´Pirsgirêk çareser bibe û koça karkeran bi dawî bibe´
Karkerên demsalî: Pirsgirêk çareser bibe û koça karkeran bi dawî bibe
ÎBRAHÎM ÇOŞKUN Karkerên demsaliyê yên ji herêmê tên metropolên Tirkiyeyê di şertên gelek zor û zehmet de dijîn û bi erzanî tên xebitandin diyar kir ku ligel hemû zehmetiyan piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê û xwestin ku pêvajo bibe vesîleya dawîbûna koçberiya demsalî û li ser axa xwe bixebitin.
Welatiyên her sal ji Riha, Êlih, Sêrt û bajarên din ên herêmê tên navçeya Salîhlî ya Manîsayê dixebit ji serê sibê saet di 07.00'an heta êvarî seat 17.00'an dixebitin. Ligel karê li zeviyan dikin û cihên nebaş dibimînin nêzîkahiyên cudakar jiyanê bi temamî tevlî hev dike. Karkerên demsaliyê hinek di konan de û hinek jî di malên kira dikin de dimînin. Karkerên li Salîhliyê di karê domatê de dixebitin ji deh hezaran karkerên demsaliyê tenê hinek in. Karkerên di amadekariya şitilên domatê de, zivî, paqijiya gihayên nebaş ên ziviyan û komkirina fireyîna de nêzî 5 mehan dixebitin pişt re careke din vedigerin malên xwe. Karkerên demsaliyê ligel van hemû şertên zor û zehmet piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê û çareseriyê. Karker hêvî dikin ku pêvajo dê bibe vesîleya dawîbûna koça karkeriyan û li ser axa xwe bixebitin.
Li zeviyan 10 saetan dixebitin
Zarokê bi navê Huseyîn Ozer ê 17 salî yê ku ji Sêrtê bi xalê xwe re hatî diyar kir ku ji bo tevkariyê bide aboriya malbata xwe hat. Hurrî Çîftçî (17) jî diyar kir ku ji Sêrtê bi xwîşka xwe re ji bo xebatê hat û hêj nizanin dê çend pere bigirin. Çîftçî, anî ziman ku di bin tavê de hata êvarî dixebitin û dema vedigerin malê jî karê malê yê xwarin û paqijiyê dikin û gelek diwestin. Çîftçî, da zanîn ku li malên sîmsaran kira kirin dimînin û li malekê 15 kes dimînin û serê sibê saet di 06.00'an de radibin û saet di 07.00'an de dest bi kar dikin heta saet 17.00'ê êvarî dixebitin.
'Heke zeviyên xezîneyê li welatiyan belav bikin tu kes navê vir'
Yusuf Guvercîn (60) ê ku ji navçeya Wêranşarê ya Rihayê hat jî wiha got: "Em dixwazin xwîn rawestê û tu kes jiyana xwe ji dest nedin. Kurd û tirk ên xwedê ne. Weke di olê de jî tê gotin mumîn birayê mumîn e. Ji ber vê yekê divê tu kes jiyana xwe ji dest nede. Ez hêvî dikim dê aştî pêk bê. Ev welat qadî tirkan a kurdan e jî. Ji Wêranşarê ji bo 30 TL. em tên vir dixebitin. Ji bo ku zarokên me birçînemînin em di bin tavê de dixbitin. Ligel hemû zehmetiyan em li ber xwe didin." Guvercîn, diyar kir ku ji ber li welatê wan zevî û sewalên ayîdî wan tunene karkeriya demsalî dikin. Guvercîn, anî zîman ku heke zeviyên xezîneyê li welatiyan bên belavkirin tu kes nayê karkeriya demsalê û wiha axivî: "Heke ziviyên me heban çi karê me li Manîsayê heye. Em vê rezîliyê çima dêbikêşin." Guvercîn, da zanîn ku dema ji bo komkirina findiqan çûn Deryaya Reş ji ber di navbera xwe de kurdî axivîn destûra wan nehate dayîn û wiha pê de çû: "Cudakariyê dikin. Heke cudakarî pêk tê aştî çênabe. Heke aştî çênebe dê hev û du bikujin. Ji bo aştiyek rast divê em tahamulê nîşanî zimanê hev bikin."
'Çima zeviyan li me belav nakin û destûra em kar bikin nadin'
Siddika Avci (47) a ku ji Wêranşarê hat jî diyar kir ku bi 2 keç û 2 neviyên xwe ji bo xebatê hat. Avci, anî ziman ku ji ber hevserê wê tuneye û dehweta zarokê xwe kir 20 hezar TL. deynê wê heye û ji bo wî deynî bide dixebitin û wiha got: "Em kurd li gel hemû tiştî aştiyê dixwazin. Em naxwazin xwîn bêrêjandin. Em cih û warê xwe terk kirin û em ji bo xebatê hatin vir. Li welatê me ewqas zeviyên xizîneyê hene. Bendava Ataturkê jî heye, pirsgirêka avê jî tuneye lê çima wan zeviyan li me belav nakin û em kar bikin. Pereyê em li vir qezenc dikin tenê hewcehiyên me yên rojane pêktîne. Piştî em di bin vê tavê de dixebitin em diçin malê û li malê jî pirsgirêkên me dest pê dikin."
Arzu Guvercîn (15) jî diyar kir ku ji ber malbata wê karkeriya demsalî dikir incax 5 salan dikarî bixwîne û ji ber pirsgirêkên aborî bi malbata xwe re hatin metropolan û xebitî. Adnan Ertugrul (39) jî wiha got: "Ji ber ku li herêma me razemeniya aborî tuneye em hatin vir. Endamên malbatên min ên din li Wêranşarê man."
Karsaz Aydin Oruç jî diyar kir ku karkeran bi riya sîmsaran tên û tu pirsgirêka wan a cihê lê mayînê tune. Oruç, anî ziman bihayê karkeran jî ji aliyê Odeya Çandîniyê ya Salîhliyê ve tê diyarkirin. Oruç, da zanîn ku bihayê tê diyarkirin ji bo hemû karkerên li Salîhliyê dixebitin derbasdar e.
(bd)