1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Pirsgirêka Kurd di rojeva kongreya IADL de bû
Pirsgirêka Kurd di rojeva kongreya IADL de bû,pirsgirêka,kurd,di,rojeva,kongreya,iadl,de,bû

Pirsgirêka Kurd di rojeva kongreya IADL de bû

Di danezanê de, pêşniyarnameyên li ser pirsgirêka Kurd, qedexekirina PKK'ê li Ewropayê û rewşa Ocalan hatin qebûlkirin

A+ A-

BRUKSEL 27.04.2014 07:01:39 Di danezana encamê ya 18. Kongreya Yekitiya Hiqûqnasên Demokrat a Navneteweyî (IADL) ya navbera 15-19'ê Nîsanê de, peyama piştevaniya bi gelên bindest ên cîhanê re hat dayîn. Di danezanê de, pêşniyarnameyên li ser pirsgirêka Kurd, qedexekirina PKK'ê li Ewropayê û rewşa Ocalan hatin qebûlkirin.

Kongreya IADL ya bi beşdariya bi sedan nûnerên yekîtî, komeleyên hiqûqî û hiqûqnasên ji 565 welatan, li Zanîngeha Azad a Brukselê pêk hatibû. IADL, hiqûqê ne bi rêbaza sîstema kapîtalîst digire dest, weke navgîneke têkoşînê ji bo afirandina cîhaneke wekhev dinirxîne. Di kongreya îsal a IADL de, ku Komeleya Hiqûqnasên Hemdem a Tirkiyeyê jî endam e, Komeleya Demokrasî û Mafên Mirovan a Navneteweyî (MAF-DAD) û siyasetmedarê Kurd Adem Ûzûn jî amade bû.

DER HEQÊ PIRSGIRÊKA KURD Û OCALAN DE NÎQAŞ HATIN MEŞANDIN

Nûnerê MAF-DAD parêzer Şahîn Tucer ê beşdarî kongreyê bû anî ziman ku di rûniştinan de li ser mijarên wekheviya jin û mêr, li hawirdoreke ekolojîk û xwedî tenduristiyeke baş mafê jiyanê, mafên bersûc û girtiyan, pirsgirêka Kurd, rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîqaş hatin meşandin. Tucer diyar kir ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya 18'ê Adarê der heqê Ocalan da daye û mercên tecrîdkirina hikumxwar û girtiyan di çarçoveya vê biryarê de, hatin nirxandin. Di beşeke kongreyê de nûnerê KNK'ê Adem Ûzûn weke axaftvan cih girt.

GELEK PÊŞNIYARÊN MAF-DAD’Ê DI DANEZANA ENCAMÊ DE YE

Di danezana encamê ya di dawiya kongreyê de bi yekitiya deng hat pejirandin, biryarên bilindkirina têkoşîna ji bo mafên mirovan, demokrasî, mafên gelan, hiqûqa alternatîf û edaletê hatin wergirtin. Di danezana encamê de gelek pêşniyarên MAF-DAD'ê hatin pejirandin.

Di danezanê de hat xwestin ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorê ya Yekitiya Ewropayê bê derxistin, piştgirî ji pêvajoya aştiyê re were dayîn, dewletên Ewropayê dawî li polîtîkayên krîzmînalîzekirina PKK û dîaspora Kurdan bînin, pêşî li hevdîtinên parêzeran bi Ocalan re bê vekirin û destek ji Rojava re were dayîn ku di bin êrîşa çeteyan de ye.

Di danezana encamê ya IADL de der heqê lKurdan, PKK û Ocalan de ev xal hat destnîşankirin:

"IADL ji bo piştgirî ji çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd re were dayîn dixwaze PKK ji lîsteya rêxistinên terorê ya Yekitiya Ewropayê were derxistin, dawî li pêkanînên krîmînalîzekirina PKK û dîaspora Kurd a li Ewropayê bê anînü,

- Careke din dixwaze ku destûr ji hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re bê dayîn,

- Aşkere dike ku bi civaka Kurd a li Rojavayê Kurdistanê re di nava piştgiriyê de ye, ku ev dever hedefa hêzên rejîmê û komên radîkal e."

Di danezana encamê ya kongreya IADL de ji bilî Kurdan li dijî bêhiqûqiyên li welatên mîna Fîlîpînan, Fîlîstîn, Kolombiya, Yewnanîstan û Vîetnamê tên jiyîn jî helwest hat nîşandan.

Di kongreya ji 5 rojan de, bi 10 komîsyonên nîqaş û amadekariyê re komxebateke bi mijara Iraq, atolyeyên li ser mijarên cuda û gelek çalakiyên cihêreng hatinbû lidarxistin.

Di kongreyê de Seroka Kongreyê Jeanne Mirer, Samir Amin, Raji Sourani, Kumi Naido, Michael Ratner, Omer Zain, Alfred de Zayas, Endamê CAMPAC û Kampanya Aştiyê ji Kurdistanê reDesmond Fernandes, Endamê Desteya Rêveber a KNK'ê Adem Ûzûn û nûnerê MAF-DAD'ê Şahîn Tucer amade bûn.

Ji Tirkiyeyê jî parêzer Esra Salmanli, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê prz. Rêzan Sarica, nûnerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem û Buroya Hiqûqê y Gel amade bûn. Her wiha Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem û ji Platforma Edalet ji bo Aştiyê Selçûk Kozaagaçli jî bi rêya telekonferansê beşdar bû.