1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. PDK avê dikişîne aşê AKP’ê
PDK avê dikişîne aşê AKP’ê,pdk,avê,dikişîne,aşê,akp,ê

PDK avê dikişîne aşê AKP’ê

A+ A-

ANALÎZ

AZÎZ KOYLUOGLU / ANHA

Tê zanîn ku li Rojhilata Navîn hêza bingehîn a ku hewl dide daxwazên jiyanek demokratîk û azad, her wiha hewldanên ji bo vê jiyanê yên gelê kurd tune bike dewleta faşîst a Tirk e, nûnera wê ya dawî jî AKP ye. Desthilatdariya Tirk-AKP’ê ne tenê li Bakûrê Kurdistanê, li hemberî Rojava jî şer daye destpêkirin. Serokwezîrê Tirk ê demborî A. Davutuoglu, li hemberî têkoşîna jiyana azad a li Bakûrê Kurdistanê, gotina faşist a wekî “heta yek jî nemîne” xistiye deve xwe. Dewleta faşîst a AKP’ê bi vê jî qayil nabe, reîsê wan ê mezin R. Tayip Erdogan dibêje, “Em destûr nadin sazumaniyek li bakûrê Suriyeyê û têkoşîna azadiya gelên li Rojava tehdît dike. Di vê tehdîdê de noqteyek balkêş jî ew e ku Başûrê Kurdistanê nîşan dide û dibêje, “em destûrê nadin dubareyekê”. Ango dibêje ku wan hebûna rêveberiya Başûrê Kurdistanê ji mecbûriyê qebûl kiriye û ji destê wan were destur nadin wê jî.

Tevî ku ev rastî li holê ne jî, PDK ya ku li herêmê piştî Katarê hevpara stratejîk a AKP’ê ye, qedera xwe bi Erdogan û AKP’ê ve girêdaye. Ev hevpariya polîtîk herî zêde li Rojava hate dîtin û herî dawiyê li Şengalê derket holê.

Hevkariya AKP û PDK’ê

Cewhera hevkariya AKP û PDK’ê dişibe pardariya gelêrî (şîrketa ku gelek hevparên wê hene). Vê şîrketê bi salan li hemberî tevgera azadiya kurd hemû êrîşên leşkerî, siyasî û fizîkî pêk anîn. Ev êrîş gihandin asta operasyonên hevpar ên li ser Rojava. PDK ku dixwaze li Rojava aloziya siyasî derxîne, ji bo ku rêveberiya xweser a Rojava dij rewatiyê nîşan bide, ket nava gelek hewldanên siyasî û dîplomatîk.

Li gel vê dewleta faşîst a AKP’ê jî li bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê li hemberî kurdan êrîşên komkujiyê pêk anîn. Bi vê jî qayil nebû û hewl dide ku êrîşên xwe heta Rojava bibe. Li aliyê din dewleta Tirk û PDK li ser Rojava ambargoyê dimeşîne. Gelek çavkaniyên pê bawer dibêjin ku êrîşên PDK’ê û Tirkiyeyê yên li ser Rojava ji navendek hevpar têne birêvebirin. Di êrîşên li ser Serêkaniyê de komên wekî Azadî yên ku pêşengiya çeteyên Erdogan dikirin jî rasterast bi perspektîfên PDK’ê tevdigeriyan. Heta yên ku li Til Hasil û Til Eranê pêşengiya komkujiya kurdan dikirin jî dî ev kom bûn. Ji xwe yên ku ji komkujiyê filitîbûn ev ji raya giştî re eşkere kiribûn.

AKP û PDK di nava krîzê de ne

Lê AKP û PDK ku li dijî kurdên azad û têkoşîna wan a azadiyê bi hevre tevdigerin, îro di nava qeyranê de ne. Qeyrana desthilatdariyê ya ku di kesayeta R. Erdogan û Mesud Barzanî de şênber dibe, pêş dikeve. Hemû polîtîkayên vê şîrketa hevpar a AKP û PDK’ê yên li ser Suriye û Rojava têk çûne û niha hewl didin hîn zêdetir êrîşî kurdê azad û derdorên demokratîk bikin da ku ji vê qeyranê derkevin. Lê ev ewqas hêsan nîn e. Ne Erdogan ne jî Mesud Barzanî êdî nakirin wekî berê desthilatdariya xwe bimeşîne. Erdogan û Barzanî dixwazin dîktatoryayên xwe ava bikin û ji qeyranê derkevin. Lewre hiqûq û nirxan nas nakin.

Metirsiya şerê hindurîn zêde ye

Erdogan ger ku di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de serkeftina teqez bidest nexe, tehdîda şerê hundirîn vedibêje. Dixwaze Rojava jî bixe nava vê tehdîda xwe. Daxuyaniya Serokomarê Tirk Davutoglu ya wekî, “Me du caran li PYD’ê xist” jî harbûna dawî ya AKP’ê ya beriya hilbijartinê bû. Dixwazin bi van êrîşan hêzên YPG/YPJ’ê tehrîk bikin û bikişînin nava şer. PDK jî bi armanca parastina desthilatdariya xwe, her rêyekê ji xwe re rewa dibîne. Geşedanên dawî nîşan dan ku Başûrê Kurdistanê bûye 3 perçe. Nehiştin ku Serokê Parlamentoyê biçe Hewlêrê û rêya Şengalê girtin. Ev jî polîtîkayên PDK’ê yên gihîştine asta şêtbûnê ne. Her wiha PDK dixwaze li Şengalê din ava kurdan de şerekî derxîne.

AKP êrîşî YPG’ê dike PDK li Şengalê li pey provokasyonê ye

AKP’ê li Bakûrê Kurdistanê êrîşên xwe anîne asta hovîtiyê û êrîşî Rojava jî dike. Vana hemuyan jî, ji bo ku di hilbijartinan de dengên nîjadperestan bigire, dike. Li aliyê din li hemberî rewşeke pevçûnê, dixwaze li Kurdistanê hilbijartinan asteng an jî bi zehmet bike. Li Başûr ku qeyrana siyasî kûr dibe jî, Mesut Barzanî niha bi awayekî fiîlî serokatiyê dike, lê wê heta kengî bidomîne ne diyar e. Lê aqilê kûr ê PDK’ê, hesap dike ku wekî AKP û Erdogan ku li Bakûr û Rojava êrîşan dike, di nava kurdan de pevçûnan derxîne. Ji bo vê yekê jî Şengal a ku noqteyeke hesas e hilbijartiye. Di demeke ku Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekînêyen Jinên Êzidxan (YJÊ), Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) ji bo azadkirina Şengalê operasyon daye destpêkirin û û navenda hevpar ava kirine de, PDK’ê koridora di navbera Şengal û Rojava de girt. Dixwaze bi vî rengî Şengalê bi tenê bihêle û şer derxîne.

Têkçûna wan jî hevpar e

Noqteya hevpar a qeyrana PDK û AKP’ê ew e ku desthilatdarî û dewleta girêdayî yek kesî ne. Herdu partî jî dixwazin heta dawiyê li ser desthilatdariyê bimînin. Ji bo ku vê biparêzin jî dikarin serî li her rêyekê bidin. Lê pêşeroja vê zîhniteyê nîn e. AKP dixwaze artêx, polis û darazê bidest bixe û bigihîje hedefa xwe. PDK jî dixwaze bi hêzên xwe yên leşkerî viya pêk bîne. Li Silêmanî, Kerkuk û Xaneqînê tu qiymeta desthilatdariya li Hewlêr û Duhokê nîn e. Hikûmeta niha jî, ji bilî nirxeke sembolîk tu nirxek wê nemaye. Gel êdî van desthilatdariyên ku ji bo berdewamiya xwe her cura komkujiyan pêk tînin û guh nadin daxwazên gel, naxwaze. Bidawîkirina mêtirgeriya şîrketa hevpar a AKP û PDK’ê ya li ser Kurdistanê, wê ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê rehetiyekê bîne. Geşedanên van rojan nîşan didin ku ev herdu hêz di nava têkçuneke cidî de ne. Têkçûna AKP’ê wê bixwe têkçûna hevparê wê jî bîne. Lê ger ku PDK xwe ji vê zîhniyetê xilas bike û berjewendiyên kurd û Kurdistanê esas bigire, wê li ba gelê kurd hîn jî qedrekî wê hebe.