1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Penaberên kurd di şert û mercên zehmet de dijîn
Penaberên kurd di şert û mercên zehmet de dijîn,penaberên,kurd,di,şert,û,mercên,zehmet,de,dijîn

Penaberên kurd di şert û mercên zehmet de dijîn

A+ A-

STOCKHOLM 02.05.2014 07:14:27 Heyeta ji aliyê Federasyona Ciwanên Demokrat Sosyal ya Swêdê (SSU) a rêxistina ciwanên Partiya Karkeran a Demokrat Sosyal ya Swêdê (SAP) ava kiriye, wek çavdêr tevli hilbijartinên Başurê kurdistanê bûn û li Kampa Penabern a Kawrgosk lêkolîn kirin û vegeriyan Swêdê.

Sekreterê giştî yê SSU Elînor Erîksson ku di heyetê de cih girt, diyar kir ku bi armanca ku bi partiya xwe ya bira YNK’ê re têkiliyên xwe pêşdetir bikin û piştgiriyê bidin Kurdistana azad gelek hevdîtin kirine û li Kampa Penaberan a Kawrgosk lêkolîn kirine.

Erîksson da zanîn ku şert û mercên jiyana penaberên li kampê gelek dijware û bi lêv kir ku di mehên havînê de germahî derdikeve ser 50 dereceyî û zivistanê jî ji ber ku binê konê wan axe hemû nivînên wan şilin. Erîksson got hundirê konan tenge.

Erîksson wiha pê de çû: “Krîza Sûriyeyê pir tê axaftin. Gelek girîng bû ku em çûn me bi çavê xwe şert û mercên karkeran dît. Şert û mercên ku penaber têde ne divê em ji cîhanê re vebêjin. Li kampê gelek zarok hene. Şert û mercên wan gelek zehmete. Lê ligel vê penaber xwe di ewlehiyê de hîs dikin.

Erîksson careke din bo welatên endamên Ewropayê bibîr xist ku razemeniya bo herêmê gelek kême û got 2,5 mîlyon kesî ji Sûriyeyê koç kiriye û li welatên cîran bicih bûne. Erîksson got ew wek SSU dixwazin ku alîkariya bo penaberan bê zêdekirin.

Serokê Demokratên Swêdê Jîmmîe Akesson jî demek berê li Lubnanê çibû kampên ku Sûriyeyî lê dijîn û di vegera Swêdê de daxwaz kiribû ku serlêdana îltîcayên Sûriyeyê neyên qebûlkirin û tenê di cih de alîkarî bê dayîn.

Erîksson li dijî vê van daxuyaniyên nîjadperest, daxwaz kir ku Swêd zêdetir îltîcayan qebûl bike.