Partî û aliyên Başûr serkeftina HDP’ê pîroz
HANA AZAD/HEWLÊR
Gelek partî û aliyên Başûrê Kurdistanê şevê din bi daxuyaniyan serketina HDP’ê pîroz kirin.
Piştî serketina HDP’ê di hilbijartinan de û derbaskirina benda ji sedî 10’an gelek partî û aliyên hikûmeta Herêma Kurdistanê ev serkeftin pîroz kirin.
Cîgirê Sekreterê giştî yê YNK’ê Kosret Resûl bi daxuyaniyekî serkeftina HDP’ê pîroz kir û dazanîn ku yekem care di dîrokê de kurd dibin xwedî komek taybet li parlamentoya Tirkiyê.
Endamê Polîtburoya YNK’ê Berhem Salih jî pîrozbahiya vê serkeftinê kir û diyar kir ku dem dema mafê rewa yê gelê Kurdistanê ye. Herwiha serokê parlamentoya Herêma Kurdistanê Yusif Mihemed jî bi daxuyaniyekî ev serkeftin li hemû gelê Tirkiyê pîroz kir û got: “Ez HDP’ê pîroz dikim ku ji bo cara yekê wek partiyek siyasî benda ji sedî 10 derbas kir û ket parlamenê.” Li gor encamên ne fermî bi vebûna ji sedî 99.7 sindoqan HDP’ê bi 13.1 dengan benda hilbijartinê derbas kir. Bi vî awayî HDP dikare nêzî 80 parlamenteran bişîne meclîsê.
(ge)