1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Partiya Azadî: Ketîbeya Selahadîn Eyûbî nêzîkî me ye
Partiya Azadî: Ketîbeya Selahadîn Eyûbî nêzîkî me ye,partiya,azadî,ketîbeya,selahadîn,eyûbî,nêzîkî,me,ye

Partiya Azadî: Ketîbeya Selahadîn Eyûbî nêzîkî me ye

Partiya Azadî: Ketîbeya Selahadîn Eyûbî nêzîkî me ye

A+ A-

Di dawiyê de Serokê Partiya Azadî Mistefa Cuma li xwe mikûr hat ku hêza çete ku 26ê Cotmehê li taxa Helebê Eşrefiyê li dijî kurdan komkujî pêk anî nêzîkî wan e. Piştî êrişa ku di encamê de 13 kurd hatin kuştin, yek ji fermandarên YPGê Sîpan Hemo diyar kiribû ku ev hêz nêzîkî Misetefa Cuma ye.

Alîkarê fermandarê Artêşa Azad a Sûriyeyê Malik El Kurdî jî eşkere kiribû ku koma çekdar a bi navê Ketîbeya Selaheddîn Eyûbî bûye sedema aloziyê. Rojnamevanê Tirk Hesen Cemal li Hewlêrê bi serokê Partiya Azadî Mistefa Cuma re reportajek çêkir ku tê de gelek agahiyên girîng ku raya giştî ya kurd li bendê bû derketin holê.

Hesen Cemal ku di destpêka heftê de li Otêla Dîwan a Koç Holdîng a Tirkiyeyê li Hewlêrê bi Mistefa Cuma re rûnişt, di nivîsa xwe ya îro de behsa vê rûniştinê dike. Mistefa Cuma ku li Hewlêrê dijî û nêzîkî PDKê ye, li xwe mikur hat ku hêza çete a bi navê "Ketîbeya Selaheddîn Eyûbî" ku destê wê di komkujiya taxa Eşrefiyê de hatî piştrastkirin, nêzîkî wan e.

Di derbarê "Ketîbeya Selaheddînê Eyûbî" de Mistefa Cuma ji Hesen Cemal re dibêje “Di nav de komên cuda hene. Hejmarek eskerên kurd ên ji artêşa Sûrî veqetiyane jî cih digrin. Komek çekdar e. Nêzîkî me û li dijî PYDê ye. Car caran tevî Artêşa Azad a Sûrî jî tevdigere û bêhtir li herêma Heleb û Efrînê dimîne.”

Hêjayî gotinê ye, beriya niha hatibû piştrast kirin ku gelek eskerên kurd ên ji artêşa Sûriyeyê reviya ne, bi rêya Mistefa Cuma derbasî Başûrê Kurdistanê bûne û li wir ji aliyê pêşmeregeyên PDKê ve hatine perwerdekirin.

Hesen Cemal di nivîsa xwe de tîne ziman jî ku li gorî hin agahiyan, pîlan hene ku ev koma bi navê "Ketîbeya Selahaddîn Eyûbî" li dijî PYDê were bikaranîn û bi rêya wan ji Tirkiyeyê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve korîdorek were vekirin. Mistefa Cuma ku têkiliyên wî bi xwe bi Tirkiyeyê re xurt in û li Hewlêrê bi Ehmed Dawidoxlu re rûniştibû îtîraf dike ku hemû hewldanên Tirkiyeyê ji bo bêbandorkirina PYDê ne.

Hêjayî bibîranînê ye, di vê çarçoveyê de beriya niha du belgeyên nehênî yên hevkariya di navbera Tirkiye, Amerîka, Îsraîl, Elmanya û PDKê de derketibûn holê. Di van belgeyan de di mijara têkoşîna li dijî PYDê de navê partiya Misfeta Cuma partiya Azadî û El Partî jî derbas dibû.

Rojnamevan Hesen Cemal di dawiyê de Mistefa Cuma bi nav gotinan dide naskirin: “Mistefa Cuma 65 salî ye, serokê Partiya Azad e, nêzîkî Barzanî û li dijî PYDê ye. 9 zarokên wî he ne, keç û kurekî wî li zanîngeha Selahedînê dixwînin.”

ANF NEWS AGENCY