Pevçûnên li Çewlikê tevahiya şevê dewam kirin
ANF - ÇEWLIK Li Çewlikê, tengezarî û aloziya piştî provokasyona çekdarî ya komeke bi piştgiriya dewletê li navenda bajêr derxist, tevahiya şevê dewam kir. Ji ber destwerdana polîsan li gelek nuqteyan di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derket.
Komeke çete ya cerdevan û nîjapderestan, ku xwe weke Alperenan bi nav dikir û di bin ewlehiya polîsan de tevdigeriya, bi îddîaya alê li Çewlikê kom bûn. Koma bi kalaşnîkov û tivingan ku di bin kontrola polîsan de tevdigeriya, dirûşmên nîjadperest-ultra netewperestî qîriyan û piştî ku gule li ber avahiya BDP'ê gule li hewayê reşand, tengezarî derket. Ciwanên Çewlikî dest li vê komê werdan û koma nîjadperest ji herêmê reviya.
Dûre Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) li gelek nuqteyên bajêr dest bi girtina nobedê kir. Komên ciwanan hin rê girtin, lê rastî destwerdana polîsan a bi bombeyên gazê û TOMA'yan hatin. Pevçûnên li ser vê yekê destpê kirin, heta derengiya şevê dewam kirin. Ciwanan bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan.