Parêzeran mîtîng li dar xist
Bi hezaran parêzerên 57 baroyan bajaran li dijî Dadgehên Taybet (OYM) mîtîngek li dar xistin
Bi hezaran parêzerên 57 baroyên bajaran ên girêdayê Yekitiya Borayên Tirkiyeyê li dijî Dadgehên Birayeya Taybet (OYM) mîtîngek li dar xistin. Di mîtîngê de mudaxeleya hikûmetê ya li hemberî darazê hat rexnekirin. Parêzeran di çalakiyê de xwestin ku girtiyên siyasî serbest bên berdan.
Piştî biryara Yekitiya Borayên Tirkiyeyê bi tevlibûna 57 baroyên bajaran mîtîngek li qada Gundogduyê pêk anî. Di mîtîngê bi hezaran parêzer bi cubeyên xwe tevli mîtîngê bûn. Parlamenterê serbixwe yê Stenbolê Levent Tuzel, şaredarê bajarê mezin a Îzmîrê Azîz Kocaoglu, parlamenterê CHP’ê Mustafa Moroglu, cîgira TBB’ê parêzer Berra Besler, serokê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Selçuk Kozagaçli tevli mîtîngê bûn.
Seroka baroya Îzmîrê Sema Pekdaş, diyar kir ku Dadgehên Birayeya Taybet li hemberî darizandinê asteng e. Pekdaş, daxuyand ku bi hezaran kes li Tirkiyeyê hincetên cuda hatin girtin, parêzer çend van biparêzin jî bê wate dimîne, êdî parêzer nikare parêzeriya xwe bike. Serokê baroya Stenbolê Umît Kocasakal jî da zanîn ku êrîşa ku li hemberî parêzeriyê tê tê wateya êrîşa li hemberî gel. Kocasakal, daxuyand ku heke di parastinan de parêzer nebin li vi edalet nîne.
(aw/mae)