Pirsgirêk dibin sedema travmayan
Pîskologên li Wanê yên piştî erdhejê ji bo piştgiriyê bidin mexdurên erdhejê xebatên xwe dikin hejmara wan kêm in. Ji ber ku welatî hêj jiyaneke asayî najîn xebatên xwe bi nav zor zehmetiyan de dimeşînin. Pisporan, diyar kir ku çiqas di demên dirêj de hewcehiyên welatiyan pêkbên ewqas pirsgirêkên psîkolojî girantir dibin. Pisporên dildar xebatên xwe dikin xwestin hemû psîkolog bi dildarî bên herêmê xebatan bikin.
Li Wanê ji ber şertên giran nexweşiyên bêhtengiyê, emel, gurî û nexweyiyên din dest pê kiriye. Piştî 53 roj bi ser erdhejê re derbas bûn hewcehiyên bingehîn ên welatiyan nayên dîtin û li gel vê yekê piştgiriya psîkolojîk tê dan. Gelê Wanê jî dema akutê dijîn û ji ber derbasî jiyanekî asayî nebûne pirsgirêkên psîkolojîk dijîn. Gelek welatî ji ber hêj konên wan tunene di malên xwe de bi tirsî dijîn. Gelek welatî di konên bi derfetên xwe çêkirin de dijîn. Ji ber welatî pirsgirêkên erzaq, cil û strabûnê dijîn pirsgirêkên psîkolojîk di rêza duyemîn de cih digirin. Welati her tim piştgiriyar psîkolojîk taloq dikin û ev yek jî dibe sedema giranbûna pirsgirêkên psîkolojîk. Psîkologên tên herêmê jî di nav şertên giran de piştgiriyê didin welatiyan.
'Mirov li pey nan û stranbûnê ne'
Li Wanê hêjmara mexdûrên erdhejê bi 10 hezaran e, lê hejmara psîkologan gelek kêm in. Psîkologên hejî jî xizmeta li gorî dilê xwe nadin. Pisporên li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêmê ya Wanê, Nexweşxaneya Dewletê ya Îpekyoluyê, Navendên Tendurîstiya Rih û Civakê, TTB û SES'ê piştgiriya psîkolojiyê didin gel. Li 3 bajarên çadirî ji her bajarekî çadirî re psîkologek peywirdariyê dike û ji 3 bajarên çadirî re jî psîkîyatriyek gerok peywirdariyê dike. Psîkologên li navendên TTB û SES'ê bi dildarî xebatan dikin piştgiriyê didin welatiyan. Welatiyên ji bo piştgiriya psîkolojîk serlêdanan dikin ji 10 darbasnabin. Pisporan got, "Mirov li pey nad û starbûnê ne. Ma dê li piştgiriya psîkolojîk bikin." Psîkologan diyar kir ku divê mexdurên erdhejê demildest di şertên baş de dest bi jiyanê bikin.
'Travmaya 2 qad dijîn'
Pisporan, anî ziman ku herî zêde zarok, jin û ciwan pirsgirêkan dijîn. Pisporan da zanîn ku herî zêde pirsgirkkên bêxwevî, bêmahdî, ji nişkave ji xwevê hişyarbûn, bêbawerî, bêdengî û zarok bi xwe de dimîzin pêktên. Psîkolog Abdurrahman Bedîr, diyar kir ku tenê kesên li Wanê dijîn travmayan najîn kesên Wan terk kirin jî pirsgirêkên psîkolojîk dijîn. Bedîr, anî ziman ku kesên koçber bûn û li cih man 2 qatî pirsgirêkên psîkolojîk dijîn. Bedîr,da zanîn ku kesên bajar terk kirin ji ber li cihên lê dijîn baş najin pirsgirêkan dijîn û kesên li Wanê jî man ji ber starbûnê û pirsgirêkên din pirsgirêkan dijîn. Bedîr, bilêv kir ku kesên li bajar man ligel pirsgirkên starbûnê û pirsgirêkên dijberbûnê jî dijîn û wiha got: "Malbatên xizmên wan bajar terk kirin ji ber çihên çûnê rastî lînçan tên gelek nerihet dibin." Bedîr, destnîşan kir ku mexdurên erdhejê pirsgirêkên psîkolojîk dijîn û li gel vê yekê hejmara pisporan gelek kêm ge. Bedîr, da zanîn ku ji ber vê yekê ew jî nabin bersiva pirsgirêkan. Bedîr, bang li hemû psîkologan kir ku bi dildarî bên li Wanê xebatan bikin. DîHA (ft/mae)