1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. 'Pirsgirêkên gel dê bi Xweseriya Demokratîk bê çareserkirin'
'Pirsgirêkên gel dê bi Xweseriya Demokratîk bê çareserkirin',pirsgirêkên,gel,dê,bi,xweseriya,demokratîk,bê,çareserkirin

'Pirsgirêkên gel dê bi Xweseriya Demokratîk bê çareserkirin'

A+ A-

ÎDÎR (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di pîrozbahiya Newrozê ya Îdirê de axivî û diyar kir ku pirsgirêkên gel dê bi "Xweseriya Demoratîk" bê çareserkirin. Demîrtaş, bertek nîşanî zext û zordariyên li ser partiya wan da û wiha got: "Girtîgehên we têra vî gelî nakin. Heke îro 2 hezar nûnerên gelê kurd di girtîgehan de bin bi hezaran jî li qadan in."

Starta pîrozbahiyên Newroza sala 2011'an li Îdirê jî hate dayîn. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş tevlî Newrozê Îdirê ya bi hezaran kes tevlîbûyîn bû. Demîrtaş bi kurdî bi hezaran kesên tevlî Newrozê bûyîn slav kir û bi gel re agirê Newrozê pê xist. Demîrtaş, diyar kir ku ji bo wî hilgirina agirê Newrozê ya bi gelê Îdirê rûmetekî gelek mezin e.

'Me efsaneyek pêk anî'

Demîrtaş, anî ziman ku Newroz ceja vejîna gelekî ye û wiha got: "Ji bo me Newroz vejîn, berxwendan û azadî ye. Têkoşîna Kawayê Hesînkar a li hemberî zilma Dehaq e. Newroz bi agirê Kawayê Hemdem Mazlum Dogan geş bûyî pîroz be. Îro roja hemû kesên li hemberî zilmê serî hildan a azadiyê ye. Me jî bi vê têkoşînê efsaneyek pêk anî. 15 sal berê digotin 'kurd û Newroz tuneye!' Berê xwe bidin niha gelê kurd bû Newroz. Ramana we ya înkarê şewitand. Polîtîkayên we yên înkarê îflas kirin."

'Bila hikûmeta AKP'ê dersê bigire'

Demîrtaş Newroza 2011'an wekî "Newroza Azadiyê" nirxand û xwest ku peymên li qadan tên dayîn baş bên xwendin û wiha axivî: "Êdî bila rondikên dayîkan bi dawî bibin. Êdî bila li çiyayên vî welatî gul vebibin. Em vê yekê dixwazin. Em dixwazin hikûmet destê aştiyê bigire. Divê hikûmeta AKP'ê ji van qadan dersê bigire. Divê hikûmeta guh bide dengê vî gelî. Heke gelek bibêje 'ez dixwazim bi ziman û Xweseriya Demokratîk bijîm' wê demê divê hikûmet guh bide vî dengî."

'Pirsgirêka kurd dê îsal çareser bibe'

Demîrtaş di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Em îro li Îdir û Şirnexê bi hilkirina agirinê Newrozê dengê xwe bilind dikin. Êdî em bi awayekî zelal dibêjin ev pirsgirêk dê îsal çareser bibe." Demîrtaş, da zanîn ku ev 30 sal in hemû tişt tên hebakirin. Demirtaş, bilêv kir ku divê di makezagona nû de hemû gel û derdor di nav de cih bigirin. Demîrtaş, destnîşan kir ku ew wekî BDP dê pêşnumayekî makezagonê ya hemû daxwazên gel û derdoran di nav de xwe bibînin amade bikin.

'Em dê pirsgirêkên xwe bi Xweseriya Demokratîk çareser bikin'

Demîrtaş, qadên Newrozê wekî "Qadên gel ên herî bi hêz daxwazên xwe tînin ziman" bi nav kir û wiha axaftina xwe berdevam kir: "Îdir jî îro li vê qadê vê sozê dide. Ji ber vê yekê divê em mal bi mal bigerin amadekariyên vê hilbijartinê bikin. Êdî divê ji partiyên din re dengek neçe. Ev peywirdarî herî zêde dikeve ser milê ciwanan. Êdî divê ciwan biçin ser kar. Em dê bi Xweseriya Demokratîk re pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em ji AKP'ê çareseriya pirsgirêka kurd naxwazin. Bila siyê nede em tiştekî din naxwazin. Wêrekiya wan ya pirsgirêka kurd, elewî û turbanê çareser bikin tuneye. Ancax bi têkoşîna gelan ev pirsgirêk çareser bibin."

'Divê şert û mercên Ocalan bên sererastkirin'

Demîrtaş, bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re tên kirin û wiha pê de çû: "Diyalogên bi Birêz Ocalan re tên kirin ji bo me girîng in. Em bi salan in balê dikşînin ser muzakere û axaftinê. Ji bo Birêz Ocalan tevlî pêvajoyê bibe divê şert û mercên Birêz Ocalan bên sererastkirin. Divê Tirkiye wan niqaş bike."

Ji bo hilbijartinê banga 'seferberiyê'

Demîrtaş, anî ziman ku ew têkoşîna xwe di bin şertên gelek zor de dimeşînin û girtina siyasetmedarên kurd mînak nîşan da û wiha got: "Şaredarê gelê Îdirê hilbijartin niha di girtîgehê de ye. Kesên starta operasyonan dan xwedî gotinên 'Ev gihiştin sînorê Ermenîstanê' in. Bila hemû kes bizane ku Mehmet Nurî Guneş dibe di girtîgehê da be lê bi deh hezaran Nurî Guneş li qadan in. Girtîgehên we têra vî gelî nakin. Heke îro 2 hezar siyasetmedarên kurd di girtîgehan dabin bi milyona jî li qadan in. Em ligel hemû polîtîkayên zext û zordariyê ji riya xwe venagerin."

Piştî axaftina Demîrtaş Koma Şitlên Azadî, Koma Hêvî, Ayfer Duztaş, Xemgîn Bîrhat û Cafer Farqînî derketin ser dikê.

(ft/sa)