Pirsa greva birçîbûnê li wezära YE!..
Pirsa greva birçîbûnê li wezära YE`yê ya Swêdê hat kirin
Parlementera Partiya Karker a Sosyal Demokrat a Swêdê Carin Runeson greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd a ji 12ê îlonê berdewam dike, anî rojeva Parlementoyê. Lê berpirsê vê pêşniyarpirsê ne ne Wezîrê Derve Carl Bildt, belê Wezîra YEyê ya Swêdê Brigitta Ohlsson bû.
Parlementerên Swêdî berê bi sê pêşniyarpirsên cûda greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd anîbûn rojeva Parlementoya Swêdê û xwestibûn Wezîrê Derve Carl Bildt bikeve dewrê. Lê Bildt neket dewrê û ev yek li rastî nerazîbûnan hat. Vê carê greva birçîbûnê ji Wezîra Yeyê Ohlsson hate pirsîn û ji wê hate xwestin ku bikeve dewrê.
Parlementer Carin Runeson di pêşnûmeya xwe de diyar kir ku greva birçîbûnê ya zêdetirê 700 girtiyên Kurd berdewam dike û nêzî roja 70yemîn bûye û gihiştiye asteke krtîk.
Di pêşnûmeyê de tê bibîrxistin ku tevî rojnamevan, parêzer, sendîkavan, parlementer, şaredar bi armanca protestokirina zext û înkara li hemberî Kurdan, û bidestxistina mafê perwerde û parastina bi zimanê zikmakî dest bi greva birçîbûnê kirine. Runeson destnîşan kir ku zext û êrîşên li ser gelê Kurd êdî gihiştiye asteke ku divê êdî neyê qebûlkirin û ji hukûmeta Swêdê xwest ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di asta YEyê de hewl bide.
Runeson ji Wezîr Ohlsson pirsên derbarê greva birçîbûnê û înkarkirina mafên gelê Kurd de pirs pirsî û pirsa “Hûn dê ji bo çareseriya aşitiyane ya pirsgirêka kurd çi bikin?” jî pirsî.
ANF NEWS AGENCY