1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Passaporta Iraqê passaporta herî xirab a cîhanê ye
Passaporta Iraqê passaporta herî xirab a cîhanê ye,passaporta,iraqê,passaporta,herî,xirab,a,cîhanê,ye

Passaporta Iraqê passaporta herî xirab a cîhanê ye

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN/ROJNEWS Passaporta Iraqê di warê mamelekirin û çûyînhatina di nava welatan de, passaporta cîhanê ya herî xirabe. Passaportên herî baş jî yên Fînlandiya, Swêd û Brîtanya ne.

Li gor detayên salane yên Rêxistina Henley a derbarê astengiyên çûyînhatina welatiyan di nava welatên cîhanê de, passaporta Iraqê di nava passaportên cîhanê de ya herî xirabe û herî zêde astengî li pêşiyê tên çêkirin.

Passaporta welatên weke Fînlandiya, Swêd û Brîtanya herî zêde cihê baweriyê ne û herî kêm astengî jêre tên derxistin. Li welatên Erebî jî Kwêt di pileya yekemîn û Îmarat jî di pileya duyemîn de ye. Passorta Iraqî jî di rêza 20’mîn û herî dawî ya welatên Erebî de ye. Li cîhanê jî di rêza 191’an de ye, herî zêde astengî jêre tên çêkirin. Piştî Iraqê passaporta Filîstînê tê.

Passaporta welatên weke Sûriye, Lîbya, Morîtanya, Sûdan, Yemen û Lîbya jî ketine pêşiya Iraqê û li piraniya van welatan jî alozî hene.