Penaberên li Kurdistanê bi cih dikin dikin maşika şer
ÎDRÎS YILMAZ
WAN (DÎHA) - Niqaşên têkildarîe 'Dê mafê welatîbûnê bidin Tirkên Ahiska û penaberên Sûriyeyê' roj bi roj zêde dibin. Kirgizên ku di sala 1983'an Kirgiz li herêma Zîlan a navçeya Erdîşê hatin bicih bûn, diyar kirin ku ew ji şer reviyan hatin vir, lê li Tirkiye dîsa xwe di nava şer de dîtin. Kirgizan anîn ziman ku penaberan dikin maşika şerê li Kurdistanê.
Serokomar Tayyip Erdogan di 2'ê Tîrmehê de li Kîlîsê diyar kiribû ku dê 300 hezar penaberan bike welatiyê Tirkiye û mafê welatîbûnê bide wan. Îxtîdara AKP'ê Tirkên Ahiska li navçeya Xelata Bedlisê bi cih kirin û niha jî dixwaze welatiyên Sûriyeyê bike welatiyê Tirkiyeyê û nasnameya wan biguherîne. Welatiyên Kirgiz ên li geliyê Zîlanê bicih bûn, diyar kirin ku Tirkiye li ser penaberan şerê taybet dimeşîne û wan dike maşika şer. Piştî hêzên dewletê li Zîlanê di salên 1930'an de 15 hezar kurd qetilkirin û gelek ji wan sirgûn kirin, 220 gund vala kirin. Piştî valakirina gundan di sala 1983'an de Serokwezîrê wê demê Turgut Ozal welatiyên Kirgiz li van gundan bi cih kirin. Gundê Milkê ku berê kurd lê dijiyan, navê wî guhertin û kirin Ulupamir. Kirgizên gund piştî van polîtîkayên AKP'ê yên li ser penaberan bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew ji şer reviyan hatin Tirkiye û niha dîsa xwe dinava şer de dibînin. Kirgizan, anîn ziman ku dewlet dixwaze Kirgizan û kurdan bînin hemberî hev û Kirgizan dixin nava şerekî nû." Kirgizên ku li Zilanê bi cih bûne diyar kirin ku ew dê nebin perçeyê şer û nabin dijberên kurdan.
(mae)