1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Partiya Azadî an Partiya Îxanetê?
Partiya Azadî an Partiya Îxanetê?,partiya,azadî,an,partiya,îxanetê

Partiya Azadî an Partiya Îxanetê?

Ciwanên Dêrikê radestkirina şervanên YPG’ê şermezar kir

A+ A-

Dêrika Hemko Li Dêrikê Tevgera Ciwanên Şoreşger, koma çete ya girêdayî Partiya Azadî (Mistefa Cuma) ku 2 şervanên YPG'ê bi awayekî nemerdî dîl girtibûn û radestî Tirkiyê kiribûn, bi meşekê şermezar kir.

Ciwanên ku li Meydana Azadiyê hatin cem hev, ji vir dest bi meşê kirin. Çalakvanên ku meşale pêxistin, alên kurdî û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hildan, di nava kolanên bajêr de derbas bûn û bi sloganên ku piştgiriya YPG’ê dikin û “îxanetê” nelet dikin, hatin ber avahiya Akademiya Perwerdeyê ya Ciwanên Şoreşger. Piştî meşê Endamê Kordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Harûn Dêrik axivî û diyar kir ku, teslîmkirina şervanên YPG'ê ya Tirkiyeyê îxaneta li dijî nirxên gele. Dêrik, soz da ku ew dê heta dawî li ser şopa “şehîdên” ku li ser destê îxanetê hatin qetilkirin bimeşin û wê heta dawî şopa “Şehîd Xebat Dêrik” bişopînin.

Hefteyek beriya niha komek çekdar a girêdayî Partiya Azadî (Mistefa Cuma) ketibûn gundên Basûtê û Biric Ebalo yên Efrînê û gundiyan ji YPG'ê alîkarî xwestibû. Li ser vê yekê YPG’ê jî heyetek şandibû û koma çekdar xwest ku ji gund derkeve. Lê piştî hevdîtinê koma çekdar 2 şervanên YPG'ê bi awayekî nemerdî revandibûn. Piştre hate hînbûn ku, koma çekdar 2 şervanên YPG'ê teslîmî komeke çekdar a girêdayî Tirkiyeyê kirin, wê komê jî herdu şervan di deriyê sînor ê Tilebyed re teslîmî îstixbarata Tirkiyeyê kirine.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek nivîskî dabû û teslîmkirina 2 şervanên YPG'ê wekî îxanetê binav kiribû.