşiyek mezin e.

‘Endamên AKP'ê pirsgirêkê vedişêre.

Gok, destnîşan kir ku endamên AKP’î jî diyar kirin ku dê belge û delîlan kom bikin û têxin nava dosyayê, lê dijberî vê yekê gotin 'Em nikarin pirsgirekê lêkolîn bikin û rastiyê bibînin'. Gotin em nikarin lêkolîn bikin û ev ne karê me ye' û xwestin ser bûyerê bincil bikin. Serfermandarî û hikûmeta AKP'ê hewl didin ku ser bûyerê veşêrin û rastiyê ji gel veşerin.