PDK-S û rejîm li Qamişlo li dû provokasyonê ne
NAVENDA NÛÇEYAN 03.06.2014 08:58:46 Çavkaniyekî ji Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) diyar kir ku PDK-S û hin partiyên ENKS’ê dê îro di hilbijartinên serokkomariya Sûriyê de li Qamişloyê xwepêşandanê lidar bixin, gel û hêzên rejîmê bînin pêşberî hev û bi vî rengî rê li ber provakasyoneke mezin vebikin.
Çavkaniyekî ji Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku nexwest navê xwe aşkera bike, ji ANHA’yê re diyar kir ku PDK-S û hin partiyên ENKS’ê îro di hilbijartinên serokkomariya Sûriyê de dê provakasyoneke mezin bike û dê xwepêşandanekê li pêşiya bargehên rejîmê lidar bixin.
Çavkanî di axaftina xwe de wiha got: “Ji bo gelê Kurd û rêjîma Baasê werin beramberî hevdu û rejîm êrîşî gel bike, li ser vê yekê hêzên ewlekatiya Rojavayê Kurdistanê jî neçarî destwerdanê bibin, dê îro di dema hilbijartinên serokkomariya Sûriyê de, PDK-S li dijî hin baregehên rejîma Sûriyê yên nava bajarê Qamişlo de çalakiyên provakasyon bikin.”
Li gorî heman çavkanî, da zanîn ku armanc ji van çalakiyan ew e ku hêzên ewlekariya Rojavayê Kurdistanê û rejîma Baasê bidin şerkirin û axaftina xwe wiha domand: “Ev pilan di hevdîtina Serokê Istixbarara Sûriyê Elî Memlûk û Endamê PDK-S Ebdilbasit Biro de hatiye nîqaşkirin.”
Hêjayî gotinê ye, li gorî hin malperên înternetê hate aşkerakirin ku rayedarekî Patiya Yekîtî Kurd li Sûriyê baskê Îbrahîm Biro û Serokê Istixbarata Giştî ya Sûriyê Elî Memlûk di roja Îna borî de saet di 23.00’an de li balafirgeha bajarê Qamişlo hevdîtinek pêk anîne. Her wiha hate ragihandin ku hevdîtin ji bo welatiyan ber bi sindoqên hilbijartinan ve bibin û herî kêm welatiyan derbarê mijara hilbijatinan de bê deng bikin.