1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Perwerdeya li dibistanên taybet newekhevî ye
Perwerdeya li dibistanên taybet newekhevî ye,perwerdeya,li,dibistanên,taybet,newekhevî,ye

Perwerdeya li dibistanên taybet newekhevî ye

Tenê li dibistanên taybet perwerdeya zimanê dayikê newekheviye

A+ A-

ALÎ BARIŞ KÛRT - ENQERE 02.10.2013 07:10:58 Rojnameger nivîskar Ayhan Bîlgen da zanîn ku bi guherîna ku di pakêta demokratîkbûnê de hatiye kirin rakirina astengiyên li pêş berhevkirina alîkariyê ji bo ‘cemaatan wek avantaje’. Bîlgen da zanîn tenê li dibistanên taybet perwerdeya zimanê bi dayikê ‘newekheviye’ û got di sektora ku mijara gotinêye de li ser kesên serdest, bikaranîna mafekî dê bi zirar be.

Pakêta ku Erdogan aşkera kir û ji aliyê rayagiştî ve jî kêm hat dîtin, de tê de der barê berhevkirina alîkariyê de jî sererastkirin hat kirin. Erdogan sererastkirin bi vî awayî aşkera kir: Em astengiyên li pêş berhevkirina alîkariyê radikin. Di mijara berhevkirina alîkariyan de dem bi dem azadî ketibûn bin sînoran. Di mijara berhevkirina çermê qurbanan, fitir û zikatê de raye dane Saziya Hewayî ya Tirk; Di esasa xwe de li dijî qanûn û mekeqanûnane. Ev li dijî mafê mirovane. Welatiyên me ji vir şûnde dê alîkariyên xwe bi destê xwe bikin.

Nivîskar rojnameger Ayhan Bîlgen ji ANF’ê re axivî û got daxuyaniya Erdogan ya der barê berhevkirina alîkariyan de ne zelale û got: “Qanûna Berhevkirin Alîkariya qanûnek taybet e. Ji bilî vê rayeyên ku tahsîsên hinek saziyan kirine hene. Li holê ji ber ku sererastkirina qanûnî tune, em li ser gotinên serokwezîr şîroveyan dikin. Hinek kes dibêjin ev tenê ji bo cejna Qurbanê ye. Lê mînaka ku serokwezîr dide ne tenê bo vê ye, aliyê wê yên din hene. Lê dema mirov li axaftinê dinêrin, mirov dibînin ku di mewzuatê de guherînek tune.

Bîlgen destnîşan kir ku Erdogan hêmayên ku sûc nahundirîne, wek sûc nîşan dide û dibêje ‘kesên ku dixwazin dikarin bexşê lê bikin’ û wiha got: “Bi giştî di pakêtê de, ku di vê mijarê de jî derbas dibe; Erdogan tiştên berê ne sûc bûn wek sûc nîşan dide. Ji xwe der barê kesên bexşê dikin de pergala ceza nîne. Der barê berhekvirina bexşê de pirsgirêk heye. Der barê kesên bexşê digirin, der barê kesên rêbazên mewzuatê binpê dikin de ceza heye. Der barê vê seraratkirinê de nîqaşa herî krîtîk meseleya ku ‘ji rêxistina terorê re alîkariya fînansî tê dayîne.’”

DESTPÊKÊ BIN TEKELA DEWLETÊ DE NIHA JÎ YA CEMAATÊ DE YE

Bîlgen destnîşan kir ku meseleya alîkariyê ku berê di bin tekele dewletê de bû, niha dewrê cemaat û tarîkatan hatiye kirin û wiha got: “Alîkariya li Tirkiyeyê rêjeya wê gelek zêdeye. Ji ber bawerî, cejnên olî û îbadetê alîkarî zêde tê kirin. Ev di bi tekela dewletê de be jî bi pirsgirêke û di bin tekela qadên din de be jî pirsgirêke.

Bîlgen hişyar kir û diyar kir ku dibe ku cemaat piştî demekê veguherin mekanîzmaya zextan û qadên derveyê kontrolê ava bikin û got ev jî azadiyên kesane dê tehdît bike.

Bîlgen wiha got: “Di mijara alîkariyê de dê bi keyftî tevbigerin. Emê bi pirsgirêka akredîtasyonê re rû bi rû bên. Ji ber ku li Tirkiyeyê rayedayîn li her derê dibe keyfî. Dema rayeyê bidin îdarê li şûna ku objektîf tevbigerin, dê têkevin nava pozîsyoneke zehmet an jî hêsan ya ku kî bi çi armancê alîkariyê berhev dike. Sererastkirinên bi vî rengî ya bi giştî azadiyê esas digire an jî otorîteya cemawerî li ser vê îdiaya sûc dide astengiyan, ew jî bi biryara dadgehê pêk tê.

MAFÊ PERWERDEHIYA ZIMANÊ DAYIKÊ DI BIN SERDESTIYA SEKTORA TAYBET DEYE

Bîlgen der barê sererastkirina ku perwerdehiya zimanê dayikê li dibistanên tayebet dê serbest bede jî axivî û got ev sererastkirin newekheviyê xwe re tîne û got: “Dewelet divê ne li qadên taybet, li qadên ku raste rast xizmeta cemawerî tê dayîn perwerda kurdî bide. Lê ev newekehiyeke. Ev dê zirarê bide û perwerdehiya zimanê kurdî dikin bin serdestiya serktora taybet.