1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "PDK li hember yekitiya kurdan tevdigere"
"PDK li hember yekitiya kurdan tevdigere",pdk,li,hember,yekitiya,kurdan,tevdigere

"PDK li hember yekitiya kurdan tevdigere"

A+ A-

09:58 11.04.2014 1 / 4 AMED (DÎHA) - Saziyên Sivîl ên Amedê êrîşa pêşmergeyên PDK'ê a li hember welatiyên Rojava ku ji bo şermezarkirina kolana xwendekan çûbûn ser sînor şermezar kir. Koordînatorê Însiyatîfa Azadî Adem Ozcaner, anî ziman ku şerê birakujî xeta wan a sor e û ew nayê qebûlkirin.

Pêşmergeyên PDK'ê li ser sinorê Sêmalka bi çekan êrîşî welatiyên Rojava ku ji bo şermezarkirina kolana xendekan çûbûn ser sinor kir û ciwanek birîndar bû. PDK li gel kolana xendekan pira di navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de jî xirap kir. Saziyên Sivîl ên Amedê jî li hember vê bûyerê bertek nîşan da û şermezar kir. Berdevkê herêmê a Komaleya Mafê Mirovan Şevket Akdemîr, da zanîn ku xeta ku di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê tê xêzkirin nayê qebûlkirin. Akdemîr, anî ziman ku ev li dijî mirovahiyê ye û wiha got: "Li cihanê sînor hêdî hêdî wateyên xwe wenda dikin lê hin kes dixwazin di navbera bira û xwişkan xendekan vekin. Em wek parastvanên mafên mirovan vê qebûl nakin." Akdemîr, bang li rayedarên PDK'ê jî kir û got ku di navbera gelên bira de sînoran xêz nekin û ji holê rakin û êrîşa peşmergayan jî şermezar kir.

'Ev êrîş li hember yekitiya kurdan e'

Koordînatorê Însiyatîfa Azadî Adem Ozcaner jî, da zanîn ku tu partî û dezgeh sedem çi dibe bila bibe li hember kesên sivîl nikare êrîşek bi vî awayî bi kar bîne. Ozcaner, anî ziman ku ew di nav komîteya amadekar a Kongreya Neteweyî de jî cih digirin û ji bo yekîtiya kurdan dixebitin û wiha got: " Heke ev bûyer rast be ji bo me nûçeyek reş e. Divê di nav kurdan de kuştin çênebe û ji bo yekitiya xwe bixebitin. Têkoşîna me ya heta îro ji bo yekitiya kurdan bû." Ozcaner, da zanîn heke li cihekî xwîna sivîlan bê rijandin ew dibin alî û li aliyê gel cihê xwe digirin." Rêvebera Akademiya Jinan Fîlîz Buluttekîn jî anî ziman ku di roja ku AKP dixwaze şoreşa Rojava bifetisîne de, PDK bi van kirinên xwe xizmeta polîtikayên AKP'ê dike û wiha got: "Di roja ku em behsa yekitiya kurdan dikin de PDK sînoran datîne di navbera kurdan. Em vê şermezar dikin. Çawa ku AKP dixwaze kurdan bi diwaran veqetîne PDK jî bi van polîtiqayên xwe nîşan dide ku di navbera wan de tu cudahî nîn e."

'Divê PDK neyê lîstikên hêzên emperyal'

Hevserokê şaxa BES'a Amedê Mehmet Karaarslan jî anî ziman ku ev telûkeyek mezin e li hember wekheviya gelê kurd. Karaarslan, da zanîn ku di nav vê êrîşê de tiliya Tirkiyeyê jî heye û wiha got: "Divê KDP neyê lîstikên hêzên emperyal û dev ji van polîtiqayên xwe berde û li xwedî şoreşa Rojava derkeve. Em kedkar her tim li cem gelê kurd in û em ê bi wan re bimeşin. PDK wekî mînaka ku Tirkiyeyê diwaran di navbera kurdan de ava dike tevdigere. Ev rewşek xetere jî bi xwe re tîne. Divê PDK polîtiqayên xwe dîsa li ber çavan derbas bike."

(gka/mae)