Pevçûnên li Eşrefiyeyê didomin
Pevçûnên dijwar ên li taxên Eşrefiyê ya Helebê ku piraniya şêniyên
wê Kurd in dest pê kir, berdewam in. Di pevçûnan de 35 leşkerên rejîma
Sûriyeyê hatin kuştin û 70 jî birîndar bûn.
Li taxa Eşrefiyê ya Helebê pevçûnên duh di navbera YPG'ê û hêzên rejîma Sûriyeyê de ku li derdora xaçeriya Yekem û ya Duyem dest pê kiribûn, li derdora Xaçeriya Duyem hîn jî didomin.
Li gorî agahiyên hatine bi destxistin di pevçûnên ku ketine roja xwe ya 2'emîn de 35 kes ji leşkerên Sûriyeyê û alîgirên wan hatine kuştin û 70 birîndar bûne. Hate ragihandin ku di encama êrîşên artêşa rejîmê de hin sivîl jî jiyana xwe ji dest dane, lê hejmara wan nehat zanîn.
Topbarana taxê ji aliyê hêzên rejîmê dewam dike û herî dawî derdora 15.15’an de 2 guleyên topên hewan li nêzî nexweşxaneya Henan ketin.