1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Partî û parlementerên Siwêdê piştgiriya Rojava dikin
Partî û parlementerên Siwêdê piştgiriya Rojava dikin,partî,û,parlementerên,siwêdê,piştgiriya,rojava,dikin

Partî û parlementerên Siwêdê piştgiriya Rojava dikin

A+ A-

ANHA - STOCKHOLM - Endam ûParlementerênPartiya Çep û Partiya Kesk ên Siwêdê diyar kirin ku ew bi hemû hêza xwe piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dikin û amade ne ku serdana Rojava bikin. Endam û parlementerên herdu partiyan gotin ku wê hemû cureyên alîkariyan pêşkêş bikin û dê di Parlementoyên Siwêd û Ewrûpayê de mijara vekirina deriyên sînor yên bi Rojava re gotûbêj bikin.

Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demoratîk ya li Ewrûpayê ku niha li Siwêdê ye serdanên xwe dewam dike û bi rayedar û parlementeran re hevdîtinan pêk tînin. Şande ji Serokê Desteya Karê Deve a herêma Cizîrê Salih Gedo, Serokê Meclîsa Suryanî Besam Ishaq û Berdevkê Fermî yê Komîteya Karûbarên Derve ya Meclîsa Zagonsaz Ebdulkerîm Umer pêk tê.

Duh liStockholmê Şandeya Rêveberiya Xweser bi Parlementerê Partiya Kesk a Siwêdê û Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Partiyê Bodil seballos, Parlementerên Partiya Kesk Valter myet, Aneka Lillemets û Jabar Amin re hevdîtin kirin.

Di hevdîtinê de herdu aliyan rewşa giştî ya Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê nîqaş kirin. Şandeyê, mijarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk , ambargoya li ser herêmên xweser hatiye ferzkirin, êrîşên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li dijî herêmên Rojava pêk tên û bêdengiya civaka navnetewî li hemberî van êrîşan, şîrove kirin. Şandeyê diyar kir ku di encama ambargoyê de madeyên jiyanî yên pêwîst û bingehîn ên wekî şîrên zarokan, derman û madeyên xwarinê kêm bûne û pêdiviya Rojava bi van heye.

Di dawiya hevdîtinê de Endamên Partiya Kesk a Siwêdê gotin ku ew bi temamî pişgiriya Rojavayê Kurdistanê dikin û diyar kirin ku ji bo vekirina deriyên sînor ên bi Rojava re, dê hewldanan û alîkariyan jî pêşkêş bikin. Endamên Partiya Kesk her wiha destnîşan kirin ku wê di Parlementoyên Ewrûpayê û Siwêdê de vê mijarê pêşniyar bikin û dan zanîn ku ji bo serdana Rojavayê Kurdistanê bi awayekî fermî jî wê desteyekê ava bikin.

Ji aliyê xwe ve Şandeya Rêveberiya Xweser bi Parlementerê Partiya Çep a Siwêdê Yakop Jonson re hevdîtin kirin. Jonson ji bo serdana şandeyê kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku Partiya Çep a Siwêdê piştgiriya Rojavayê kurdistanê dike û ji bo ku Hikûmeta Siwêdê bi Rêveberiya Rojava Itîraf bike û alîkariyan jî derbas bike wê bi hikûmetê re nîqaş bikin.

Li aliyekî din şandeya rêveberiyê bi Serokê Komîteya Têkiliyên Derve a Partiya Çep û Seroka Koma Çepan di Şaredariya Stockholmê de Ann Margarett û Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Partiyê Nayla Aras re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de herdu endamên Partiya Çep kirin di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jinan rola xwe bicih tînin û gotin ku jinên Kurd isbat kirine ku dikare di hemû aiyên jiyanî û xebatan de kar bike û rola xwe ya pêşeng bicih bîne. Herdu endaman bang li rêveberiya Xweseriya Demokratîk kirin ku şandeyekê ji jinan ava bikin da ku di konferansa jina Kurd a li bajarê Amedê tê lidarxistin, bibe.

Seroka Komîteya Têkiliyên Derve a Partiya Çep got ku wê partiya wan bi Hikûmeta Siwêdê re mijara ambargoya li ser Rojava û çawatiya derbaskirina alîkariyan, nîqaş bikin.

Her wiha şandeya rêveberiyê serdana Suryaniyên li Siwêdê kirin û ji aliyê Keşeyê Dêra Mar Yuhena Basil Zakrb, Serokê Meclîsa Milî Kprauab Tera Demir, Serokê Cluba Çandî û Werzîşê ya Suryanî Usmet Tera Demir û endamên Meclîsa Milî hate pêşwazîkirin.

Herdu aliyan rewşa Xiristiyanên Rojavayê Kurditanê û rola wan di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava de nirxandin. Şandeyê rola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di parastina hemû pêkhateyên herêmê, cihên pîroz, dêr û mizgeftan de anî ziman û herdu aliyan derbarê têkiliyên dîrokî yên di navbera gelê Kurd û Gelê Suryan de axivîn.

(he)