Pevçûnên li Efrînê didomin: 9 çete hatin kuştin
EFRÎN 01.11.2013 12:18:40 Komên çete yên Dewleta Îslmî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ji 3 aliyan êrîşî gundê Qestel Cindo ya Şera kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv dan û di encamê de 9 êrîşkar hatin kuştin. Her wiha pevçûnên li gundên Zaratê û Xirêbkê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê bi dijwarî dewam dikin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin komên çete yên DAIŞ'ê ji 3 aliyan êrîşî gundê Qestel Cindo yê Navçeya Şera ya Efrînê kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiva êrîşan dan û pevçûn qewimîn. Hate hînbûn ku di pevçûnan de 7 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. Li heman herêmê jî hêzên YPG'ê li dijî komeke çekdar ên DAIŞ'ê çalakî lidar xistin û di encamê de 2 çete hatin kuştin. Pevçûnên li herêmê didomin.
Li aliyê din pevçûnên li gundên Zaratê û Xirêbkê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê bi hemû dijwariya xwe didomin. Derbarê encama pevçûnên li vê herêmê tu agahî ne hatine bidestxistin. Komên çete yên DAIŞ'ê ji bargehên xwe yên li bajaroka Til Rifet û Dêr Cemîl gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê bi hawanan topbaran dikin. Hate hînbûn ku di encama topbaranê de ziyana madî li derdorê çê bûye.