1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. PDK'ê çûna xwendekarên YXK'ê ya Rojava asteng kir
PDK'ê çûna xwendekarên YXK'ê ya Rojava asteng kir,pdk,ê,çûna,xwendekarên,yxk,ê,ya,rojava,asteng,kir

PDK'ê çûna xwendekarên YXK'ê ya Rojava asteng kir

A+ A-

MÊRDÎN (DÎHA) - Endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ji bo modela xweseriya demokratîk a li Rojava lêkolîn bikin xwestin biçin Rojava. Piştî ku xwendekarên YXK'ê ji hêla rêveberiya PDK'ê ve hatin astengkirin ji neçarî dîsa vegeriyan Tirkiyeyê. Endamê YXK'ê ya Alman Thomas Marburger diyar kir ku ew hewl didin ku xweseriya demokratîk a ku hatiye avakirin û hovîtiya DAIŞ'ê têxin rojeva Ewropayê. Marburger bang li ewropayiyan kir ku xwedî li Rojava derkevin.

Yekîtiya Xwendekarên Kurdidtanê (YXK) ku li gelek dewletên Ewropayê xebatên xwe dimeşîne delegasyona ku ji 21 kesan pêk tê ji bo lêkolînê li ser rêveberiya xweseriya demokratîk bike hatin Tirkiyeyê û ji wir jî debasî Herêma Federal a Kurdistanê bû. Endamên YXK'ê li Herêma Kaurdistan demekê ji hêla PDK'ê ve hatin mijûlkirin û nehişt derbasî Rojava bibin. Xwendekarên ji hêla PDK'ê ve hatin astengkirin vegeriyan Tirkiyeyê. Vê carê hewl dan ku ji Deriyê Sînor ê Nisêbînê derbasî Rojava bibin û li wir jî çûna wan hat adtengkirin.

Endamê YXK'ê Mucahît Yildiz ku li Paytexta Awûstûrya Viyanayê dixwîne diyar kir ku armanca wan şahidiyê ji avakirina xweseriya li Rojava bikin û got ku li Deriyê Sêmalka ji hêla PDK'ê ve 3 seatan di bin germê de hatin rawestandin. Yidiz destnîşan kir ku bi rojan ji hêla PDK'ê ve bi hincetên burokratîk hatin mijûlkirin. Yildiz her çiqasî çûna wan hat astengkirin jî ew ê li Ewropayê vê yekê bi rojnameyên çepgi, li zanîngehan bi hindekaran re panel û semîneran li dar bixin û bi vî awayî têxin rojevê.

'Divê rojeva Ewropyê DAIŞ a ku êrîşî Kurdistanê dike be'

Endamê YXK'ê yê Alman Thomas Marburger jî ligel lêkolîn û çavdariyê hewl didin ku projeyên ji bo alîkariya Rojava pêş bixînin. Marburger da zanîn ku ew bi ger çavdêrî û lêkolînên xwe yên li vir bike broşur û li Ewropayê belav bike wê demê haya hin kesan ji tiştên ku li Kurdistanê diqewimin çêbibe."

'Em bi bombeyên avêtin Nisêbîn û Qamişloyê re şiyar bûn'

Narburger bilêv kir ku ewropî tenê tiştên derbarê Kurdistanê de ji çapemeniyê agahdar dibin û wiha pêde çû: "Ji ber ku em rasterast di nava vê yek jiyane agahiyên me dê bê kêmanî bin. Ev 2 roj in em li Nisêbînê ne ji Qamişloyê dengê bombeyan tê. Ev deng nîşan dide ku bê em çiqasî nêzîkî şer in. Ev yek jî nîşan dide ku bê gel di nava xeteriya şerekî çawa de ye."

'Bila Ewropa êdî nede êrîşkarên Rojava'

Marburger anî ziman ku hê jî gelên Rojava bi êrîşên Esad, çeteyên DAIŞ û car caran jî bi yên Artêşa Azad a Sûriyeyê re dimîne û got ku divê ewropayî di vê mijarê de piştgiriyê di gelên Rojava bike. Marburger li ser alîkariya çekan a Ewropayê ku dide komên êrîşkar de jî ev tişt anî ziman: "Divê dest ji alîkariya çekdayînê berdin. Dambargooya ku l ser Rojava tê meşandin bi dawî bibe."

(wk)