Penaberên Rojava yên li Êlihê li benda alîkariyê ne
10:45 23.12.2013 1 / 7 ÊLIH (DÎHA)- Welatiyên ku ji ber şerê çeteyan ê li Rojava koçî Êlihê kirine li benda alîkariyê ne. Penaberê bi navê Îsa Cuma Hidir, diyar kir ku leşkerên Başar Esat û çeteyên El-Nesra, Elqaide Ketoyî Bi Abbas û Huzbullah, zarokên kurdan serjê dikirin, tecawîzê jinan dikirin û malên wan talan dikirin.
Welatiyên ji ber êrîşên çeteyan ên li Rojava koçî Tirkiyeyê kirin, li vir di nava tunebûnê de dijîn. Welatiyên ji şer reviyan û hatin bajarê herêmê, niha betal, xizan û bêstar dijîn. 8 malbatên ku 2 meh berê ji ber zilm û zordariya leşkerên Esat û çeteyan reviyan Êlihê, li bajaroka Giresîra ya Êlihê bi cih bûn. Welatî niha di konên naylon û nava sir û seqedemê de têkoşîna jiyanê didin. Welatî ji ailyê Şaredariya Êlihê ve li mala gel a Ahmet Kaya ya li taxa Huzurevlerê bi cih kirin. Niha welatî li ben da alîkariyê ne. Welatiyê bi navê Îshaq Cuma Hidir ku 7 xizme wî endamê PYD’ê û di şer de jiyana xwe ji dest dabûn bi 5 zarokên xwe re ji ber zilma Esat û çeteyan koçî Êlihê kirin. Cuma Hidir, diyar kir ku Basar Esat wan bi zorê dibir leşkerê û wiha got: "Dema ku leşkertiya Esat ne dikir dihatin kuştin. Ji ber wî yekî ew dev ji mal û erdê xwe ber dan û penaberî Bakur kirin." Hidir, anî ziman ku leşkerên Başar qatliyaman dikirin. Serên zarokên kurdan şerjê dikirin, tecawîzê jinan dikirin û malên wan talan dikirin û wiha axivî: “ Çeteyê ku cihê xwe di şer de girtibûn li ser me kurdan zilmiyeke mezin dikiran , serê zarokên kurdan şerjê dikiran, destên xwe dataniyan li ser serê jinên kurdan ku ji xwe dibiran û tecawîze wan dikin. Me li ber vî zilmî û zordariyê ne qedand û em bi zarokên xwe re reviyan hatin nav Kurdên Tirkiyê.”
‘Waliya Êlihê me dişand qampa Kilisê’
Hidir, diyar kir ku dema hatin Êlihê, waliya Êlihê hatîbû cem penaberan û gotibû ku tê wan bi şîne qampa Kilisê. Hidir wisa berdewem kir; “ Em ji Serekaniyê ji ber zilma çeteyan reviyan. Li wir ceylan tune bû, av tune bû, zarokên me tev nexweş bûn me nikaribû zarokên xwe bibira nexweşxanê, derman tune bû. Em berî 2 mahan em reviyan hatin Tirtiyê. Li bajarokê Giresiran kon veda û di bin konan de di jiyan. Waliyî hat cem me û ji me re got, em ê we bişeynîn qampê lê me qebûl nekir ji ber ku me xwest di nava Kurdên xwe de biminin û walî qet alikariya me nekir. Niha jî Şaredariya Êlihê me anî mala gel. Mal avabe ji Şaredariyê re ku ji nava berfê xilaskir.”
Hidir, bi lêv kir ku bi hêviya jiyaneke nû dikirin û hatin Êlihê. Lê ji ber ku tu karê ku bikin tuneyê dabara xwe nikarin bikin û bi alîkariya welatiyan dijin. Hidir, bang li rayedaran kir û alîkarî xwest.
‘Şer ji me jinan re zaxmetîr bû’
Hevjina Îsa Cuma Hidir Bedîa Celal Elî, jî nerinên xwe yên ku di şerê Serêkaniyê de jiya bû anî ziman. Celal Elî anî ziman ku li Serêkaniyê şereke pir dûjwar hebû. Elî, da zanîn ku her roj zarok, ciwan û jin dihatin kuştin û wiha got:” Em wek jinek hertim di bin tehditkirinê de bûn, li ber çavên me çeteyan tecawîzê jinan dikirin, zarokan serjê dikirin her roj ciwen dihatin kuştin. şer ji me jinan re zexmettir bû.”
Celal Elî, daxwaz kir ku rayedar alîkarî bidin wan.
(ho/mae)