Parlementoya Başûr: Em nikarin kantonên Rojava nas bikin
ANHA - HEWLÊR - Parlamentoya Kurdistanê bi belavokek nivîskî da diyarkirin ku tû desthilatdariya wan ya naskirina Kantonên Rojavayê Kurdistanê nîne.
Parlamentoya Kurdistanê bersiva 63’ê parlamenterên ku daxwaz kirîn kantonên Rojavayê Kurdistanê bê naskirin da. Li gorî vê parlamentoya Kurdistanê bi belavokek nivîskî ku di 29.09.2014’ande hatiye îmzekirin de daye diyarkirin ku tu desthilatdariya wan ya naskirina kantonan nîne.
Parlamentoyê bi dû xalan bersiva 63’ê parlementerên ku daxwaz kiribûn kantonên Rojava bên naskirin da. Li gorî vê di xala yekem ya di belavokê hatî belavkirin de, hatiye nivîsandin ku pêwîste ev daxwaz ji aliyê herêmên Rojava ve hatiba kirin.Xala dûwem a herî balkêş jî ew bû, parlamentoyê gotiye ne parlamentoya Kurdistan dikare û ne jî desthilatdariya parlamentoya Kurdistanê heye ku kantonên Rojava nasbike.
Li ser vê yekê parlamenterê berê yê fraksyona Goran Ednan Osman RojNewsê re axivî û got: “Gelek balkêşe, serokatiya parlamentoya Kurdistanê rêz li 63’ê parlamenteran nagre.” Herwiha Osman da diyarkirin ku serokatiya parlementoyê li gorî xwe belavok û daxwaznameyan dinivîsêne.
HANA AZAD/RojNews