1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. PDK li ser sînorê Rojava û Şengalê xendekan dikole
PDK li ser sînorê Rojava û Şengalê xendekan dikole,pdk,li,ser,sînorê,rojava,û,şengalê,xendekan,dikole

PDK li ser sînorê Rojava û Şengalê xendekan dikole

A+ A-

KERÎM MIHEMED/ROJNEWS

PDK dîsa li ser sînorê Şengal û Rojavayê Kurdistanê dest bi kolandina xendekan kiriye.

Efserekî pêşmerge li Şengalê ku nexwest navê xwe eşker bike derbarê mijarê de ji RojNews re axivî û got: “Nêzî 5 roje PDK’ê dest bi kolandina xendek û çalek bi kûrahiya 2 metre pehnî û 3 metre jî dirêjahiyê li ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê kiriye. Ev xendek bi dirêjahiya 37 km li ser sînore.”

Efserê mijara gotinê diyar kir ku xendek ji nahiyeya Sinûnê heta digihêje gundê Hisavêk ji wir ve jî heta gundê Barê ku dikeve ser sînorê çiyayê Şengal û Rojavayê Kurdistanê ye.

Heman çavkanî destnîşan dike ku ji bo vê karê gelek makîneyên kar têne bikaranîn û got: “Endamekî polîtburoya PDK’ê bi navê Ziîm Elî li ber karê xenedkkolandinê ve berpirsyare.”

Hêjayî gotinê ye di buhara sala 2014’an de dîsa Partiya Demokratîk a Kurdistanê bi heman şêwazê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bi dirêjahiya 40 km’an xendek kola. Herwiha cihê ku PDK xendekan lê dikolin li milê din yê sînor zêdetirî 3 mehe ji aliyê YPG’ê ve hatiye rizagarkirin û di destê hêzên YPG û YPJ’ê de ye.

(rn)