1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Peymana Medîneyê wê li gor nêrîna jinê were şîrovekirin
Peymana Medîneyê wê li gor nêrîna jinê were şîrovekirin,peymana,medîneyê,wê,li,gor,nêrîna,jinê,were,şîrovekirin

Peymana Medîneyê wê li gor nêrîna jinê were şîrovekirin

A+ A-

13:00 25.04.2014 1 / 4 AMED (DİHA) - Komxebata Îslama Demokratîk a Jinan 27'ê nîsanê ango roja yekşemê wê li Amedê pêk were.

Hevseroka Şaredariya Hezro û endama komxebata îslama Demokratîk a Jinan Guler Ozavci derbarê amadekariyên komxebatê de agahî dan û diyar kir ku di konferansa yek rojî de di serî de bi nêrîna jinê Peymana Medîneyê, mijarên mîna 'Di îslamê de feraseta jinê ya şer û aştiyê', 'Di îslamiyetê de têkiliya di navbera serdest û bindest de' û 'di pratîka pêxemberan de jin' wê werin nîqaşkirin.

Ji bo Konferansa îslama Demokratîk ku li ser pêşniyaza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ewê pêk were, jin ji bo ku bi awayek bi hêz bişdar bibin, xwe amada dikin. Jin bi vê boneyê 27'ê nîsanê komxebata Jinana a îslama demokratîk li dar dixin. Di konferansa yek rojî de wê gelek rewşenbîr, akademîsyen û nivîskarên jin beşdariyê bikin. Di konferansê de di serî de bi nêrîna jinê Peymana Medîneyê mijarên mîna 'Di îslamê de feraseta jinêya şer û aştiyê', 'Di îslamiyetê de têkiliya di navbera serdest û bindest de' û 'di pratîka pêxemberan de jin' wê werin nîqaşkirin.

Hevseroka Şaredariya Hezro û endama komxebata îslama Demokratîk a Jinan Guler Ozavci derbarê amadekariyên komxebatê de agahî dan. Ozavci bal kişand ser feraseta îslamê ya li Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku îslam û şidet wekî hev têne dîtin û anî ziman: "Niah di roja îro de em mînaka vê ya herî berbiçav û dijwar em li Rojava dibînin. Li ser navê îslamê mirov tên qetilkirin, tacawizî jinan dikin, zarok jî têne kuştin. Û van gişan li ser navê îslamê dikin."

'Piştî Hz. Mihemed îslam ket bin destê cemaetan.'

Ozavci bilêv kir ku tevhîd, heq û edalet û azadî nirxên ku mirov hêja dikin û bi ser vekir ku piştî serdema Hz. Mihemed îslam bêhtir ketiye bin yekdestiya tarîqat û cemaetan.

Ozavci diyar kir ku bi komxebata ku ewê pêk were ji bo ku îslam vegere ser maneya xwe ya rastîn girîng e û anî ziman ku wê bi konferansa îslamê re alimên îslamê yên li Tirki, rojhilata Navîn û Ewropa bêne cem hev û puxte û rastiya îslamê nîqaş bikin.

'Emê nirxên ku jindi îslamê de heq dike ji nû ve derxin holê'

Ozavci ku bilêv kur li ser navê îslamê jin bu pêşverûtiyê re rû bi rû hatiye hiştin anî ziman ku bi komxebata ku ewê pêk bînin nirxên ku jin heq dikin ewê ji nû ve derxin holê û nîqaşên xwe ji bo vê yekê bikin.

Ozavci got: "Kevneşopiyên di nav jiyana modern û feraseta kapîtalîst û îslamê de asê maye, bandorek mezin li ser jiyana jinê kiriye. Nirxandinên bi nêrîna jinê wê di vî warî de pêşketinek bi hêz derxe holê."

'Pêwîst e perspektîfeke bihêz derkeve holê'

Di komxebatê de wê nivîskar Huda Kaya, ji avakarên AKP'ê Fatma Bostan Unsal, nivîskar-ativîst Sabîha Unlu hin ji şexsiyetên ku ewê beşdar bibin.

Nîqaşên ku wê werin meşandin wê bi giranî di çarçoweya 'Peymana Medîne' de bin.

Ozavci diyar kir ku li Rojhilata Navîn pergala ku ku Hz. Mihemed dixwest di pergalaa civakî ya li Rojhilata Navîn de bide rûniştandin nekirini pratîkê û wipa pê de çû:

"Divê Peymana Medîneyê ku dikare li Rojhilata Navîn bi hêsanî bikeve jiyanê ji nîqaşan re were vekirin û di vê maneyê de perspektîfeke bi hêz derkeve holê."

Bi taybetî li Rojhilata Navîn ku ji aliyê nijadî û olî ve xwediyê çandeke pir reng e, ger ev têkeve jiyanê gelekî bi wate û girîng e."

'Partîbûyîn niha ne di rojevê de ye'

Hevseroka Şaredariya Hezro û endama komxebata îslama Demokratîk a Jinan Guler Ozavci li ser pirsa 'Gelo dibe ku piştî vê konferansê perin ber partîbûyînê ve?' got: "Partîbûyîn niha ne di rojevê deye. Bêhtir wê di warê civakî de ji bo afirandin û pêkanîna bihîstiyariya civakî ye."

(er/mae)