1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ´Pirsgirêk bi kesekê nayê çareserkirin´
´Pirsgirêk bi kesekê nayê çareserkirin´,pirsgirêk,bi,kesekê,nayê,çareserkirin

´Pirsgirêk bi kesekê nayê çareserkirin´

Pirsgirêka Kurd bi hewldanên kesekê nayê çareserkirin

A+ A-

Behdînan - Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan da zanîn ku pirsgirêka kurd tenê bi hewldanek a siyasetmedarek nayê çareserkirin û got ku AKP hewl dide pirsgirêkê bi şîdetê çareser bike û di vê rewşê de ji serokwezîr li bendewariya hevdîtinekê mayîn ne sekneke siyasî ye.

Karayilan di roportaja xwe ya daye ajansa ANF’ê de hevdîtina di navbera Leyla Zana û serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan de nirxand. Karayilan destnîşan kir ku ew ne li dijî aştiyeke mayînde ya ji bo mafên gelê kurd temîn dike ne û da zanîn ku ev pirsgirêk tenê bi siyasetmedarekî ku destê xwe dixe bin kevir pêk nayê.

Karayilan der barê mijarê de wiha got: “Ger yek derkeve holê û bêje ez pirsgirêkê çareser bikim, em ne li dijî vê ne. Ger ku bi rastî çareseriyeke ku mafên gelê kurd temîn bike pêk were kes ne li dijî vê ye. Ji ber em gel û tevger wisa dixwazin. Lê em dizanin ku ev tenê bi siyasetmedarekî nabe. Dîsa bi hin hevdîtina pirsgirêk nayê çareserkirin. ji ber ku ev pirsgirêk pir kûr û esas e. Ger ku ber bi çareseriyê ve biçe û xizmet bo çareseriyê bê kirin başe lê niha wisa di cih de nayê dîtin.

Ji ber k u desthildatdariyê biryara xwe daye. Dixwaze bi şîdetê çareser bike. Dixwaze hêzên azadiya kurd ji hêzê de bixîne, tasfiye bike û encamê bigire. Bi vî awayî dixwaze gelê kurd teslîm bigire. Dixwaze bike parçeyekê gelê tirk. Dema ku AKP’ê xwedî vê biryarê be, ne raste ku mirov di bendewariyê bin û ev sekneke siyasî ya bi îsabet nîne. Aşkere ye ku AKP’ê gelê kurd weke netewekî nabîne û ne li aliyê çareseriyê ye. Çareseriya ku ew dibêjin ev e. Dibêjin bila kurd tevli me bibin. Di esasa vê stratejiya wan de jî ev heye;Em heta dawiyê bi terorê re dê şer bikin, heta dawiyê jî bi siyasiyan re hevdîtina pêk bînin.

Ji bo ku stratjiya leşkerî encamê bigire her tiştî dike. Ji ber ku derbkirina PKK’ê û bêhêzkirina wê ne tenê leşkerî, tengkirina cewara wê, jiholêrakirina derfetan, di qada netewî û navnetewî de bi awayekî berfireh faliyetên dijî me dimeşîne, bi vê yekê rê û rêbazên cuda jî bi kar tîne. Bi van rê û rêbazan hewl didin ku civaka kurd qels bikin, baweriya wan bikişîne, bê deng bike. Bi van zextan dixwazin PKK’ê bê hêz bikin û çareseriya xwe pêk bînin. Ji ber vê polîtîkaya AKP’ê ya ku pir zelal xuya dike divê tu kes nekeve nava hêviyan. Di vê mijarê de kesên dixwazin hevdîtinan bike, dibe ku armancên wan hebe lê Erdogan dixwaze her tiştî bixe bin xizmeta xwe û bi vê armancê nêz dibe.

Em bi baldarî lê binêrin. Piştî hevdîtina bi Leyla Zana re çend saet şûn de li Qeyseriyê axaftina wî bi giştî li dor van armancên xwe yên ku min jî diyar kiriye, pêk hatibû. Jixwe bersiva xwe ya esas jî divê axaftina xwe de daye. Got çi? Em wekî tororîst nîşan dan û wiha got: “Em ji bo kesên piştgiriyê didin terorê û kesên wan wekî maşeyê bi kar tînin, kêsê li hemberî wan bê deng dibînim, ji vir û şûn de pêngavê navêjin û têkoşîna me dê bidome.” Dîsa tevgera me wekî neyarê gelê kurd û tirk îlan kir. Her wiha got ‘Divê hun li dijî PKK’ê derkevin’ û bang li kurdan kir ku divê li hemberî hev derbikevin. Bi vî awayî jî axaftina xwe ya herî hişk kir.”

Karayilan di axaftina xwe de diyar kir ku ev bersiveke û got ku ji bo kesên fêm dike bersiv e. Karayilan wiha pê de çû: “Di heman demê de dubarekirina îlana şer e. Belê em bêjin piştî hevdîtina Zana ger nêzîkatiyeke cudatir bihata nîşadan, mînak bigota; Em vê pirsgirêkê bi dîalogê çareser dikin, em naxwazin tu kesî wekî dijmin bibînin’ mirov dikaribûn bigota ‘bandoreke vê hevdîtinê çêbûye.’ Lê çend saet şûn de bi uslubeke cuda axaftina xwe ya herî hişk kir. Êrîşên ku heqaretê li gelê me û tevgera me dike pêk anîn. Şerê ku dimeşîne careke din jî îlan kir. Di vî alî de her kes dîsa divê bifikire.

Mijareke din AKP’ê her tişt kiriye amûreke şerê psîkolojîk. Her tim dixwaze di nava civakê de bendewariyê biafirîne. Qaşo dibêje ez pirsgirêkê çareser dikim. Bi gotinên xwe yên pêşîlêvekirina kurd, Romen û elewitiyê, hewl da ku dê hin tiştan bide van gelan. Lê tu tiştekî jî nake. Tu tiştekî jî nade. Di esasa xwe de xeta xwe ya netewperest û pêk tîne. Di vê mijarê de jî gelek bi biryar tevdgire. Yanî taktîkên dewlemend bi kar tîne. Heviyê dide her kesî. Lê di rastiyê de xeta xwe pêk tîne. Gelek aliyên Tirkiyeyê bi vî awayî xapand. Heta aliyên lîberal jî ruyê xwe yê din nîşan da û gelek sozên xwe dan aliyên cuda. Gelo ev yek jî hate kirin? Na. Xeta xwe pêk tîne û desthilatdariya xwe ferz dike. Bi vî awayî pergala xwe ya dîktatoryal û yekane diafirîne. Armanca wan a rastî ev e.

Bê guman Dewleta Komara Tirk û Hukûmeta Tirk, pirsgiêka kurd dikare çareser bike. Bê guman Erdogan bixwaze dikare pirsgirêkê çareser bike. Lê ji bo çareseriyê divê pêşî biryarekê bide.”

Karayilan bal kişand ser van biryaran û wiha domand; “Divê pêşî dest ji rêbazên leşkerî berde. Divê gelê kurd wekî gel bibîne, divê mafê wan yên xwezayî bi de wan. Divê ji wê dest ji zîhniyeta otorîter û yekane berde. Divê di feraseta piranî ya demokratîk de bi biryara be. Komara Tirkiyeyê di polîtîkaya kurd e ji sala 1925’an de Plana Şerq Islahat esas girtiye. Piştre Rapora Îsmet Înonu, Abdîdîn Ozmen, Qanûna Dersîmê, Qanûna Mecburî ya îskan û gelekên din wekî versiyona Plana Şerq Islahatê pêk anî. Tişta ku AKP dixwaze bike Plana Şark Islahatê ye. Ji wê dîrokê şûn de ev 87 sale ev pêk tê. Armanca Plana Şerq Islahatê e we ku gelê kurd bikin tirk û bike parçeyeke netewa gelê kurd. Bi baldarî lê binêrin; gotin; pêşî gotin Ev tirk in, tirk bi eslê xwe kurd. Niha jî dibêjin ‘Welatiyên me yên bi eslê xwe kurd. Yanî dibêjin ‘Netewa Tirk a bi bi eslê xwe kurd.” Kurdan dixin nav netewa tirk û wisa dixwazin pirsgirêkê çareser bikin. Ev astengiya herî mezine. Ev ne bûyereke ji rêze ye. Divê AKP’ê di vê mijarê de bifikire. Pirsgirêka kurd tenê di dema Komarê de derneketiye holê. Beriya komarê derketiye holê. Ev 206 sal dîroka wê heye. Gelê kurd têkoşîna xweya azadiyê pêk tîne.gelê kurd di vê esasê de dixwaze bi gelê Tirk re bijî.

Belê niha divê di vê mijarê de dewlet biryarê bike. Dema em dibêjin; hewcedarî bi biryareke nû heye, em vê qest dikin. Çareserî ancax bi dayîna mafên statu, çandî û olî mumkune. Têkoşîn gelê kurd bi dehezaran şehîd dane. Ji srhildana Şex Seîd heta niha bi sedan Kurdistanî hatine qetilkirin. Kedek û xebatek heye. “

HÊZA ŞER BIKE ÇEKÊN XWE NÎŞANÎ HER KESÊ NADE

Karayilan der barê balefira Tirk a ji aliyê Sûriyeyê ve hatibû xistin de got; “ Dewleta Tirk xistina balefira xwe dike hincet, li hemberî Sûriyeyê mudaxeleyeke berfireh amade kir. Ji bo vê yekê ji bo civînê bang li NATO’yê kir. Lê hêzên Rojava di vê mijarê de bersivek erênî nedan daxwaza Tirkiyeyê. Tirkiye bi tenê ma. Hêzek ku şer bike, li kêlekên rêyan, li ser giran, çekên xwe li ber çavên her kesê bi cih nake. Tişta Tirkiye dixwaze bike ew e zextan zêde bike û şerê li Sûriyeyê dijwatir bike. An ne ez bawer nakim ku Tirkiye bi tenê mudaxeleyê Sûriyeyê bike.”

KURD DÊ LI ROJAVA XWEDÎ DERBIKEVIN

Karayilan destnîşna kir ku xeta sînor Sûriye-Tirkiyeyê, pir hêzên muxalîf desthilat in. Li cihên ku Kurd lê dijîn, bandora Kurdan heye, li cihên ereban jî muxalîfên ereb serdest in. Ger Tirkiye dîsa biryara herêma tampon bide, mudaxeleyê pêk bîne, ev yek tê wateya mudaxeleya li hemberî gelê Kurd. Wê demê ev mudaxele ji Sûriyeyê zêdetir li hemberî pêkhateyên Kurdan e. Ji ber wê jî ger tiştek wiha çêbibe, Kurdên li Sûriyeyê, an jî li Bakûr, an jî li her çar parçeyên Kurdistanê dê nerazîbûn nîşanî vê yekê bidin û dê xwedî li gelê Kurd ê li wê derê derbikeve. Ji ber vê sedemê, mudaxele dê encameke evqas ciddî bi xwe re bîne. Dixwaze zextan zêde bike, hewl dide ku nehêle Kurd bibin îrade û di nava Sûriyeya ku dê nû bê avakirin de cih bigirin.”

DIVÊ HIKÛMETA HERÊMA KURDISTANÊ DAXUYANIYEKÊ BIDE

Karayilan der barê belgeya veşartî ya Wezareta Derve ya Tirk a li hemberî PYD’ê nirxand û got; “Niha ew belge aşker bûye. Wezareta Derve ya Komara Tirkiyeyê ji konsolosxaneya Tirk a li Hewlêrê re ferman şandiye. Ev tiştek pir girîng e. Vê belgeyê niyeta rast a Tirkiyeyê aşkere kir. Ez naxwazim niha zêde tiştek li ser vê belgeyê bibêjim. Ez li bendê me ku bi taybet Hikûmeta Başûrê Kurdistanê der barê vê mijarê de daxuyaniyek bide. Ger bi rastî jî tiştek wiha ye, li hemberî vê dê Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê çi helwestê nîşan bide? ji ber ku ev îdîa pir ciddî ye. Ji ber wê jî ev ne tiştek wisa ye ku hema mirov dê paşguh bike. Dixwazim bêjim em û raya giştî li benda vê yekê ne.

Lê divê hemû gelê me yê Rojavayê Kurdistanê, hemû partiyên welatparêz û saziyên demokratîk pêvajoyê baş fêm bikin. Bi rastî jî dewleta Tirk dixwaze Kurdan li wir pûç bike, Kurdan berde hev û pevçûnê di navbera wan Ereban de derxîne. Ev yek teqez e. Bersiva herî baş a li hemberî vê yekê ew e ku hemû aliyên Kurdan ên welatparêz bi beşdariya hemû beşan yekitiya xwe ava bikin. Ji ber ku hatiye zanîn ku hin aliyên hevkar jî hene. Ev derdorên ku ruhê xwe firotine, dixwazin pêkhateyeke marjînal ava bikin. Ne ji bo gelê Kurd, ji bo mêtîngeran xizmetê dikin. Bi taybet hewl didin ku Kurdan û muxalefetê bînin beramberê hev û hewldanên pir xeter hene. Ji bo pêşîlêgirtina van hewldanên van aliyên hevkar, divê teqez di demek zû de yekitiya neteweyî –demokratîk were avakirin.”

Karayilan bal kişand ser îdîayên çapemeniya Tirk û beşek ji çapemeniya Kurd a dibêje ku têkiliya PKK û PYD’ê bi rejîma Esad re heye û diyar kir ku ev yek jî parçeyek ji wê belgeyê ye. Karayilan ev nirxandin kir; “Evane di encama hewldanên dezenformasyon ên bi zanebûn de pêk tên. Lê balkêş e ku bi taybet hin çapemenî-ragihandinên li Başûrê Kurdistanê û xwediyên malperan van nûçeyên derew diweşînin. Divê hemû welatparêz van derdorên ku nûçeyên derew diafirînin û xizmeta projeya dewleta Tirk a ji bo bêhêzkirina Kurdan dimeşîne dikin, baş bişopînin û bibînin. Kêfa hin derdorên li Kurdistanê jî ji senaryoyên wiha re tên. Kêfa wan pir ji parastina têkiliya PKK’ê ya bi rejîma Sûriyeyê re tê û diçe xweşa wan. Dixwazim ji her kesê re vê bêjim; Heta beriya salekê têkiliyên dewleta AKP’ê yên bi rejîna Sûriyeyê re di çi astê de bûn, bi salan li hemberî me operasyon kirin, Sûriyeyê bi sedan hevalên me girt û radestê Tirkiyeyê kir, evane niha hemû jî di girtîgehan de ne. Ma gelo kesek heye vana nezane? Tevgera me li hemberî dewletên mêtînger berxwedaneke mezin nîşan daye, di serî de Şehîd Şîlan, bi sedan şehîdan di vê berxwedanê de daye.”

Karayilan destnîşan kir ku tevgera wan xwe dispêre hêza wan bi xwe û got; “Em hêza xwe ji tu kesê nagirin. Helbet em jî sûdê ji nakokiyên di navbera hêzan de werdigirin, lê Tirkiyeya ku heta îro bi hevkariya Tirkiyeyê li hemberî tevgera me têdikoşiyan, îro navbera xwe û Sûriyeyê xirab kiriye, îcar radibe dibêje “Têkiliya Sûriye bi PKK’ê re heye” ev yek tenê berevajîkirina rastiyan e. Gava Tirkiye bi hevkariya îran û Sûriyeyê êrîşê me kir, me jî li ber xwe da. Divê her kes baş bizane em ê niha jî zêdetir li ber xwe bidin.”

Karayilan got; “Serokwezîr jixwe di wê demê de pir caran digot. Qaşo me weke maşe nîşan dida. Lê ew bi xwe jî bûye taşeronê hêzên rojava, pişta xwe daye hêzên rojava, di konseptên li hemberî gelên herêmê de rol wergirtiye, niha jî radibe ji me re dibêje taşeron. Ji bo taşerontiya xwe veşêre, me weke taşeron bi nav dike. Lê rastî ne wiha ye. Rastî ew e ku gelê Kurd ji bo doza xwe ya mafdar, ji bo daxwazên xwe yên mirovane bi dil û can li ber xwe dide ye. rastî ev e. tiştên din jî hemû berevajîkirin e.”

ANF NEWS AGENCY