1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Partiya înşaya Xweseriya Demokratîk tê
Partiya înşaya Xweseriya Demokratîk tê,partiya,înşaya,xweseriya,demokratîk,tê

Partiya înşaya Xweseriya Demokratîk tê

A+ A-

AMED (DÎHA) - BDP bi kongreya dê di 11'ê tîrmehê de li Enqere li dar bixe rêxistinekî nû pêk tîne. BDP dê navê xwe biguherîne û bike Partiya Demokrasî ya Herêman û bi slogana "Kêmtir dewlet zêdetir ciwak" piranî dê li Kurdistanê rêxistinbûna xwe pêk bîne û bibe hêza înşaya xweseriya demokratîk.

BDP 3'yemîn Kongreya xwe ya Asayî di 11'ê tîrmehê de li Salona Kongreyê ya TMOBB'ê ya Enqere dê li dar bixe. Amadekariyên kongreyê berdewam dikin û li bendêne ku 800-900 delege tevlî kongreyê bibin. Gelek nûnerên saziyan ên Ewropayê û nûnerên siyasî yên Rojhilata Navîn dê tevlî kongreyê bibin. Di kongreyê de guherîna navê partiyê û mijarên din ên bên guherîn dê pêk bên. Kongre dê bi slogana "Kêmtir dewlet zêdetir civak" pêk bê û navê BDP'ê dê bibe Partiya Demokrasî ya Herêman. Ligel guhertina navê partiyê dê di aliyê rêxitin de jî guhertinên girtîn pêk bên. Armanca partiyê ew e ku bibe hêza înşaya xweseriya demokratîk.

Hevserokên ciwan tên

Xebatê kongre bi lez berdewam dike û ji hevserokên partiyê yek Kamuran Yuksek ê ku di çarçovaye doza sereke ya "KCK'ê" de 5 salan girtî ma ye û hevseroka din dê jinekî ciwan be.

Di rêziknameya partiyê de madeyê xweseriya demokratîk bi cih kirin

Di rêzikname û bernameya BDP'ê ya nû pêk bê de dê biryarên girîng ên pêşeroja gel a demokratîk pêk bînin cih bigirin. Di bernameya partiyê de madeyên bingehîn ên "Pêşxistina hişmendiya modernîteya demokratîk a jiyana civakî" û "Pêşxistina Xweseriya Demokratîk a bi perspektîrfa netewa demokratîk" cih digirin.

Spartina herêman dê bi pergala îdarî pêk bê

Piştî kongreyê dê BDP dê rêbaza civakbûnê danî pêşiya xwe. Bi vê yêkê dewletê tenê weke koordînasyona kar û rolê dê bê dîtin û hêza rêxistinbûna civakê pêk bîne. BDP dê li herêman rêxistinbûna demokrasiyê bike û xebatên wê bimeşîne û pergala îdarî dê sparêje herêman. Di vê çarçoveyê de hemû cudahî dê xwe li herêman rêxistin bikin û rêxistina xwe ya îdarî pêkbînin. BDP piranî dê li Kurdistanê xebatan bimeşîne, li herêmên Deryaya Reş, Ege, Marmara, Deryaya Spî û Anatoluyaya Navîn jî xebatên tekînîkî bikin.

BDP dê xwedî polîtîkayekî hemû bawerî, nîjad û nasnemyên cuda yên li herêmê dijîn be. BDP dê xwedî polîtîkayên aboriyê yên hemû civakê pêk bîne be. BDP dê li Kurdistanê li hemberî pergala kapîtalîst dê qanalên aboriya demokratîk pêş bixe û xebatên wê bike.

Nirxên xweseriyê dê bi civakê re bên parastin

BDP dê weke hêza înşaya xweseriya demokratîk li Kurdistanê rêxistinbûna xwe bidomîne û hêza kadoriyên xwe piranî dê li Kurdistanê kom bike. BDP dê kadroiyên siyaseta demokratîk perwerde bike û bi hedefa veguherîna civakê ya hişmendî, çandî û civakî tev bigere. Li aliyekî dê bi kadoriyên nû rêxistinbûna siyaseta xweseriya demokratîk pêk bîne li aliyê din jî nirxên civakî yên bi xweseriya demokratîk afirandin bi civakê re biparêze.

BDP dê di dema nû de rêxistinbûna xwe piranî ji ciwanan pêk bîne. Hemû kadroyên BDP dê li gorî jiyana gel tev bigerin. BDP dê vîzyona wekheviya jin û zilam bi pejirîne.

BDP dê polîtîkaya xwe ya derve li gorî Rojhilata Navîn bimeşîne

BDP dê di polîtîkaya derve de jî biryarên cidî bigire û ji rojava pêtir dê berê xwe bide Rojhilata Navîn. BDP dê çarçoveya Yekîtiya Rojhilata Navîn a Demokratîk poîtîkayan pêk bîne.

(bd)