Parêzerê Mandela, Moose: Ocalan nexşerêya muzakereyan çêkir
Rûniştina sêyemîn a Konferansa Platforma Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî bi dawî bû.
Rûniştina sêyemîn a Konferansa Platforma Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî bi dawî bû. Di konferansa ku diyarî 3 jinên siyasetmedar ên kurd hate kirin de Parêzerê Nelson Mandela, Essa Moosa, diyar kir ku Mandela û Ocalan dişibin hev û wiha got: "Mandela bi belgeya ji 10 rûpelan pêk dihat, nexşerêya aştiyê pêk anî, Ocalan jî nexşerêya muzakereyan çêkir.
3emîn rûniştina konferansa bi navê "Di pêvajoyên çareserî û muzakereyan de rola Serokan" a ji aliyê Platforma Ji Bo Aştiyê, Ji Ocalan re Azadî, ve li Otela Elit Worldê ya Stenbolê dest pê kir êvarî bi dawî bû. Di konferansê de gelek nivîskar, rewşenbir, rojnameger, hîndekar û siyasetmedaran amade bûn. Di panela bi navê "Di çareseriya Pirsgirêka kurd de rolê Abdullah Ocalan: Çima ji Ocalan re azadî?" Parezerê Buroya Hiqûqê Mazlum Dinç, Parêzerê Nelson Mandela, Essa Moosa, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk û Parêzerê Mafên Mirovan Reimer Heider axivîn.
Ewil Prz.l Mazlum Dinç, 3 jinên siyasetmedar ên kurd bibîr anî û wiha got: Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî anîn Tirkiyeyê. Her kes dizane ku di pêşengiya DYA'yê ev komplo pêk hat. Xwestin Brêz Ocalan îmha bikin. Lê ji ber helwesta Ocalan ev lîstik vala derxist. Xwestin kurt û tirkan têxin nava hev. Ocalan bi sekn û helwesta xwe hemûlîstik vala derxistin. Tirkiye di şexsê Ocalan de hiqûq tev binpê kirin.
'Dema mijar dibe Ocalan zagon tune'
Dinç, anî ziman ku dema mijar dibe Ocalan zagon li ber çavan nayên girtin û her tişt binpê dibe. Dinç, destnîşan kir ku li hemû girtîgehên din ji bilî saetên mesaiyê parêzer heta ku bixwazin dikarin bi muwekilê xwe re hevdîtin pêk binin, lê ev yek ji bo Ocalan pêk nayê. Li ser Birêz Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha bi hincetên cuda tecrîd tê meşandin. Niha dibêjin televizyon dane Ocalan û wekî ku her tişt nîşan dabin didin xuyakirin. Ji xwe li hemû girtîgehan televizyonê didin girtiyan. Lê wekî ku gavek pir mezin avêtibin didin xuyakirin. Ji xwe hemû qalan nayên dayîn.m Dîsa sansurek heye. Hemû mafê muwekilê me tê binpêkirin Hemû mafê Ocalan li dijî wî wekî çekê tê bikar anîn.
'Mandela û Ocalan wekî hev in'
Parêzerê Nelson Mandela Essa Moosa jî ani ziman ku di navbera têkoşîna Mandella û Ocalan de wekhevî heye. Moosa diyar kir ku axa Kurdistanê bi peymana Lozanê bû 2 perçe û wiha got: "Di sala 1978'an de PKK hate avakirin. Gelê kurd ji bo mafê xwe dest bi têkoşînê kir. Piştî ku rêyên aştiyê xetimin PKK'ê birara têkoşîna çekdarî girt. Di salên 90 'an de axa Kurdistanê bi xwînê tê avdan. Gelê kurd hêj mexdûrê mafê xwe ye. Têkoşîna Mandela û Ocalan dişibe hev. 2 rêber di grevekê de hatin hepskirin. Wekî terorîst hatin îlankirin. Hurduyan jî diyalogên aştiyê pêk anîn. Mandela belgeya ji 10 rûpelan pêk dihat amadek kir. Ocalan jî nexşereya muzakereyan ava kir.
Ji bo muzakereyan divê Ocalan ji gravê derkeve'
Moosa, da zanîn ku ji bo Ocalan dest bi muzakereyan bike divê şert û mercên wî bên başkirin û wiha got: "Ocalan bê şik û guman rêberê gelê xwe ye. Lê hêj Ocalan di hepsê de tê rizandin. Ocalan bi gelê Tirkiyeyê re amade ye ku dest bi diyalog u muzakereyan bike. Em bagn li Serokwezir Erdogan dikin û dixwazin bi BDP, PKK û Ocalan re hevdîtinê bike. Divê bibe perçeyê çareseriyê ev peyvira wî ye."
'Ocalan divê azad bibe'
Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ên kurd şermezar kir û wiha got: "Ger ku li çareseriye digerin divê berî her tiştî Ocalan azad bibe. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê Ocalan azad bibe.
'Dixwazin Ocalan di hawizê vala de sobaniyê bike'
Tugluk, da zanîn ku dixwazin Ocalan di hawizekî vala de sobaniyê bike û ev yek ne pêkan e. Tugluk, da zanîn u ji bo Ocalan karibe pirsgirêkê çareser bike divê berî her tiştî şert û mercên wî bên başkirin.
'Mîmarê aştiyê Ocalan e'
Parazvanê Mafên Mirovan Reimer Heider jî anî ziman ku ew qetilkirina Parisê şermezar dike û wiha got: "Înisiyatifa Azadiya Ocalan ku li Almanyayê têkoşînê dide ji bo Ocalan xebatê dike. Înisiyatifa Ocalan gelek pirtûkên Ocalan wergerî zimanê cuda kir. Ji bo me tercûmeya van pirtûkan girîng e. Em dîsa ji bo Ocalan bi navê hunerê kampanya Hunerê didin meşandin. Mîmarê aştiyê ne Serokwezîr Erdogan û ne jî MİT e. Mîmarê Aştiyê Ocalan e. Wî têkoşîna çekdarî vegerand rastiyê. Dema şer berdewam dikir aştî pêk anî. Di sala 1999'an de rawestîna tekoşîna leşkerî xist rojevê."
DİHA