Partiyên Swêdê pirsgirêka Kurd gotûbêj kirin
Stockholm - Federasyona Kurdan a Swêdê ji bo panela li ser çareseriya pirsgirêka Kurd a ku nunerên partiyên siyasî yên partiyên wan di Parlementoya Swêdê de ne malovanî kir.
Rojnamevan Eşref Okumuş moderatoriya panelê kir û bi kurtî rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê vegot. Okûmûş destnîşan kir ku her çendî piraniya Kurdan Xweseriya Demokratîk dixwazin, PKK jî ev 10 sal in dibêje ew ji bo Kurdan xweseriyê dixwaze, lê Tirkiye û welatên Rojava PKK’ê weke rêxistineke dabeşkar bi nav dike. Okûmûş bi bîr xist ku dewleta Tirk dixwaze dawazên Kurdan bi zext û êrîşan biçewisîne.
NAVÊ AJALAN JÎ GEF LI EWLEHIYA TIRKIYEYÊ DIXWIN!
Seroka Federasyona Kurdan a Swêdê Aycan Şermîn Borzarslan jî behsa armanca panelê kir. Piştî Borzarslan, Parlementerê Partiya Gel û Berdevkê Polîtîkayên Derve Frederik Malm got ku dewleta Tirk ji dema avabûna rejîma totalîter û vir ve gelên Kurd û Ermeniyan înkar dike. Malm diyar kir ku dewleta Tirk heta niha jî li ser vê rêyê berdewam dike û navên zanyaran li ajalan kirine ên weke “Vulpes Vulpes Kurdistanica (Rûviyê Sor ê Kurdistanê) û Ovis Armenianan (Mîha Ermeniyan) weke li gefekê li hemberî ewlekariya Tirkiyeyê dibînin û bi vê hincetê navê van her du ajalan guhertine.
Parlementera Partiya Navend Abir Al-Sahlani diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku partiyên Swêdê ji bo mîsogerkirina mafên Kurdan û kêmarên dinên li Tirkiyeyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê hewl bidin û bi bîr xist ku ew piştgirî didin endamtiya Tirkiye ya bo Yekitiya Ewropayê (YE). Her wiha xwest Tirkiye dest ji helwesta nijadperest û înkarkirina Kurdan berde.
EM PIŞTGIRÎ DIDIN MAFÊ DIYARKIRINA ÇARENÛSÊ YÊ KURDAN
Parlementerê Partiya Gel Kamîl Îsmaîl jî ragihand ku wana di sala 2010 de li Parlementoyê Komîteya Kurd a ji parlementerên hemû parçeyên Kurdistanê pêk dihat avakirine, û destnîşan kir ku ew piştgirî dide mafê diyarkirina çarenûsê yê gelê Kurd. Her wiha bi bîr xist ku ji serhildana Şêx Seîd ve dixwazin serhildanên Kurdan bi zext û êrîşan têk bibin, lê vê yekê nîşan dan ku pirsgirêka Kurd bi van rêbazan çareser nabe, tenê dikare bi rêbazên aşitiyane çareser bibe.
Endama lijneya rêveber a Navenda Rêxistina ciwanan a Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat SSU û seroka duyemîn ya Enternasyonel a Ciwanan a Sosyalîs Evîn Încîr diyar kir ku desthîlatdariya AKP’ê kanaleke televîzyonê a kurdî avakiriye û kurdî jî kiriye dersa hilbijarte û bi vê yekê xwe wekî ku di pirsgirêka kurd de weke ku pêngav avêtiye nîşan dide. Încîr wiha got: “Lê di rastiyê de televîzyona kurd di bin kontroleke mezin de ye. tehemulê hin tîpên ku di alfabeya kurdî de heye jî nake. Em wekî Partiya Karkeran a Sosyal Demokratî û rêxistina wan ya ciwanan dixwazin ku kurd bi zimanê dayika xwe perwerdê bibînin û nasname û çanda wan bikevin bin ewlehiya makeqanûnên. Niha 70 rojnameger di girtîgehan de ne. Ne mumkune ku em vê qebûl bikin. tikriye ji bo ku pêşî li binpêkirina mafan raman û çapemeniyê bigire divê bikeve nava hewldan. Em daxwaz dikin ku hemû girtiyên siyasî bên berdan. Li girtîgehan tecawîzên zarokên kurd dikin. Divê welatên Ewropayê li dijî vê bê deng nemînin û demildets bikevin nava hewldanan.
JI BO ÇARESERIYÊ BILA BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKIN
Parlamenterê Partiya Çep Jacob Johnson diyar kir ku di makeqanûna ya ku nû tê plankirin de divê nasname, statu û zimanê kurdan bikeve bin ewlehiyê. Johsson wiha got: “Dewleta Tirk bi TMY’ê bawer dike û rewşenbîr û siyasetmedarên kurd bi sûcên bê bingeh dikin girtîgehan. Ya destpêkê divê hemû girtiyên KCK’ê serbest bên berdan. Di sala 2001’an da li hemberî DYA’yê êrîş pêk hat û piştî êrîşan ligel gelek rêxistinan PKK jî xistin lîsteya terorê. Ev lîste divê ji nûve bê sererastkirin û divê PKK ji lîsteyê bê derxistin. Ji bo çarseriya pirsgirêkê divê bi Ocalan re hevdîtin bên kirin û muzakereyên Osloyê ji nû ve bên destpêkirin.
LI TIRKIYEYÊ NE DEMOKRASÎ, DÎKTATORÎ HEYE
Endamê Komîsyona Têkliliyê Derve û Parlamenterê Partiya Keskan, Wallter Mutt diyar kir ku li Tirkiyeyê ne demokrastî dîktatorî heye. Mutt wiha pê de çû: “Nêzî 100 rojnameger di girtîgehê de ne. Li midûrê karê nivîsan yên rojnameya kurdî 166 ceza hate birîn. dema mirov wisa dibînin ne mumkune mirov behsa demokrasiyê bikin. em wekî polîtîkavanên Swêdê tişta ku hewce ye em ji AKP’ê re bêjin ev e ku divê demildest siyasetmedarên kurd bên berdan. Ji bo berpirsyarê 17 hezar kuştinên kiyarnediyar bên aşkerakirin divê komîsyonek rast bê avakirin. Dewleta tirk divê l ihemberî mafê kurdanbi rêzdar be. Ji ber vê jî divê referandumê çêbike.
Berdevka Polîtîkaya Derve û Parlamenterê Partiya Demokrat a Xiristiyan Desîree Pethrus da zanîn ku dewleta tirk peymanên navnetewyî yê ku îmzekirine pêk neanîne. Li şûna ku daxawzên kurdan bîne cih bi zext û zordariyan bi ser kurdan de diçin.
ANF NEWS AGENCY