Peywira mezin dikeve ser parlamentoyê
Kişanak: Ji bo makeqanûna nû, peywira mezin dikeve ser parlamentoyê
ENQERE (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, di civîna koma BDP'ê ya Meclisê de diyar kir ku ji bo ev pêvajo pêş bikeve divê berî her tiştî hişmendiya kevneperest û statukoparêz bi dawî bibe û edalet pêş bikeve. Kişanak, da zanîn ku ji bo makeqanûna demokratîk, azadî, edalet, wekhevî û parastina mafê hemû beşên civakê rolek mezin dikeve ser parlamentoyê û xwest parlamento vê rola xwe baş bilîze. Kişak, da zanîn ku ji bilî BDP'ê tu partiyên din pêşniyara demokrasî azadî û aştiyê nekiriye û xwest dest ji hişmeniya xwe ya berê berdin. Kişanak, bal kişand ser kuştina ciwanên kurd ên ji aliyê polîsan ve û da zanîn ku di serdema hikûmeta AKP'ê de 128 kes ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin û tenê di serdema Midûrê Polîsan ê Amedê de 3 ciwanên kurd hatin qetilkirin. Kişanak, bal kişand ser rewşa zimanên zikmakî û da zanîn ku li Tirkiyeyê bi dehan zimanên zikmakî di sînorê windakirinê dene.
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, di civîna koma BDP'ê ya Meclisê de li ser mijara makeqanûna nû, êrîşên polîsan, zextên li ser xwendekarên kurd, pêşxistina aştiyê, helwesta partiyên din ên li hemberî pêvajoyê nirxand. Kişanak, diyar kir ku Hevserokê wan Demîrtaş ji bo xebatek girîng çûbû Hewlerê û ji ber vê yekê ew vê hefteyê dîsa civîna komê dike. Kişanak, da zanîn ku ew pêvajoyek muhîm bi hevre dimeşînin û wiha got: Heta niha gelek rê hatin ceribandin. Tenê rêya diyalog û axaftinê mabû. Niha em vê rêbazê pêk tînin. Ji bo Tirkiyeyek nû û Tirkiyeyek azad ku rêya siyaseta demokratîk li pêş her kesî veke em dimeşînin."
Kişanak, da zanîn ku ew armanc dikin ku bigêjin rawestgehek pêşeroja azad, demokratîk, aştiyê ku welatê aştî, edelat, wekhevî û jiyana azad hebe û ji bo vê yekê têkoşînê didin. Kişanak, xwest her kes ji bo vê yekê tev li vê rêwîtiyê bibe u wiha axivî: "Makeqanûna niha êdî ji bo Tirkiyê kirasekî pir teng e û ji bo vê yekê pêdivî bi makeqanûna ku mafê her kesî diparêze û her kesî hembêz dike heye. Ji bo vê yekê niha li meclisê xebat tên meşandin. Divê makeqanûna nû ya demokratîk û her kesî di bin baskê xwe de hembêz bike û mafê wan mîsoger bike û pêş bixe bê avakirin. Di vê pêvajoya nû û Tirkiyeya nû de em dixwazin makeqanûna nû ava bikin. Jibo vê yekê divê her kes gotinên nû bêjin û dest ji gotinên xwe berdin."
'Divê her kes dest ji statukoyê berdin'
Kişanak, anî ziman ku gotinên berê û statuko pirsgirêkê çareser nakin û divê her kes bi gotin, nerîn û hişmendiyek nû tev li pêvajoya nû bibin û wiha berdewam kir: "Ger ku em dê di gotinên xwe yên berê de israr bikin û di statukoyên de israr bikin wê demê em behsa makeqanûna nû nekin. Wê demê divê em behsa azadiya heq û hiqûqa azad nekin. Êdî pêdiviya gel û civakê bi makeqanûna nû heye. Di pêvajoya referandumê de jî dawaza gel makeqanûna nû hebû" Kişanak, da zanîn di hemû niqaş û pevdîtinan de daxwaza demokratîkbûn û Azadiya Tirkiyeyê derket pêş û wiha lê zêde kir: "Divê rêveberiya demokratîk û feraseta azd pêş bikeve. Divê pêşniyarên reformê ava bibe. Divê makeqanûna ku nasnameyan wek hev dibîne bê avakirin. Divê pirsgireka bîr bû baweriyan, nasnameyan, reformê, demokratîkbûnê bê çareserkirin. Mîsogeriya Tirkiyeya azad û demokratîk Partiya Aştî û Demokrasiyê ye. Partiya me BDP'ê bi pêşniyar û civînên bi gel re pêk anîn, derket holê ku tenê partiya me Tiryiyekek azad û makeqanûna demokratîk û azad naxwaze. Ji bilî BDP'ê tu partiyên din mafên aştiyê neanîn ziman. Pêdiviya Tirkiyeyê ya herî zêde bi aştiyê heye. Divê ev maf di bin makeqanûnê de bê parastinê. Divê mafê jinê, mafê reda wîcdanî, mafê ramana azad, mafê siyaseta azad û demokratîk tenê BDP'ê pêşniyar kir. Dîsa pirsgirêka herî mezin cudakirin e. Li vi welatî her tim cudakariyek hat dîtin. Divê her kesên nasname, bawerî û ramanên wan cuda bin wek hev bên dîtin."
'Îro roja gerdûnî ya Romanan e'
Kişanak, bal kişand ser mafê Romanan 'Qereçî' û diyar kir ku îro roja mafê wan ê gerdûnî ye û xwest nasname, bawerî û mafê wan jî wekî yên her kesî bên parastin û di çaroveya wekhevidyê bê parastin.
Li Tirkiyeyê bi dehan ziman li sînorê windakirinê ye'
Kişanak, da zanîn ku li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin pirsgirêka mafê zimanê zikmakî ye û wiha got: "Li Tirkiyeyê ji ber astengiya azadiyê bi dehan ziman li ber tunebûnê ne. Divê mafê hemû zimanan bê parastin û di bin makeqanûnê de bê mîsogerkirin."
'Divê rêveberiya Navendî Ademî bê parastin'
Kişanak, helwesta CHP'ê ya li hemberî pergala Navendî Ademîbûnê jî rexne kir û xwest ji bo demokrasî û azadî pêş bikeve divê pergala Navendî Ademî bê parstin û wiha pêde çû: "Dîsa me pirsgirêka benda hilbijartinê, kotaya jinê û pirsgirêkên din yên civakê jî pêşniyarî makeqanûna nû kir. Em dê disa bi beşên civakê yên din re hevdîtin bikin û pêşniyarên xwe yên din li makeqanûna bikin. Em dîsa bêjin ji xeynî partiya me tu partiyên din pêşniyarên demokratîkbûn, azadîbûn, nûbûna Tirkiyeyê nekirin."
Li hemû cîhanê pirsgirêk li parlamentoyê çareser dibin'
Kişanak, da zanîn ku karê herî mezin parlamento pêk tînin û peyvira mezin ji bo çareseriyê dikeve ser parlamentoyê û wiha lê zêde kir: "Li hemû welatên cîhanê pirsgirêkên demokratîkbûn û azadiyê li parlamentoyê tên çareserkirin. Em hêvî dikin ku piştî niqaşan dê komîsyona makeqanûnê bê avakirin. Ger ku em welatekî nû hêvî dikin, wê demê divê parlamento rola xwe bilîze. Ger ku em gavên nû bavêjin û makeqanûna nû ya demokratîk derxin divê parlamento rola xwe baş bilîze."
'Helwesta MHP'ê sor dike'
Kişanak, helwesta MHP'ê jî rexne kir û da zanîn ku helwesta MHP'ê bêtir pêvajoyê tev li hev dike û sor dike û wiha axivî. "Hin kes dixwazin gulên Îsparta û Colemêrgê yên di heman baxçeyî de geş bûne biçilmisînin û bi striyan re bijîn. Lê divê her kes bi baxçeyên gulan re jiyanê fêr bibe. Em dixwazin hemû kes bi feraseta neteweya demokratîk, hevpar, wekhev û hembêzkirinê bijîn."
Kişanak ji hemû xwendekarên zanîngehê xwest ku hestiyar tev bigerin'
Kişanak, li ser şer û êrîşên li zanîngehan li dijî xwendekaran pêk tê jî rawestiya û xwest li hemberî vê yekê her kes bi hestyar û xwînsarî nêzîk bibe û rê li pêş şerê ciwanan bigirin. Kişanak, bang li hemû xwendekarên zanîngehê jî kir û wiha got: "Ev pêvajoya ku em di navde cih digirin ji bo avakirina demokratîk û yekîtiyek azad divê her kes bi hestyar, zana, bi rêxistin û demokratîk li vê pêvajoyê xwedî derkevin û neyên lîstik û sorkirina kesên din. Em bang li hemû ciwanên Tirkiyeyê demokratîk dikin û dibêjin bibin yek. Li hev xwedî derkevin û destûr nedin şer û pevçûnê."
'Di dema Midûrê Polîsan ê Amedê Recep Guven de li Amedê 3 ciwan hatin kuştin'
Kişanak, diyar kir ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê hikûmet hemû hewldanên sorkirin, şer û êrîşan asteng bike û wiha got: "Em dibînin ku hêzên ewlehiyê li zanîngehan û li cihên din li di êrîşên li hemberî xwendekarên kurd de bê deng dimîne. Dîsa Murat Îzol ê 19 salî ku ji aliyê hemû welatiyên taxê ve dihat naskirin dema li gel komek hevalên xwe li Fîskayê digeriya bê sedem berdan wî û dema ji ber polîsan reviya di pira Çemê Dîcleyê werbû. Piştî ku Îzol ket çem, polîsan destûr neda ku xebatên lêgerînê bê kirin, lê 12 roj şûnde di ber pira 12 derî de hat dîtin. Di nava 4 mehan de 3 ciwanên kurd ji aliyê polîsan ve hatin kuştin. Ozgur Arda, ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Mafê jiyana Arda îhlal kir. Polîsan di serdema hikûmeta AKP'ê de 65 kes di çalakiyên demokratîk de kuştin. Dîsa Şahîn Oner kuştin û girtekên sexte amade kirin. Niha jî Murat Îzol qetil kirin. Bûn sedemê kuştina Îzol. Em dipirsin Midûrê Polîsan ê Amedê Recep Guven ku gotibû ez ji bo her kesî digirim çima di serdema wî de 3 ciwanên kurd hatin kuştin. Ji roja ew hatin ser kar û heta niha 3 ciwanên kurd di serdema wî de hatin qetilkirin. Em dipirsin û dibêjin 'Hûn gelo ji bo van kesan digirin ya na? Hûn çima delîlan tarî dikin? Hûn çima raporên sextê amade dikin? Hûn çima belgeyên sexte amade dikin? Hûn çima lêpirsîna rast amade nakin? Ji ber vê yekê hêsirê çavên we jî sexte ne. Di 10 salên dawî de 65 kes ji ber mafê xwe ye pêşandana demokratîk di mudaxaleya polîsan de hatin qetilkirin.' 65 kes di êrîşa polîsan de hatin qetilkirin û der barê tu kesan de lêpirsîn nehat kirin. Di sala 2007'an de zagona salahat û ewlehiya polîsan 128 kes di mudaxaleya polîsan de jiyana xwe ji dest dan. Der barê van kesan de lêpirsîn jî nehat vekirin. Kesên der barê wan de lêpirsîn hatin vekirin jî delîl hatin guhertin û delîl hatin reşkirin û doz bê encam bi dawî bû."
'Divê mafê jiyanê bê parastin'
Kişanak di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Em dixwazin feraseta ku ji hemû mafê jiyanê yê mirovan bi hurmet pêş bikeve u mafê jiyanê yê pîroz biparêzin. Peyvira polîs û leşkeriyê ya sereke êrîşên li dijî mafê jiyanê asteng bike. Lê li Tirkiyeyê hişmendiya polîs û leşkeran a mafê jiyanê kuştin û qetilkirin e. Di 28'ê Îlona 2009'an de amûrê ku ji qereqola leşkeriyê hat avêtin bedena biçûk ya Ceylan Onkol berpçe bû. Lê tenê çavên Onkol li pişt ma û bang li hemû Tirkiyeyê kir û got "Êdî bes e ev bê edaletî. Lê 4 salin li gel kampanya û têkoyînê der barê lêpirsîna Ceylan Onkol de jî biryara "Pêdivî bi lêkolînê tune" hat dayîn. Em Tirkiyeyek ku edalet lê serdest e dixwazin. Em dixwazin hemû kesên li hemberî wicdanê mirovan sûc kiriye bên cezakirin û edalet cihê we bibîne. Berî her tiştî divê edalet pêş bikeve. Ji bo demokrasî, azadî û aştî pêş bikeve divê edalet cihê xwê bibîne."
Kişanak, xwest ji bo edalet pêş bikeve jî divê Komîsyona Lêgerîna Heqîqetê bê avakirin."
(mae)