Parlementoyê komkujî şermezar kir
Parlementoya Herêma Kurdistanê komkujiya Parîsê şermezar kir
Nerazîbûnên li dijî komkujiya li Parîsê pêk hat û di encamê de sê jinên Kurd ên siyasetmedar jiyana xwe ji dest dan berdewam dikin. Nerazîbûnek jî ji Parlementoya Herêma Kurdistanê hat. Parlementoyê bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir û xwest demek beriya demekê were ronîkirin.
Serokatiya Parlementoya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand “Parlementoya Kurdistanê terorkirina sê jinên Kurd li Parîsê bi tundî şermezar dike” û bang li rayedarên Franseyê kir ku demek zû komkujiyê ronî bike û berpirsên komkujiyê aşkere bike. Peyama Seroketiya Perlemantoya Kurdistanê wiha ye:
“Bi dileke xemgîn roja 10/1/2013’e, me xebera terorkirina her sê xebatkarên jin yên Kurd (Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez) yên, di encama êrişeke terorîstî de li paytexta Frase Parîsê jiyana xwe ji dest dane, wergirt.
Seroketiya Parlementoya Kurdistanê di heman dema ku vê êrişa terorîsta ne ya ku li dijî her sê xebatkarên jin pêk hatiye şermezar dike, sersaxiyê û dilsoziya xwe pêşkêşî rê hevalên û malbatên qurbaniyên êrişa terorîstane dike, her wiha Perlemantoya Kurdistanê aliyên ku li pişt lidarxistina vê êrişa terorîstane bi tundî şermezar dike, di heman demê de bi hêvî ye ku ev bûyera bi êş, bandora xwe neavêje ser hewildanên destpêkirina pêvajoya diyalog ya ji bo çareseriya aşitiyan ya pirsa Kurd li Tirkiyeyê.
Her wiha Seroketiya Parlementoya Kurdistanê, ji aliyên peywendîdar yên Fransî dixweze ku hewildanên xwe ji bo girtina tewanbaran bi hêz bike û aliyên ku li pişt vê bûyera terorîstane aşkere bike.”
ANF NEWS AGENCY