1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Perwer: Hevdîna bi Ocalan re ji bo min dê şerefek mezin be
Perwer: Hevdîna bi Ocalan re ji bo min dê şerefek mezin be,perwer,hevdîna,bi,ocalan,re,ji,bo,min,dê,şerefek,mezin,be

Perwer: Hevdîna bi Ocalan re ji bo min dê şerefek mezin be

A+ A-

13:50 17.11.2013 1 / 7 AMED (DÎHA) - Hunermendê kurd Şivan Perwer ku li ser vexwendina Serokwezîr hate Amedê, îdea kir ku bi bernameya duh re li Tirkiyeyê pêvajoyek nû destpê kiriye, lê binçavkirin, girtin û çewsên li ser gelê kurd ên didome nedît. Perwer, diyar kir ku dê girtîgeh vala bibin, îma kir ku di pêvajoyê de dikare peywira navbênçitiya di nava Qendîl û Enqereyê de bike. Perwer, li ser pirsekî jî got "Ez ji dil can dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim. Dê ev ji bo min bibe şerefek."

Hunermendê kurd Şivan Perwer ku li ser vexwendina Serokwezîr Erdogan duh hate Amedê, li Salona Hêlîna Teyrê ya Green Parqê civîna çapemeniyê li dar xist. Perwer ku ji ber ya Serokwezîr oxir kir civînê dereng li dar xist de axivî, îdea kir ku duh li Tirkiyeyê hevdîtineke dîrokî pêk hatiye. Perwer, diyar kir ku li Tirkiyeyê 90 sal e li ser kurdan polîtîkayeke asîmilasyonê ya hişk pêk hatiye û da zanîn ku bikaranîn peyvên kurd û Kurdistanê qedexe bûn. Perwer ku îro hêj di girtîgehan de li ser 10 hezar girtiyên siyasetmedarên kurd, pêkûtî û îşkenceyên tên kirin nedît, destnîşan kir ku di wê demî de di girtîgehan de bi sedan girtî rastî îşkenceyên mezin hatine û bibîrxist ku ew jî 37 sal di surgunê de ma ye. Perwer, anî ziman ku piştî 37 salan cara yekemîn e vegeriya ye welatê xwe û derbirî ku ev yek jî bi xebatên hevkar a Serokwezîr Erdogan û Barzanî pêk hatiye. Perwer ê ku binçavkirin û girtinên di mehên dawî de pêk tên piştguh dike, da zanîn ku di girtîgehan de hêj jî bi hezaran girtî hene; lê bi pêvajoya nû ve dê girtîgeh bên valakirin. Perwer, derbarê pêvajoya hatiye destpê kirin hêviyên xwe jî anî ziman û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi salan e mafê jiyanê ji kêmanan re nehatiye naskirin. Perwer, di berdewama axaftina xwe de, diyar kir ku bi hezaran hemwelatî ji ber van mafên nehatiye naskirin zirar dîtine. Perwer, wiha got: "Tirkiye, di hêla civakarî, aborî de zirar dîtiye. Tirkiye welatek bedew e, bi her awayî, Tirkiye axeke ku ji her kesî re têr dike ye. Kurdistan bi rojava xwe û rojhilata xwe ve welateke pir bi qalîte ye."

Tirkiyeya nû!

Perwer, diyar kir ku pêwîstî bi nûkirina Tirkiyeyê heye û da zanîn ku ji pêvajoya nû hatiye destpê kirin re "Tirkiyeya nû" tê gotin. Perwer, ragihand ku ev nûkirin duh destpê kiriye û wiha got: "Dema ez ji welatê xwe derketim zilameke ciwan bûm. Wek e miroveke extiyar vegeriyam. Em vegeriyan welatê xw; lê ji bo hînê welat û mirovan bibim dem ji min re lazim e. Dil dixwest ku di kuçeyên Amed3e de bi Amediyan re bigerim, biaxivim. Gelê Amedê pir ji min his dike." Perwer, derbarê pêvajoya nû ya hatiye destpê kirin de jî ev tişt gotin: "Pêvajoyek nû hatiye destpê kirin. Bi hêvî me kesên kevneperest ên vî dihesidin nîqaş bikin û ji dil qebûl bikin." Perwer, got ku her kesê hatiye cîhanê mafê wan a jiyanê heye û anî ziman ku kurd jî xwedî dîrokeke bi bingeh in û kurd xwedî dîroka xwe derketiye.

'Dê civakeke nû derkeve'

Perwer, da zanîn ku kurd neketine axa kesî, ya kesî tacîz nekirine. Perwer, îdea kir ku tirkan destê aştiyê dirêjê kurdan kiriye û derbirî ku tirk û kurd dixwazin bibin malbatek. Perwer, diyar kir ku Tirkiye di vê demî de serdemeke nû destpê kiriye û destnîşan kir ku dê civakeke nû derkeve holê. Perwer, anî ziman ku ew ji xizmetkirina vê pêvajoyî re amade ye. Perwer, destnîşan kir ku pêvajoya li Tirkiyeyê hatiye destpê kirin ji hêla Serokwezîr Erdogan û Ocalan ve hatiye destpê kirin. Perwer, wiha got: "Bila sax bin ev pêwîst dikir. Dê rojek derî ji Ocalan re jî bên vekirin."

'Erdogan bi aştiya xwe re ya Perwer razî kiriye an go!

Perwer, gotina ji ber ew li Amedê ye pir kêfxweş e nû kir û got ku ev yek bi saya Erdogan û Barzanî pêk hatiye. Perwer ê ku şoreşa kurd a li Rojavayê hatiye bidestxistin piştguh kir, da zanîn ku li Suriyeyê şerek heye û ev şer jî nebaş e. Perwer, derbirî ku Tirkiye dê pêşerojê de bi "Kurdistanê re" ji Suriyeyê re bibe mînak. Perwer, diyar kir ku di demên pêş de dixwaze bi awayeke bi organîze bê Amedê û da zanîn ku li gelek cihên li welat stranan bibêje. Perwer, îdea kir ku hatina wî ya piştî 37 salan a Tirkiyeyê bi temînata Erdogan a dide pêvajoyê pêk hatiye.

'Ez ê bi hevdîtina bi Ocalan re bi şeref bibim'

Perwer, li ser pirsa rojnamevanan a "Tu dixwazî bi Ocalan re hevdîtinê bikî?" wiha bersiv da: "Ji dil dixwaz im. Ev dê ji bo min şerefek be, Ocalan ji bo vê gelî xizmet kiriye. Ocalan ji bo welatparêzeke pir mezin e. Mirovekî ji bo vê gelî wezîfeyeke mukemel a bi dîrokî da ye." Perwer, ji bo pêvajoyê jî, diyar kir ku ji Qendîlê heta Enqereyê ew amadeye ji bo her kesî xizmetê bike. Perwer, ji bo xebatên qaşo ya ji hêla Erdogan ve hatiye destpê kirin jî serkeftinê xwest.

(ho/ea)