'PDK rewatiyê dide komkujiyên DAIŞ'ê'
DIRBÊSIYÊ 31.05.2014 08:38:56 Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Henîfe Husên diyar kir ku daxuyanî û tewanbariyên PDK'ê yên li dijî Rojava rewatî da çeteyên DAIŞ'ê ku dijî welatiyên sivîl komkujiyan pêk bînin û got ku PDK'ê bi rêjîma Sûriyeyê re di nava hevkariyê de ye û bi riya komên xwe yên li Rojava gelek teqîn pêk anîne û gelek revandine û kuştine.
Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Henîfe Husên derbarê Komkujiya ku çeteyên DAIŞ'ê li gundê Tilêliyê pêk anîn de, ji ANHA'yê re axivî û got ku di komkujiyê de di nav de jin û zarok 15 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan û diyar kir ku ev komkujî nîşana hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê û hişmendiya wê ya şovenîst a li dijî welatiyên sivîl ên Rojava ye. Henîfe Husên da zanîn ku piştî daxuyaniyê li dijî Rojava ku ji aliyê rayedarên herêma Başûrê kurdistanê hatin dayîn, komkujiya Tilêliyê pêk hat û destnîşan kir ku PDK' bi van daxuyaniyên xwe rewatî daye DAIŞ'ê da li dijî welatiyên Rojava komkujiyan pêk bînin.
Henîfe Husên di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: "Hemû êrîşên ku li dijî Rojavayê pêk tên, valaderxistina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava, biratiya gelan û jiyana hevpar ya di navbera pêkhateyên herêmê de, hedef digrin. Hêzên kapîtalîst, nijadperest û şovenîst naxwazin ku modela Rojava biser bikeve û hewl didin ku bi rijandina xwînê van armancên xwe pêk bînin."
Henîfe Husên destnîşan kir ku hêzên dijberî şoreşa Rojava çeteyên DAIŞ'ê biser herêmên Rojava şandine û dihêlin ku ev çete bi awayekî hovane êrîşî herêmên Rojava bikin û teqînan pêk bînin da ku di navbera pêkhateyên herêmê de û bi taybet di navbera Kurd û Ereban de tevlîheviyê derbixin. Henîfe Husên got ku tekane herêma ku li Sûriyeyê bi ewle maye, Rojavayê Kurdistanê ye û bi hezaran kobşerên ji bajarên Sûriyeyê Şam, Heleb, Reqa, Dêra Zorê, Humis û Deraa lê bicih bûne.
Henîfe Husên di axaftina xwe de her wiha da xuyakirin ku PDK'ê bi riya daxuyaniyên xwe yên li dijî gelê Rojava û yên ku saziyên netewî, TEV-DEM û YPG bi hevkariya Rêjîma tewanbar dikin, rewatî da çeteyên DAIŞ'ê ku li dijî welatiyên sivîl ên Rojava komkujiyan pêk bînin.
Di berdewam axaftina xwe de Henîfe Husên da zanîn ku PDK'ê hevkarê rêjîmê ye û bi riya komên xwe gelek teqîn pêk anîne û wiha anî domand: "Ji bo ku PDK'ê û komikên wê yên li Rojava PYD'ê bi revandin û kuştina welatiyan tewanbar bikin, gelek welatî revandine û kuştine."
Henîfe Husên di axaftina xwe anî ziman ku pêkhateyê Rojava yên Kurd, Ereb, Asurî, Suryanî, Şîşanî hewldanên PDK'ê yên derxisitna tevlîhevî û pêkanîna kiryarên ne exlaqî li Rojava dizanin û nas dikin.
Di dawiya axaftina xwe de Henîfe Husên bang li hemû aliyan û di nav de PDK'ê kir ku li hemberî vîna gelê Rojava û Rêveberiya xweseriya demokraîtk bi rêz bin.