PDK: Bila daxwazên girtiyan pêk bên
PDK: Bila hukûmet Tirk daxwazên girtiyan pêk bîne
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo grevên birçîbûnê yên ku 54 roj in berdewam dikin aşkere kir û xwest ku hukûmeta Tirk pêngavên erênî biavêjin û daxwazên girtiyan bi cih bîne.
Li gorî Ragihandina Fermî ya PDK’ê Berdevkê PDK’ê Cafer Emînkî diyar kir ku ew piştgirî didin daxwazên rewa yên siyasî yên girtiyên Kurd li Bakûrê Kurdista daxwaz cikin. Emînkî ji hukûmeta Tirk xwest ku bi erênî nêzî daxwazên girtiyan bibe û daxwazan pêk bîne.
Emînkî got; “Em bi dengê xwe piştgiriya dengên girtiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê û daxwazê ji Hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku guhdarî daxwazên girtiyan bike. Li gor me jî binpêkirina mafên welatiyan li ser meseleyên siyasî ne û divê ev daxwaz bên pejirandin.”
ANF NEWS AGENCY