Pir zimanî ji bo tenduristiya mêjî û psîkolojiyê girîng e
ANF - Navenda nûçeyan 23.06.2014 07:08:41 Li cîhana ku global dibe de girîngiya pir zimaniyê her diçe girîngtir dibe. Di jiyana pîşeyî û ji bo fêmkirina çandeke din, zanîbûna zimanekî din yê biyanî gelek girînge û her wiha di alî tenduristiyê de jî gelek fêdeyên wê hene.
Ji Huffington Post'ê Amanda L. Chan, diyar kir ku di encama lêkolînên ku li Amerîka û welatên din hatine kirin de, pirzimanî bandoreke mezin li ser tenduristiya mêjî dike û ji bo rewşên psîkolojîk avantajeke. Li gorî lêkolînên ku Chan rêz kirin û piraniya lêkolînan bi salan hatin meşandin de, kesên pir zimanan dizanin, li gorî kesên ku yek zimanî diaxivin xwedî 7 avantajane.
BI AVANTAJTIRIN
Li gorî lêkolîneke ku di Journal of Neuroscience hate weşandin de kesên ji zarokatiya xwe heta niha du zimanan diaxivin xwedî derfetên cudatirin. Lêkolîna ku bi armanca fêmkirina kesan bipîve hatiye kirin de derket holê ku kesên ku du zimanan diaxivin li gorî kesên ku yek zimanî diaxivin leztir fêm dikin û kêm enerjiyê xerc dikin.
DI PÎRBÛNÊ DE JÎ BI DERFETIN
Pirzimanî di kal û pîrbûnê de jî avantaja wê heye. Li gorî lêkolîneke ku di kovara Annals of Neurology hatiye weşandin de kesê ku zimanê wî yê dayikê îngîlîzî be, dema tên 11 salî û 70 saliya xwe test tê kirin. Di encama lêkolînê de kesên du an jî zêdetir zimanan diaxivin li gorî kesên ku îngîlîzî diaxivin, jîrtirin û di warê fêmkirinê de xwedî hişekî lezin. Ev kes hem di alî hiş de û hem jî di alî xwendinê de li gorî kesên ku yek zimanî dizanin bi derfetirtin.
MÊJIYÊ WAN KÊM DEMÊ VEDIQETÎNE
Li gorî lêkolîneke ku di kovara Amerikan Psychological Science de hatiye weşandin de hat diyar kirin ku kesên du an jî zêdetir zimanan dizanin, ji her du zimanan gotinên tên heman wateyê pir zû qeyd dikin. kesên pir zimanan dizanin gotinên wateyên wan hemanin zû hildibijêrin û nivîsan zû dixwînin.
RÎSKA ALZHEIMERÊ KÊM DIKE
Di konferanseke ku berê li Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê hatiye kirin de derket holê ku pir zimanî nexweşiya Alzheîmerê kêm dike. di konferansê de lêkolîna ku 450 nexweşên alzheîmer ku herî kêm du zimanan dizanin hat meşandin de hat weşandin û hat dîtin ku ev nexwş 4-5 salan şûnde li gorî yên din bi vê nexweşiyê ketine.
KAPASÎTEYA WAN BERFIREHE
Li gorî lêkoîna ku ji aliyê kovara International Journal of Bilingualism hate weşandin de zarokên du zimanan dizanin li gorî zarokên ku yek zimanî dizanin, leztir spartekên xwe çêdikin û jîrtirin. Di lêkolîna ku li ser 121 xwendekarî hat kirin de ji zarokan hat xwestin ku hejmaran bijmirên, hesabên mantiqî bikin. Di encama vê de derket holê ku yên herî serkeftî xwendekarên ku du ziman û zêdetir zimanan dizanin jîrtirin.
Li Kanadayê di lêkolîneke ku hatiye kirin de derket holê ku zarokên du zimanan diaxivin dema ji karekî derbasî karekî din dibin, leztir tevdigerin. Di çarçoveya lêkolînê de di kompirtirê de wêneyên sewalan yên rengîn nîşanê zarokan hat dayîn û ji zarokan hat xwestin ku sewalên rengên cuda bi tuşên kompiturê nîşan bidin. Encama vê lêkolînê de jî dîsa zarokê du zimanan dizanin lezgirt bersiv dan.
Li Zanîngaha Chîcago jî lêkolînek hat meşandin û li gorî vê lêkolînê kesên du an jî pirtir zimanan dizanin dema biryarekê bigirin, ji ber ku bi zimanê din yên ku dizanin difikirin zûtir biryaran didin.