1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Partiya Hur Davayê bi hîzbullahiyan dikeve hilbijartinê!
Partiya Hur Davayê bi hîzbullahiyan dikeve hilbijartinê!,partiya,hur,davayê,bi,hîzbullahiyan,dikeve,hilbijartinê

Partiya Hur Davayê bi hîzbullahiyan dikeve hilbijartinê!

A+ A-

HAYRÎ DEMÎR

AMED (DÎHA) - Partiya Hur Davayê li 9 bajaran bi namzetên serbixwe têkevin hilbijartina 7'ê Hezîranê. Namzetên hatine destnîşankirin ji kesên ji doza Hîzbullahê hatine girtin û parêzvaniya wê kirine pêk tê.

Partiya Hur Davayê çend roj berê li Amedê cînek li dar xist û di vê civînê de aşkera kir ku ew ê bi namzetên serbixwe têkeve hilbijartina 7'ê Hezîranê. Namzetên ku hatine destnîşan kirin li Bedlîs, Amed, Wan, Çewlîk, Mêrdîn, Şirnex, Êlih, Edene û Rihayê têkevin hilbijartinê û wekî namzetên di hilbijartina şarederiyê ya 2014'an ji kesên ku ji doza Hîzbûllahê hatine girtin û parêzvaniya wan kirine pêk tê. Têkilyan gelek namzetan bi kesên di salên 90'î de ev Hîzbullaha ku li gelek bajaran bi sedan welatî qetilkirine re heye û bi taybetî jî di berxwedana Kobanê de bi aşkerayî neyariya kurdan kirine. Hin ji van namzetan ji ber sûcên cuda ji dozên Hîzbullahê hatine darizandin û hin ji wan jî parêzvaniya wan kirine. Her wiha rêveberên Mustazaf-Derê ya ku ji ber alîkarî dida Hîzbullahê hat girtin jî wekî namzet nîşan dane.

'Navê Gok di qetilkirina Temel de derbas dibe'

Aydin Gok ê ku li Êlihê wekî serbixwe hatiye destnîşankirin ji ber doza Hîzbullahê 3 sal û 5 mehan di girtîgehê de maye û di navbera salên 1994-1998'an de şaredarî kiriye. Di hilbijartina herêmî de namzetê şaredariyê bû û beriya bibe namzet Serokê Partiya Hur Davayê yê Êlihê bû. Di sala 2013'an de ciwanê kurd Ozcan Temel hat qetilkirin û ji ber qetilkirina Temel Serokê Komeleya Piştevaniya Mustazafiyan (Mustazaf-Der) Veysî Gultekîn hatibû girtin û ligel vê yekê Gok nehatibû girtin. Gok îdiakiribû ku tu têkiliya wî bi vê bûyerê re tune ye.

Kilinç Serokê Mustazaf-Dera Mêrdînê bû

Wekî Êlihê namzetê wan ê Mêrdînê Mahmut Kilinç jî demekê ji doza Hîzbullahê di girtîgehê de maye. Kilinç di hilbijartina herêmî de wekî namzetê Şaredariya Bajarê Mêzin a Mêrdîn hatibû destnîşankirin. Kilinç di salên 1992'an û 1995'an de du caran hatiye girtin û salekê di girtîgehê de maye. Di sala 2001'an de careke din hatiye girtin û 2 sal û nîv di girtîgehê de maye. Kilinç serokatiya Mustazaf-Derê ya Mêrdînê dikir.

Ji ber hîzbullahiyan derxistiye derve hatibû binçavkirin

Ji bilî bajarên Kurdistanê bajarê ku tenê namzetê xwe yê serbixwe destnîşan kiriye Edene ye. Namzetê wan Salih Demîr Serokê Mustazaf-Dera Tarsusa Mêrsînê bû û gelek caran ji ber doza Hîzbullahê hatiye binçavkirin. Herî dawî ji ber kesên ku di 2011'an de bi guhertina qanûnan ji girtîgehê serbest hat berdan derxistiye derve bi ser mala wî de girtin û hat binçavkirin. Demîr Serokê Partiya Hur Davayê ya Mêrsînê bû û partiya wan a ku destê wê di xwîna gelek kesên di serhildana Kobanê de hatin qetilkirin de heye wekî bêsûc nîşan da û bi gotinên "Talanker û serseriyên xwe girê bidin. Ger ku ev agir pêkeve ne tenê em, dê her kes zirarê bibîne" gef li her kesî xwar.

Şahîn ê ku digot 'girêdana barazî tune ye' jî bû namzet

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Hur Davayê yê berê Saît Şahîn di hilbijartina herêmî de namzetê şaredariyê bû, di salên 90'î de ji bo cînayetên Hîzbullahê paqij derxîne dixebitî. Şahîn serokatiya Mustazaf-Dera Stenbolê ku ji ber alîkarî dida Hîzbullahê hat girtin dikir û berkevkiya Tevgera Mustazafiyan a berdewama Mustazaf-Derê ye dikir. Şahîn di bernameyeke televizyonê de gotinên "Hîzbullah bi girêdana barazî mirov dikuştin" qebûl nekir û îdia kir ku girêdana barazî wekî parçeyek operasyona derûnî ye û hewl da ser kuştinên hovane yên ji hêla Hîzbullahê ve hatine kirin bigire. Şahîn di çarçoveya doza Hîzbullahê de bi serokê wê Haci Înan û 16 kesên din re dihat darizandin û bi daxwaza rêveberê Hîzbullahê ye ji 15 salan heta 22,5 salan bê cezakirin doza lê hatibû vekirin. Di danişîna dawî ya di meha gulana 2013'an de hat dîtin de ji ber "Rêveberiya rêxistinê" 12 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn.

Parêzeriya Hîzbullahê dikir

Mehmet Mehdî Oguz ê li Wanê wekî namzet hat nîşandin di "Operasyona Hîzbullahê" ya ku ji hêla Wezareta Dadê ve hatibû destpêkirin û Lijneya Dîsîplîna Bilind a Wezareta Dadê têkiliya Oguz a bi Hîzbullahê re tespît kiribû û biryara "derxistinê" dabû. Piştî vê biryarê Oguz parêzvaniya Hîzbullahê kir. Oguz parêzeriya cînayetên Hîzbullahê yên ku di salên 90'î de pêk anîbû dikir.

Li gorî namzetê Rihayê Hîzbullah rastiyeke Tirkiyeyê ye

Mehmet Yavuz ê ku ji Rihayê wekî nanzet hatiye destnîşankirin nêrîna wî ya li hemberî Hîzbullahê rastiya wî derdixe holê. Yavuz di daxuyaniya piştî serhildana Kobanê de Hîzbullah wekî rastiya Tirkiyeyê nîşan dabû û îdia kiribû ku Hîzbullah li Tirkiyeyê baç nayê naskirin.

Serokê Partiya Hur Davayê Zekeriya Yapicioglu jî wekî namzetê Çelîkê Mehmet Mehdî Oguz parêzeriya Hîzbullahê dike. Partiya Hur Davayê di hilbijartina herêmî de li gelek bajaran kujerên Hîzbullahê wekî namzet nîşan dabûn. Namzetên şaredariya Rezan û Sûrê Vedat Turgut û Mahmut Uçar di 24'ê sibatê de ji hêla YSK'ê de namzetiya wan hatibû betalkirin.

(wk)