1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. PDK’ê nameyên girtiyên PKK’ê şûnde vegerand
PDK’ê nameyên girtiyên PKK’ê şûnde vegerand,pdk,ê,nameyên,girtiyên,pkk,ê,şûnde,vegerand

PDK’ê nameyên girtiyên PKK’ê şûnde vegerand

A+ A-

Enqere 29.04.2014 09:22:41 Girtiyên PKK’ê yên girtîgehên Anatoliya Navîn, der barê xendekên ku li sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê tên kolan ji PDK’ê re 150 name şand. Lê rayedarên PDK’ê jî name qebûl nekirin û şûnde vegerandin.

Rayedarên TUHAD-FED a Enqereyê namzeyên girtiyan duh ragîhan ji rêveberên nûneriya PDK’ê ya Enqreyê re. Lê rayedaran 150 name şûnde vegerand û polîtîkaya xweya li dijî rojava domandin.

Rêveberên TUHAD-FED a Enqereyê Hava Ozcan û Mehmet Baytekîn der barê nameyên girtiyan de bi nûnerê PDK’ê yên Enqereyê Omer Mîran re hevdîtin kir. der barê hvdîtinê de Baytekîn agahî da û got wan diyar kiriye ku xendekên tên kolan zirarê didin yektiiya kurdan.

PDK’Ê NAME QEBÛL NEKIR

Baytekîn wiha got: “Me got hevalên wanyên di girtîgehê de xendekan protesto dikin. me van daxwaza wan bi nameyan ragîhand PDK’ê. Lê rayedarê PDK’ê Omer Mîran got; hatina we girînge. Mijara xendekan ji me re nebêjin, ji PKK û YPG’ê re bêjin. Em nameyên girtîgehan qebûl nakin. Em bigirin jî emê biqelişînin û bavêjin.’ Min jî got ne raste ku hun beyî ku li naveroja nameyê binêrin û bavêjin.

Baydekîn got wan ev helwesta wan rexne kiriye û got: “Ev helwest zirarê dide yekitiya kurdan. Divê mesele di asta netewî de bê nîqaşkirin. Temsiliyeya me ya girtîgehan girînge. Hevalên meyên hundir ji bo pêşeroja kurdan bedel dane. Ev bedel ji bo kurdan girîngin. Ev divê ji aliyê PDK’ê ve baş bê fêmkirin.

DIVÊ GELÊ BAŞUR BIZANE

Yekane armanca xendekan eve ku şoreşa Rojava têk bibin. Dixwazin şoreşa Rojava bikin qurbana berjwendiyan.hêza wê têrê vê nake. Nêzîkatiyên wisa dê nebe asteng.divê herî zêde jî gelê Başurê Kurdistanê vê bizane.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA DU ROJAN

Girtiyan di nameya xwe de dan zanîn ku nêzî 10 hezar girtiyên kurd ji bo ku kolandina xendekan ya di dnavbera gelê me yê Başûr û Bakur de tê kolan protesto bikin dê bikevin gireva birçîbûnê ya du rojan.