Partiyên kurdan: Tirkiye leşkerên OSO perwerde dike û dişîne Serêkaniyê
Nûnerên partî û saziyê kurdan ên li Tirkiyeyê êrîşên OSO û Tirkiyeyê yên li Serêkaniyê li hemberî kurdan pêk tên rexne kirin û bertekên xwe anîn ziman.
BÎLAL GÛLDEM
Nûnerên partî û saziyê kurdan ên li Tirkiyeyê êrîşên OSO û Tirkiyeyê yên li Serêkaniyê li hemberî kurdan pêk tên rexne kirin û bertekên xwe anîn ziman. Nûneran, diyar kir ku êrîşên li hemberî Serêkaniyê nayên qebûl kirin û xwest her kes li hemberi vê yekê bertekên xwe bînin ziman. Nûnerên partiyên kurdan diyar kirin ku leşkerên OSO li Tirkiyeyê tên perwerdekirin û Tirkiye wan dişîne Serêkaniyê.
Hefteyek e li bajarê Serêkaniyê yê Rojava, şerê di navbera kurdan û komên çete (OSO) de berdewam dike. Hefteyek berê Serokê Meclîsa Gel a Bajêr Abid Xelîl hate kuştin. Di mudaxelekirina YPG'ê de jî, ji komên çete gelek kes hatin kuştin. Herî dawî duh di navbera endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çeteyên ku li Tirkiyeyê tên perwerdekirin (OSO) de şer derket û 25 leşkerên OSO hatin kuştin û endamekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da. Heta niha gelek welatiyên kurd li wir, di encama van êrîşan de jiyana xwe ji dest dan. Nûnerên partî û saziyan kurdan ên Tirkiyeyê li hemberî van geşedanan nerazîbûnên xwe anîn ziman û xwestin bi lezgîn ev alozî bi dawî bibin. Nûnerên partiyên kurdan piştgiriya xwe anîn ziman û xwest her kes li dijî van aloziyan dengê xwe bilind bikin. Nûneran nêrîn û bertekên xwe ji ajansa me DÎHA'yê re anîn ziman. Nûneran, diyar kir ku êrîşên li Serêkaniyê pêk tên hemû ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tên organîze kirin û desteka Tirkiyê mezin ji bo çeteyan çê dibe. Kordînatorê İnsiyatîfa Azadî Adem Ozcaner, diyar kir ku li Rojava gelê kurd rêxistinek ava kiriye destkeftiyê mezin bi dest xistine û gel li wir rabû ye ser piya, bi her aliyan ve xwe bi rê ve û bi pêş ve dibe. Ozcaner, anî ziman ku heta niha gotinê Tirkiye li ser gotina bû lê niha li ser Rojava talûkeyek mezin xistiye rojevê û wiha got: "Ev 3-4 roje Tirkiye bi destê xwe plana nake, lê bi rê û rêbazan cûda ne şêwaz, qanunî, bi rewatî û alîkariya çeteyan li cihê ku kêm netew dijîn, li wan deran teşqeleyan derdixe û di nav gelan de şer û pevçûnan dide destpêkirin. Li her çar parçeyên Kurdîstanê dixwazin gelê kurd nebin desthilatdar û bi pêşve biçe. Bi taybetî di mafê rewa de û ji bo ku têkoşîna gelê xwe pêşve didin, ji ber vê meselê bi riya çeteyan dixwazin şer û provakasyona der bixin. Dema mirov lê mêze dike tenê gelê kurd dibe hedefa êrîşan û mixabin şehît dikevin."
Ozcaner: OSO bi alîkariya Tirkiyê dikeve Rojava
Ozcaner, destnîşan kir ku ji ber di pêşingiya PYD û partiyê kurdan ve statu pêk hatiye, dewleta Tirk dixwaze ji bo berjewendiyê xwe tev bigere. Ozcaner, derbirî ku bi hînceta PYD û siyaseta kurd a li Rojava êrîşê hemû nirxên kurdan tê kirin û got li gel şehadetê gelê kurd ji wir koçber bûn jî çê dibe û hem hatine bakur û hem çûne Herema Fedaral a Kurdîstanê. Ozcaner, anî ziman ku dema li ser sînor li bûyarên Serêkaniyê tê mêzekirin li wir hinek malbatê kurd malwêran bûne û wiha axivî: "Dewleta tirk desteka herî mezin dide çeteyan ji bo ku li kurdîstanê aramî çê nebe. Dewletek wek Tirk qaşo xwe bi demokrasiyê dide nasîn lê bi çeteyan re têkilî datîne. Çek û alavên şer dide wan ji bo ku zerare bide gelê kurd û nirxên wan. Lê ji bo vê dewletê gelek xerabe ye. Dê rojek derê pêşberî wan. Çawa dewlet li hemberî kurdê bakur rê û rêbazê rewa pêk nayne dixwaze li hemberî rojava jî bi leyîstikê di nav kurdan de perçebûyînek çêke û hêza kurdan lawaz bike. Lê ez ne bawerim ev bi ser bikevin ji ber ku vîna gelê kurd xurt e. Êdî yekîtiya kurdan a netewî pêk hatiye û ji hemû aliyê cîhanê destek digire."
'Çi bi serê gelê Rojava bê tê yê me jî'
Serokê Giştî yê Komela Şoreşgerên Demokrat ên Kurd (DDKD) Îmam Taşçier jî da zanîn ku OSO û Tirkiye ji hefteyekî zêdetire li Serêkaniyê şer û pevçûnê dijwar hatine destpêkirin û OSO bi piştgirî û çekên Tirkiyê êrîşî kurdan dikin. Taşçier, diyar kir ku ev çete naxwazin kurd li Suriyê bibin xwedî statu û bi gihîjin mafê xwe yê rewa . Taşçier bal kişand ser bi rêvebirana kurdan û ev tişt got: "Ev çend mehe li gelek bajaran gelê kurd statuya xwe avakir û di wir de xwe bi xwe rêve dibin. Lê Tirkiye ji roja ewil vir ve naxwaze kurd li wirê xwe idare bike. Ji ber vê yekê mudaxeleyî Suriyê kirin." Taşçier, da xuya kirin ku ew wek kurdên bakûr ji bo piştgiriya kurdên Rojava komîteyek ava kirine û hefteya derbas bû ew çûn Enqerê bi balyozxaneya DYA û YE re hevdîtin kirine û got aloziya li Rojava bi wan re nîqaş kirine. Taşçieri got ku dema behsa Rojava û statuya kurdan ji wan re hate kirin ji xwe re matmayî mabûn û wiha got: "Me got dê gelê kurd ên bakur li hember Tirkiyê derên." Taşçier, da zanin ku rojava û bakur yek perçeye bi sînorek sunî ji hev hatiye qetandin û wiha pêde çû: "Çi bi serê kurdên li Surî bê tê serê me jî. Pêwîste em bê deng nemînin. Çi ji destê me bê emê bikin. Polîtîkaya hikûmeta Tirkiyê li ser kurda ye. Ev çeteya OSO'yê li Tirkiyê dijîn bi pereyan wan dişînin Suriyê. Armanc ew e ku dixwazin kurd nebin xwedî maf. Kurd li ku xwe rêxistin bikin dê Tirkiye neyartiyê bike û êrîş bibin ser. Pêwîste em wek partî û rêxistinên kurdan ji vê yekê re misade nekin."
Baksî: Destkeftiyên kurdan li zora Tirkiyê çû
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Tevkar û Demokrasiyê (KADEP) Lutfî Baksî, destnîşan kir ku raste raste dewleta Tirk OSO'yê bi rê ve dibe û got ew li dijî gelê kurd in. Baksî, bi lêv kir ku li Rojava gelek fersendekî dîrokê derket holê û partiyê kurdan destkeftiyên mezin bi dest xistine û wiha domand: "Ev ji bo Tirkiyê bû problemek mezin. Pêşî xwestin Kurdîstana Surî dagir bikin lê ji destê wan nehat. Niha jî dixwazin bi awayek din dest bidin van destkeftiyan û derbeyek mezin li kurdan bixin. Çi ji destê wan tê bi awayekî xerab bi ser kurdan ve diçin. Lê em bi vê bawerin ku kurd bi rêxistinkirîne û bi hêzin, dê van leyistikên dewleta Tirkan û OSO'yê vala der bixin." Baksî, daxuyand ku hinek hevalê wan li ser sînor lêkolînan kirine bi çavê xwe dîtine ku vagon û tîmên teybet ên Tikiyê hatine bi cih kirin. Baksî ev tişt got: "Dewleta Tirk bi awayekî aşkere bi alî ye û dixwaze rojava di bin kontrola wan de be. Me ji 1925'an vir ve çi qewimiye me xwe li wan girtiye. Pêwiste em kurdên bakur hem di aliyê manevî û madî de bibin alîkar. Em ji niha ve amadekariyê xwe dikin ku alîkarî berhev bikin bibin Serêkaniyê."
'Dê kurd taktîka Tirkiyê vala derxin'
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzmê Azîz Mahmut Ak jî diyar kir ku heta niha kurdan li Suriyê siyasetek pir baş meşand û bi siyaseta xwe gelek tiştên girîng bi dest xistine. Ak, da zanîn ku girînga herîm ezin jî ew e ku kurd statuyekî ava kirin û axivî: "Dewleta Tirkiyê, ji bo ku kurd li wir nebin xwedî statû çi destê wan tê dikin. Ev çete ji aliyê Tirkiyê ve têne destek kirin. Dixwazin bi êrîşê wan çeteyan xweseriya rojava xera bikin. Kurdan xwe li derdora vê xweseriyê kir xelek û li her cihan alê Kurdîstanê hatin çikandin. Dê kurd li wir li ber xwe bidin û taktîka Tirkiyê vala der bike ve. Ji bo alîkariya gelê rojava em ê kampaniyek siyasî li dar bixin." Ak, anî ziman ku leşkerê Tirkiyê qet li wir xuya jî nekin hemû cîhan dizane ku OSO ji aliyê Tirkiyê ve têne destek kirin û bi bîr xist ku perwerdehî, aborî û hemû pêvidiyê wan ji aliyê Tirkiyê ve tê birêve birin wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hemû qampên wan li aliyê Tirkiyê ne. Dixwazin Kurdîstanê ji statuyê red bikin. Heta ji destê me bê em ê li hemberî siyaseta qirêj ya Tirkiyê derkevin. Em wek rêxistinên kurdan dikarin herin ber sînor destekê bidin kurdên rojava. Niha li başûr û rojava statu heye ev wisa be dê ji bo bakûr û rojhelat hêsanbûn derê holê. Em ê gelê xwe rojava bi tenê nahêlin bila her kes viya baş dizanibe."
'Yekîtiya parastinê hewce ye'
Serokê Rêxistina Partiya Maf û Azadiyê (HAKPAR) ya Amedê Vasif Kahraman destnîşan kir ku Artêşa Azad û hikûmet Tirkiyê li wir aloziya derdixe û şer û pevçûn gûr kiriye û gor dixwazin gelê Serêkaniyê wir vala bike. Kahraman, da zinîn ku çete di ser Tirkiyê de derbasî Serêkaniyê dibin û alîkariya tanq û topan Tirkiye dide wan çeteyan ku kurdan pê qetil bikin. Kahraman bal kişand ser yekîtiya kurdan û got hewceye ku kurd li wir bi yekîtiya xwe xurt çê bikin ji bo parastina xwe.