Peyama ji Berlînê: 'Rojava bi tenê nîne!'
BERLÎN 07.04.2014 07:09:16 Di meşe bi coş a li Berlînê de êrîşên li dijî Kobanê hatin şermezarkirin û peyama 'gelê Rojava bi tenê nîne' hat dayîn.
Li paytexta Almanya Berlînê, meşa piştevaniya bi Rojava re hat kirin. Meşa bi beşdariya 700 kesî bi orgtanîzeya Nûneriya PYD'ê ya BerlîNê, Meclîsa Gel a Rojava li Berlînê, Komeleya Rojava li Berlînê, Cemaeta Kurdan a Brandenburger, Meclîsa Jinê ya DESTDAN li Berlînê û Meclîsa Gelê Kurd li Berlînê ve hat organîzekirin. Her wiha saziyên bi navê ANTIFA, Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re li Berlînê û ATÎF, gelek saziyên şoreşger ên Tirkiyeyê destek dan.
Kurdistanî û dostên wan ji bo meşê li Hermannplatzê hatin cem hev û pankarta bi nivîsa "Rojava ne bi tenê ye!", "Her der Rojava ye" vekirin. Li dû deqeyeke rêzgirtiNê Serokê Komeleya Rojava li Berlînê Suleyman Hacî axaftinek kir û diyar kir ku êrîşên li dijî Kantona Kobanê bi hefteyane dewam dikin. hacî got, "Bi navê Misilmantiyê azadiya me qetil dikin. Em bang li gelê xwe yê li Ewropayê dikin ku piştevaniya bi Rojava re bilind bike."
Nûnerê PYD'ê li Berlînê Dr. Gundî Diberz jî da xuyakirin ku li Rojava sîstemeke hemû gel û baweriyan hembêz dike hatiye afirandin û got, "Gelê Kurd jî mîna hemû gelan azadiyê dixwazin. YPG, YPJ û gelê me ji bo vê yekê bi lehengî têdikoşin." Di axaftina li ser navê ATIF'ê de jî hat ragihandin ku Tevgera Neteweyî ya Kurd li Rojava bi dayîn berdêlên giran têkoşîneke bi rûmet dimeşîne û hat gotin, "Li dijî êrîşên ji T.C. û paşverûyên din ên herêmê destekê dibînin, divê em bi gelê Rojava re di nava piştevaniyeke enerjîk de bin."
Meş bi mîtîngek li Kreuzberg Oranienplatzê bi dawî bû.