Partiyên Başûr: Divê gel ji naveroka destûrê werin agahdarkirin
HANA AZAD/HEWLÊR/ROJNEWS
Hêjmarek ji partî û aliyên siyasî li bajarê Hewlêrê ji bo gotûbêjkirina destûr li hev civiyan.
Îro 16 partî û aliyên siyasî li ser banga Partiyên Zehmetkêşan, Şuyî û Sosyalîst li baregeha Hizba Şuyî ya Kurdistanê ji bo li ser destûr nîqaş bikin hatin cem hev.
Piştî civînê nûnerên partiyan civînek çapemeniyê lidarxistin û diyar kirin ku pêwîste destûra tê amadekirin netewî be û nêrînê hemû aliyan ber çavan bigire.
Nûnerê Hizba Şuyî ya Kurdistanê, Ehmed Şêrwanî di civîna çapemeniyê de ragihand ku pêwîste xelkê herêmê ji proseya amadekirin û naveroka destûr agahdar bibin. Şêrwanî herwiha dazanîn ku divê destûr ji aliyê gel ve were amade kirin û wiha got: “Divê hemû alî beşdarî pergala rêveberiya Herêma Kurdistanê bibi.”
16 partiyan herwiha destnîşan kirin ku divê civînên bi vî rengî hertim berdewam bike.
Heta niha 9 made ji destûra Herêma Kurdistanê ji aliyê komisyona 21 kesî ve hatine amadekirin. Mijara destûr yek ji rojevên sereke û girîng ê Başûrê Kurdistanê ye.
(ge)