Parêzer dê tevlî rûniştinê nebin
Di rûniştina doza 193 siyasetmedarên kurd a sereya ya KCK'ê de piştî ku parêzeran salon terk kir, beşdarên rûniştinê jî hilnedan hundirê salonê. Li ser vê yekê parêzeran pêkanînên heyeta dadgehê yên li hemberî beşdar û parêzeran şermezar kir û biryar girtin ku tev li rûniştina dozê nebin. Piştî ku heyeta dadgehê bêyî parêzer û beşdar tespîta nasnameya siyasetmedarên girti kir, girtiyên siyasî bertek nîşanî vê yekê dan û got: "Ger ku parêzerên me ne li salonê bin em jî nakevin salonê" û pişta xwe dan heyeta dadgehê.
1'emîn Rûniştina doza 193 kesên li Stenbolê di operasyona "KCK'ê" de hatin binçavkirin û girtin û di nav de Endama Komîsyona Makezagonê û Endama Meclîsa BDP'ê Prof.Dr. Buşra Ersanli, Prof. Dr. Ayşe Berktay, Endamê MYK'ê yê BDP'ê Mustafa Avci, Nivîskar Ragîp Zarakolu û Edîtorê Rojnameya Gundemê Kazim Şeker jî hene serê sibê li salona Sîlîvrî ya15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê di bin tedbirên gelek mezin de dest pê kir. Serê sibê dema parêzer çûn salonê rastî lêdana leşkeran hatibûn. Prz. Huseyin Bogatekin ji aliyê leşkeran ve bi erdê re hatibû kaşkirin. Pişti ku parêzerên li salonê û girtiyan ev helwesta dadgehê û leşkeran şermezar kir alozi derket û heyeta dadgehê navber dabû rûniştinê. Piştî navberê leşker li ber deriyan kom bûn û destûr nedan ku temaşevan tev li rûniştina dozê bibin û dozê bişopînin. 9 kesên ku di navde Ragip Zarakolu jî endamên çapemeniye li salonê rawestiyan û helwesta leşker û heyeta dadgehê şermezar kirin û neçûn salona rûniştinê. Heyeta dadgehê jî heta demekê neçû salonê. Piştî heyeta dadgehê çûn salonê bi xwendin û tespita nasnameyan rûniştinê berdewam kir.
Cendirmeyan: Me fermana dadgehê bikar anî
Ji ber ku parêzer rastî lêdanê hatin, parêzerên din ji bo vê yekê şermezar bikin têkildarî êrîşa li dijî parêzeran daxwazname amade kirin û dê pêşkêşî dozgeriyê bikin. Parêzeran di daxwaznameyê de anîn ziman ku li gel parêzer bi cupeyên xwe hatin salonê û dihatin naskirin jî dîsa rastî astengiyê hatin. Parêzeran, di daxwaznameyê de anî ziman ku Prz. Ender Yagmur li gel cupeyê xwe ji aliyê leşkeran ve hate astengkirin û li gel ku ev rewş ji Serokê Dadgehê Alî Alçik re gotine jî dîsa Serokê Heyetê Alçik gotiye "Ev ne qada rayeya min e û nikarim mudaxele bikim" bersîv daye. Prz. di berdewama daxwaznameyê de anîn ziman ku cendirmeyan jî anîne ziman ku heyeta dadgehê ferman daye wan û wan jî ferman bi cih anîye.
Serokê Komeleya Hieqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçuk Kozagaçli û PRz. Ercan Kanar jî di navde 5 parêzer têkildarî geşedanên li salonê û pêkanînên li hemberî parazeran bi Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Turan Çolakkadi re hevditin pêk anîn. Parêzeran da zanîn ku 3 parêzer dê li ser navê wan tev li rûniştinê bibin û parêzerên din jî îro nakevin rûniştinê.
Piştî rûniştinê 3 parêzerên din jî ji ber pêkanînên heyetê yên li hemberî girtîyan helwesta heyetê şermezar kirin û salon terk kirin. Rûniştin bê parêzer didome.
(mae)