PDK û AKP rê li ber avakirina Kobaniyê digrin
CUMA MIHEMED
KOBANÊ – Made, alîkarî û alavên jinûve avakirina Kobanê li deriyên Sêmalka û Murşitpinarê hatine sekinandin û nahêlin ku derbasî Rojava bibin. Berpirsên AKP û PDK’ê rê nadin ku şirketên navnetewî ku dixwazin alîkariyê bidin derbas bibin.
Kordînasyona Jinûve Avakirina Kobanê ji destpêka xebatên xwe ve heta niha karîbû ziyanên binesazî yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê çêbûne tesbît bike, bajar bi temamî ji çop û xerabeyan paqij bike û toreya avê jinûve bikişîne.
Tevî derfetên kêm û astengiyên di kar de derdikevin, lê kordînasyonê gelek projeyên xizmetguzarî pêk bîne. Ji wan projeyan Kargeha Çemento, Kargeha Bilokan, Kargehên Kevir, Projeya El-Rehbê ya sererastkirina tirimpêlan.
Mezintirîn projeya ku niha li kantona Kobanê di mertiyêtê de ye, projeya avakirina Taxa Nû ye. Ev proje avakirina hezar û 500 malan, 10 dibistanan, 4 nexweşxane û parkan di nava xwe de digre. Ji ber nebûn madeyên avakirinê û alavên pêwîst hin derengî dikeve xebatan. Li gorî berpirsan, dibe ku proje piştî salek an jî du salên din bidawî bibe.
Projeya din jî avakirina firneyekê li gundê Berx Botanê yê 22 li başûrê Kobanê ye. Ev firne dê pêdiviya şêniyên başûrê Kobanê herêmê ya nan pêk bîne. Bi vê yekê gundiyên başûr dê rihet bibin û nema ji bo nan 27 km qut bikin. Rêveberên kordînasyonê diyar kirin ku avakirina fineyê ji sedî 75 projeya firneyê bidawî bûye.
Projeya sêyemîn avakirina firneyekê li taxa Kaniya Kurda a li rojhilatê bajarê Kobanê ye. Ev proje ber bi dawî ve çûye ango ji sedî 95 bidawî bûye. Xebatkarên ku di avakirina fineyê de kar dikin niha alavên teknîkî yên çêkirina nan siwar dikin. Di nava hefteyên bê de wê firne bidawî bibe.
Projeya çaremîn jî avakirina aşekî ard li gundê Rovî yê 12 km dikeve başûrê Kobanê ye. Ev aş dê rojane 50 ton genim bihêre.
PDK û AKP’ê jinûve avakirina asteng dikin
Rêvebera Beşa Agahî û Arşîvê yê Kordînasyonê Hevjîn Ezîz diyar kir ku eger dorpêçiya hikûmeta AKP û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser herêmê tunebûya wê karê wan zû bimeşiya. Tevî zehmetiyên ku şêniyên herêmê dikişînin jî lê AKP û PDK’ê hertim di nava kordîneyekê de ne ku dorpêçiya li ser Rojava tengtir bikin.
Hevjîn ragîhand ku 30 alavên avakirinê yên kordînasyonê li Deriyê Sêmalka û Deriyê Murşitpinarê hatine sekinandin û nahêlin ku derbasî Rojava bibin. Hevjîn destnîşan kir ku derbasbûna van alavan dê bihêle xebatên jinûve avakirina Kobanê zûtir werin meşandin û dê gelekî barê şêniyên herêmê sivik bike.
Hevjîn Ezîz da zanîn gelek şirketên navnetewî dixwazin derbasî Kobanê bibin û bi avakirinê re bibin alîkar, lê rayedarên dewleta Tirk û PDK’ê rê nadin wan ku derfetên xwe bixin xizmeta Kobanê.
(he)
ANHA