1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Parêzvana çand û hûnera resen a Kurdî: Eyşe Şan
Parêzvana çand û hûnera resen a Kurdî: Eyşe Şan,parêzvana,çand,û,hûnera,resen,a,kurdî,eyşe,şan

Parêzvana çand û hûnera resen a Kurdî: Eyşe Şan

Îro 20. salvegera mirina hûnermend û denbêja navdar a Kurd Eyşe Şan e. Eyşe Şan di sala 1938’an de li bajarê Amedê ji dayîk dibe. Di 18'ê Kanûna 1996’an de li Îzmîrê bi nexweşiya penceşêrê dikeve û diçe ser dilovaniya xwe. Ji ber bavê Eyşe Şanê jî dengbêje, di nava dîwanên dengbêjan de çavê xwe li dinyayê vedike. Eyşe Şan cara yekê di cemaetên jinan yên li Amedê de bi gotina Îlahiyan dest bi jiyana xwe ya hûnerê dike

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN

Dengbêja Kurd Eyşe Şan di sala 1938’an de li Amedê ji dayîk dibe. Di 18'ê Kanûna 1996’an de li bajarê Îzmîr yê Tirkiyê bi nexweşiya penceşêrê dikeve û diçe ser dilovaniya xwe. Hûner û dengbêjiya xwe dispêre êşên civak jiyan dikin, rexne li paşverûtiya pergala mêr digire û herî zêde jî li dijî zêhniyeta Tirkperest parêzvantiya çand û zimanê Kurdî dike. Di demeke ku Kurd di her aliyekî de tê înkarkirin de ew bi kilam û hûnera xwe li dijî vê sîstema înkarger û asîmîlasyonîst bi wêrekiyeke mezin disekine.

Eyşe Şan di demeke ku feodalîzm û zextên li ser jinê dijwar de dengbêjiyê dike. Hewldana wê ya yekem a hunerî di cemaeteke jinan ya Amedê de bi gotina îlahiyan dest pê dike. Lê, zextên civakê û paşverûtiya tê ferzkirin nahêle Eyşe Şan li Amedê hûnerê bike. Neçar dimîne berê xwe bide Dîlokê.

Li Dîlokê gava xwe ya yekemîn a hûnerî davêje. Lê, ji ber zimanê serdest Tirkiye di radyoya Dîlokê de du salan stranên Tirkî dibêje. Di sala 1963’an de ji ber pirsgirêkên madî berê xwe dide bajarê Stenbolê û li wir konserên Kurdî û Tirkî dide. Li vir bi strana ‘Ez Xezalim’ deng vedide. Li piştre kasêta xwe ya yekemîn derdixe. Lê, navdarbûna Eyşe Şanê zextên li ser kêm nake, berovajiyê wê zêdetir dike. Ji ber stranên Kurdî di vê demê de qedexeye, Eyşe Şan êdî nikare bidomîne û berê xwe dide xerîbiyê ango Elmanyayê. Li vir hewl dide hem bijî hem jî hûnera xwe bidomîne. Di vê demê de keça xwe Şehnaz a 18 mehî ji dest dide. Di warê hestî de jî demeke zehmet derbas dike û di vê demê de strana ‘Qederê’ a bi nav û deng derdixe.

Piştî demekî şûnde careke din dixwaze vegere Stenbolê. Lê, jiyana wê ya Stenbolê wek hêvî dike nameşe. Ji ber stranên Kurdî yên dibêje gef lê têxwarin û zext lê tê kirin. Eyşe Şan di vê demê de dayîka sê zarokane. Zarokên wê jî ji ber zextên li ser wê terka dayîka xwe Eyşe Şanê dikin. Eyşe Şan bi tena xwe dimîne.

Eyşe Şan di sala 1979’an de berê xwe dide paytexta Iraqê Bexdayê. Di radyoya Bexdayê de bi navê Eyşe Şana Elî dest bi stran gotinê dike. Li ser vexwandina waliyê Hewlêrê yê wê demê tê Hewlêrê û konser dide. Li vir fersendê naskirina gelek hûnermend û dengbêjên Kurd dibîne. Bi germî ji aliyê Kurdên hemû deverên Başûrê Kurdistanê ve tê pêşwazîkirin. Li Bexda, Dihok, Kerkûk û Hewlêrê bi hunermendên mîna M. Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Gulbihar, Tehsîn Teha, Nesrîn Şêrwan û gelek kesên din re derket ser dikê û bi hevre ji bo gel konsertan dan. Herwiha bi gelek kesayetî û hunermendên Kurd re hevdîtin pêkanîn.

Ey Şan di nava civata Kurdan da bi navên mîna Eyşana Kurd, Eyşe Şan, Eyşe Xan, Eyşana Osman, Eyşana Elî û Ayşa Şan tê nasîn.

Di nava jinên Kurd yên hunermend de Eyşe Şan navekî naskirî û weke Meryem Xan, Nersîn Şêrwan, Elmas Xan û yên din şopeke dewlemend a hûnera Kurdî li pey xwe hiştiye ye.

Eyşe Şan stranên gelêrî, siyasî û bûyerên jiyana wê eleqeder dikin, gotiye. Stranên wê yên navdar ku di civaka Kurd de tê zanîn: Cembeliyê mîrê Hekariyê, Mem û Zîn, Lê lê Bêmal, Zerî Heyran, Cemîle, Bêrîvanê, Koçerê, Lawikê Metînî, Meyro, Hesenîko, Derdê Hewiyê an wela te nastînim, Qederê Yar, Xerîbim Dayê, Werin werin Pêşmergeno, Newroz û Welatê min Diyarbekir stranên Eyşe Şanê yên binav û bangin.

Tevî ku gelek dixwast biçe cihê jê dayîk bûye, Amedê jî lê, ji ber zextên civakî nekarî bizivire. Hezkirin û piştgiriya dayîka wê li hember van zextên civakî têrê nedikir Eyşe Şana xwe vegerîne Amedê.

Eyşe Şan di dawiya temenê xwede êşên mezin jiyan kir û di nava tenêtî û xîzaniyê de bi nexweşiya penceşêrê dikeve. Di sala 1996’an de li nexweşxaneyeke Îzmîrê de diçe ser dilovaniya xwe.

Tevî wesiyet dike, wê li Amedê defin bikin jî li gorî têgotin ji ber pirsgirêkên madî zarokên wê nekarîne wê bînin Amedê. Niha jî gora wê li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê ye.

(bz)