1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "PDK teqlîda siyaseta Tirkiyê dike"
"PDK teqlîda siyaseta Tirkiyê dike",pdk,teqlîda,siyaseta,tirkiyê,dike

"PDK teqlîda siyaseta Tirkiyê dike"

A+ A-

09:20 10.04.2014

MİHEMED ORHAN

HEWLÊR (DÎHA) - Parlamenterê Tevgera Goran li parlamentoya Iraqê Mihemed Kiyanî derbarê kolandina xendekên di navbera Herêma Kurdistan û Rojava de diyar kir ku PDK heman siyaseta Tirkiyê cih bi cih dike. Kiyanî, Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) jî ji ber li hemberî daxuyaniyên PDK'ê yên bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê bê helwest maye rexne kir.

Parlamenterê Tevgera Goran li parlamentoya Iraqê Mihemed Kiyanî derbarê kolandina xendekên navbera Herêma Kurdistan û Rojava de, bi rêya telefonê ji DÎHA'yê re axivî. Mihemed Kiyanî li ser armanca kolandina wan xendekan wiha got: "Ev hevpeymaniyek ligel Tirkiyê ye. Divê hemû partiyên başûrê Kurdistanê li dijî vê pêngavê rawestin. Bi taybet jî YNK, ji ber ku hê jî di hikûmetê de ligel PDK'ê şirîk e. Ger helwesta wê tune be, tê wateya ku şirîkê vê yekê ye. Herwiha partiyên mûxalifetê yên ku niha dixwazin biçin nava hikûmetê, divê xwedî helwest bin. Ger li hemberî vî karê ne neteweyî bêdeng bimînin, wê demê ew jî beşdar in. Divê em li gor berpirsyartiyên xwe tev bigerin. Divê peyameke me ya neteweyî hebe. Peyama me ya neteweyî jî ew e ku divê em li hemberî van siyasetan rawestin." Parlamenterê Tevgera Goran da zanîn ku divê her kes piştgiriya Rojava bike û wiha pêdeçû: "Li her çar parçeyan pirsa kurd bi hev ve girêdaye. Lê dema em ji hev cûda dikin, ev dijmine wisa dike. Dijminên Kurdistanê hemû jî bi çavekî temaşeyî me dikin. Li dijî her pêşketinekî li her parçeyeke Kurdistanê radiweste. Bi dîtina min divê bi awayekî erênî temaşeyî pêşveçûnên niha li Rojava hene were kirin. Herwiha divê piştgiriya Rojava were kirin, ji ber wê bibe sedemê çespandinê doza ku niha li başûr heye."

Mihemed Kiyanî da zanîn ku bi kolandina xendekan dixwazin parçebûnê çêkin, ev yek di berjewendiya du aliyan de ye û wiha got: "Ya yekemîn dijminê kurdan. Ya duyemîn jî ew malbata ku dixwaze hêza xwe li ser hemû parçeyên Kurdistanê nîşan bide. Em bixwazin nexwazin rewşekî taybet ya her parçeyeke Kurdistanê heye. Lewra divê em hemû piştgiriya pêşveçûna doza gelê kurd bin."

Dixwazin pêşî li alîkariya ji bo Rojava bigirin

Li ser pirsa 'Çi sûdekî kolandina van xendekane heye û armanca wê çiye?' parlamenterê Tevgera Goran Mihemed Kiyanî got: "Yek ji armancên wê ew e ku pêşî li alîkariya ku ji başûr biçe were girtin e. Kolandina wan xendekan metirsîdar e. Cûdakirina gelê kurd a ji hev e. Wekî xendeka Tirkiyê û heman siyaseta Tirkiyê ye. Bi rastî PDK teqlîd dike. Nabe tirsa me ji wê yekê hebe ku ew siyasetekî dijminane ya gelê kurd e û divê were şermezarkirin. Partiyên ku dixwazin biçin di nava hikûmeta Herêma Kurdistanê de, pêwîste yek ji xalên wan ên sereke ew be ku li dijî vê siyasetê rawestin."

Divê YNK û muxalefet xwedî helwest be

Parlamenterê Tevgera Goran bal kişand ser daxuyaniyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên bi navê hikûmetê tên dayîn û ev tişt got: "Hikûmet ji PDK û YNK'ê pêk hatiye. Ger YNK bêdeng dimîne, YNK siyasetekî du alî dimeşîne. Li aliyekê ji bo ciwankirina rûyê xwe û zêdekirina dengê xwe, xwe nîşan dide ku siyasetekî neteweyî heye. Li aliyê din jî şirîkê wê siyaseta PDK'ê ye ku li hember bêdeng radiweste. Ger bi wê siyasetê ne razî bin, divê xwedî helwest bin. Lê ger bêdeng jî dimîn, tê wateyê ku siyasetekê cih bi cih dikin ku ne di berjewendiyên gelê kurd de ye."

Parlamenterê Tevgera Goran li parlamentoya Iraqê Mihemed Kiyanî bal kişand ser partiyên mûxalifetê yên Herêma Kurdistanê ku dixwazin biçin nava hikûmetê de û wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Herwiha yên dixwazin biçin nava hikûmetê jî xwediyê heman siyasetê ne, divê xwedî helwest bin. Di demek ku siyaseta PDK'ê ya neteweyî wiha be, nabe ev partiyên din danûstandinan bikin û bêjin em ê biçin nava hikûmetê de. Ez ji vê yekê tênagihim, têgihiştin tenê ew e ku ti helwesteke wan tune ye."

(mae)