Parlementoya Îraqê ji Tirkiyê xwest êrîşan rawestînin
NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamentoya Iraqê bi fermî daxwaz ji Tirkiyê kir ku di demek herî zû de êrişên li dijî Herêmên Parastina Medya û Başûrê Kurdistanê rawestîne.
Komîteya peywendiyên derve ya parlamentoya Iraqê derbarê êrişên Tirkiyê de civînek çapemeniyê lidarxistin û destnîşan kir ku wê di vê derbarê de tişta pêwîst çekin.
Parlametnerê Iraqê û endamê komîteya peywendiyên derve yê parlamentoya Iraqê Zafir el-Anî îro li ser vê mijarê civîneke çapemeniyê lidarxist. Zafir el-Anî li ser navê parlamentoya Iraqê bi fermî daxwaza rawestandina êriş û bombebarankirina Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê kir. El-Anî daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di vê derbarê de xwedî helwest be.
Zafir el-Anî di berdewam axaftinên xwe de destnîşan kir ku wê balyozê Tirkiyê yê li Iraqê li ser vê mijarê vexwînin û ji bilî vê yekê ji bo rawestandina bombebaranê tişta pêwîst wê bikin.
Parlametnerê Iraqê û endamê komîteya peywendiyên derve yê parlamentoya Iraqê Zafir el-Anî di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Emê komîteyek ji bo qûrbanî, zerer û ziyanên vê bombebaranê ava bikin û ji bo ji nêz ve lêkolîn bikin.”